DUSSELDORF – Şehîd Baran Mawa, Şehîd Tîjda Ekecîk, Şehîd Dîdar Harûn, Şehîd Seher Denîz, Şehîd Delal, Şehîd Berjîn Zenda, Şehîd Senar Zagros, Şehîd Lecwan Mûnzûr û Şehîd Alî Çîçek li Dusseldorfê hatin bîranîn.
Li salona ku merasîm lê hat li darxistin, posterên şehîdan hatin daliqandin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, bîranînê bi axaftinan dewam kir. Hat diyar kirin ku di vê pêvajoyê de rol û misyona ciwanan çiqasî girîng e û hat gotin ku her şehîdek ji bo ciwanên Kurd û enternasyonalîst pêşerojeke nû ye. Ji bo vê jî berpirsyartiya ku dikeve ser milê ciwanên Kurd û enternasyonal ve mezin e.
Her wiha hate destnîşan kirin ku, ger ji çar aliyên cîhanê gel beşdarî meşa azadiyê bibin, wê Tevgera Azadiya Kurdistanê li tevahî cîhanê bibe xwedî statû. Di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan û mezinkirina têkoşîna wan hate dayîn.
Di merasîmê de şehîd Delal Nurhak û Şehîd Zîlan Qamişlo ku ji aliyê PAJK’ê ve bi daxuyaniyekê hatin bi bîranîn, ew jî di merasîmê de hatin bîranîn.
Dayîka Şehîd Lecwan Mûnzûr Ayten Ana ku beşdarî bîranînê bû wiha got; “Di destpêkê de ez şehîd Delal Nurhak û Şehîd Zîlan Qamişlo bi bîr tînim. Em soza berdewamkirina rêya wan didin.”
Piştî axaftinê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat gotin ku Meşa Dirêj wê bibe meşa serketinê. Sedema ku ewqas ciwan ji her derê û neteweyên cuda hatin cem hev, nîşaneya bandora fikirên Netewa Demoqratîk û Paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.
Bîranîn bi nîşandayîna sînevîzyonê berdewam kir.
Çalakiya bîranînê bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.