STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 17 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihand ku ev hevdîtin di nîvî de hatiye qut kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.