NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ya ku di pêşengtiya ciwanên Kurd û enternasyonal de li Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di bin dirûşmeya “Ji Bo Azadiya Rêber Apo, Werin Cenga Azadiyê” de hatî li darxistin, 3ê rojên xwe temam kir wê serê sibehê ciwan dest bi roja çaremîn bikin. Hejmareke zêde ji ciwan û jinên ciwan ên Kurd û enternasyonal beşdarî Meşa Dirêj ya îsal bûn. Ciwanan bi tevlîbûna xwe ne tenê girêdanbûyîna xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re nîşan da, heman demê de dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re jî, ku ji sala 1999’an û vir ve, di bin şertên herî giran yê tecrîd û îşkenceyê tê ragirtin nîşan dan. Ji 25’ê Adara 2021’an heya roja îro tu agahî ji Rêberê Gelan nayê girtin. Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji ber binkeftina xwe Rêberê Gelan di bin şertên herî zehmet de dîl digire. Her wiha her carê bi hincetên cuda rê li ber serlêdana parêzer û malbatê ya ji bo dîtîna Rêber Apo re digirin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst êdî vê rewşê qebûl nakin û ji ber vê jî di her alî de çalakiyan li dardixin. Herî dawî jî gelek ciwan tevlî kampanyayên ku azadiya Rêber Apo dike hedef dibin.
Nûçegihana me Seher Denîz ket nava çalakgeran û ji wan pirsî ka çima beşdarî Meşa Dirêj a îsal bûne. Yek ji jinên ciwan Larissa ku weke aktîvîstên enternasyonalîst beşdarî Meşa Dirêj bû ji ajansa me re axivî.
“Ez Larissa me û ji bajarê Wuppertalê hatime tevlî Meşa Dirêj a ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûme. Em bi meşa xwe kolan bi kolan digerin, em li her der jî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û dibêjin; ‘Pêwîste Abdullah Ocalan ji hucreya yek kesî derbikeve.!’
Abdullah Ocalan ji bo me pir girîng e. Bi taybetî ji bo me jinên ciwan. Ji ber ku bîrdoziya azadiya jinê bi me da naskirin. Rêber Apo rê nîşanî me da bê ka em çawa dikarin xwe ji civaka zayendperest xilas bikin. Ji ber vê yekê ji bo giştî cîhanê kesayetekî girînge. Çalakiyên me jî ji bo bûyîna layîqê keda Rêber Apo tên li darxistin. Îro em weke gelê Elman û Kurd li dijî faşîzmê bi hevre li berxwe didin. Di dawiyê de dibêjim; “WERIN CENGA AZADIYÊ’
NC//Seher Denîz