LEVERKUSEN – 4’emîn roja Meşa Dirêj a 6 rojan ê ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dawî bû. Meşa ku ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ber bi Leverkûsenê ve di roja 4. de pêk hat, bi coş û moraleke mezin bi dawî bû.
Li gel baran û şert û mercên hewayê jî ciwanan meşa “Ji bo azadiya Rêber Apo, werin cenga azadiyê” bi coş bi dawî kirin.
Tevlîbûn û morala ciwanên enternasyonal ya ji bo Meşa Dirêj bala herkesî dikşîne. Ciwanên enternasyonal jî bi tevlîbûna xwe ya ji çalakiyê re, girêdanbûyîna xwe ya bi gelê Kurd û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji herkesî re teqez dikin.
Çalakiya îro ya ciwanan ji Dusseldorf Benrath destpêkir, ciwan nêzî 20 km meşiyan piştre gihîştin Leverkûsen.
Ciwan piştî meşa ku li bajarê Leverkûsenê bi dawî kirin, wê danê êvarê çalakiyên xwe bi rêbazên cuda bidomînin.
Meşa Dirêj di roja xwe ya 5’emîn de wê ji Leverkûsen-Kûlne destpêbike.