NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranînên Gerîla….
Heval, qet ji Hecî Selîm hez nedikir. Wexta Hecî Selîm diaxivî mirov digot qey segek direyê. Ji ber vê yekê, heval qet nedixwest ku Hecî Selîm bibîne. Lê belê, yek caran ji neçarî bi wî re rû bi rû dima. Jixwe kêfa Hecî Selîm jî qet ji heval re nedihat… Sibehê, Hecî Selîm û Heciyê zikmeçk, hatin nik heval. Heval pê hisiyabû ku Hecî Selîm, bê sebeb nayê serdana wî nake. Heval bixêrhatina her duyan kir. Heciyê zikmeşk ji bilî pirsîna hal û xatirê heval di vê hevdîtinê de qet neaxivî. Jixwe ligel wan adet bû; yekî payebilind ku bi yekî payenizm re diçûn serdana yekî,
her ê payebilind diaxivî. Li gel heval jî adeta wan wisa bû. Hecî Selîm diaxivî, Heciyê zikmeşk jî jê re fêkî diqeşartin. Lê, wê rojê Hecî Selîm ne fêkî xwarin, ne jî tiştek vexwar. Her mirûzê wî tirş bû. Beriya ku ji cem heval rabin; Hecî Selîm ji heval re got:
-Em ê rabin. Êdî tu jî divê ligel me nemînî; tu biçe, bila hevalekî din bê cihê te…
Wexta ku Hecî Selîm gote heval, “tu biçe, bila hevalekî din bê cihê te,” xwîn herikî mejiyê heval. Heval pir hêrs bû û gote Hecî Selîm:
-Ji bo çi ez ji vir diçim? Hîna sê heyvên min jî nebûne ku ez hatime vê wezîfeyê. Hevalê ku beriya min ligel we peywirdar bû du salan li nik we ma. Ji bo çi ez ê di demeke kurt de ji vir biçim? Sedema vê yekê pêwîst e tu ji min re vebêjî? Ev helwesta we ne ez; ne jî hevalên me yên din qebûl nakin. -Di navbera me û we de peyman wisa ye. Tu qet alîkariyê bi me re nakî. Tu qet agahiyan nadî me. Bi taybet jî di derheqê PJAK’ê de.
-Em Apocî tu caran li nirxên xwe xiyanetê nakin! Em biçin ku derê jî em ê dîsa bi rûmeta xwe bijîn. Ji bo ku ez li vir tenê dimînim, tu dixwazî dekûdolaban li ser serê min bizivirînî? Eger ku di navbera me û we de peymaneke wisa heye, hevalên ku beriya min li cem we peywirdar bûn ji bo çi bi salan li vir man?
-Kîjan hevalên we yên wek te bi salan li vir peywirdar ma ne?
-Mînak, heval (…), heval (…)?
-Ew ne rast e, kes li cem me bi salan nemaye.
Heval têgîhişt ku Hecî Selîm û yên din jî naxwazin heval li cem wan bimîne. Lê, heval dixwest ku sedema vê yekê bizanibe, careke din Ji Hecî Selîm re got:
-Ez dixwazim sedema vê yekê bizanibim. Ji bo çi hûn dixwazin ez jî vê derê bi lez biçim? Bi taybet jî ji bo çi tu dixwazî ez ligel we nemînim, hema yekser biçim? Tenê ez dixwazim sedema vê yekê bizanibim?
-Tu qet bi me re nabî alîkar. Tu agahiyan nadî me, bi taybet di derheqê PJAK’ê de. Ne cihê wan, ne jî dixwazin çi bikin, çiqas hêza PJAK’ê heye? Qet tu agahiyan nadî me? Ji ber vê yekê, em dixwazin tu ji cem me biçî, yekî din bê cihê te. Wexta ku Hecî Selîm ev gotin ji heval re got, heval pir bêzar bû. Bi hêrs ji Hecî Selîm re, wek li Hecî Selîm biheytîne gote wî:
-Ma qey ez ji we re sîxurtiye bikim? Ma, hûn di derheqê xwe de agahiyan didin me ku ez di derheqê me de agahiyan bidim we? Ew tiştên ku tu dibêjî, di pirtûka me de nehatiye nivisandin. Ez ê, hema ji hevalan re xeberê bişînim. Bila hevalekî ji bo cihê min amade bikin. Ez ê bi lez ji cem we biçim.
-“A baş, ev gotina te ye”. Û Hecî Selîm rabû ser piyan; destê heval jî neguvaşt, bi çiklekî bêdil ji heval re got; bi xatirê te. Ew li pêşiyê, Heciyê zikmeşk jî li dû wî ji malê derketin, çûn.
Dê berdewan bike….