NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber
a- Konseya Rêveber, ji serokek û sih (30) endamên ku ji aliyê Kongra Gelê ve du salan carekê ji nav hemwelatiyên KCK’ê tên hilbijartin, pêk tê. Serokê Konseya Rêveber bi piraniya zêde (ji nivî zêdetir) yên tevahî endamên Civata
Giştî, endamên konseyê jî li ser bingehê bi piraniya zêde (ji nivî zêdetir) ya endamên Civata Giştî yên amede ne têne hilbijartin. Serokê Konseya Rêveber ji aliyê Rêbertiyê ve tê peywirdarkirin û ji aliyê Civata Giştî ve tê erêkirin. Dema ji aliyê Civata Giştî ve nehate erêkirin, ji aliyê Rêbertiyê ve ji nû ve kesek tê peywirdarkirin û pêşkeşî Civata Giştî tê kirin. Endamên Konseya Rêveber, ji aliyê Serokê Konseya Rêveber ve têne diyarkirin û di Civata Giştî de tê erêkirin. Li şûna endamên ku Civata Giştî erê nekirîn de ji aliyê Serokê Konseya Rêveber endamên nû têne diyarkirin û pêşkeşî Civata Giştî tên kirin. Konseya Rêveber a ku hatiye hilbijartin, di erêkirina Rêbertiyê de derbas dibe. Serokê Konseya Rêveber, dema lîsteya endamên Konseya Rêveber ku wê pêşkeşî Civata Giştî bike, amade dike, dîtin û pêşniyarên pêkhateya Konfederalîzma Civaka Demokratîk digre.
b- Konseya Rêveber, bilindtirîn organa pêkanînê ya Koma Civakên Kurdistanê ye. Hemû sazî, rêxistin, navendên qadan û komîteyên di nava KCK’ê de kordîne dike. Ji pêkanîna biryarên Rêbertî û Kongra Gel berpirsyar e. Biryarên Darazê hem pêk tîne û hem jî dide pêkanîn. Di derbarê xebatên xwe de bi awayekî bi rêkûpêk raporê pêşkeşî Rêbertiyê dike. Li hember civînên salane yên Kongra Gel û yên dema navber ên civatê berpirsiyar e û di derbarê xebatên xwe de bi rêkûpêk raporê dide. Li ser daxwaza fermî ya Dîwana Kongra Gel agahdariyê dike. Ji komîteyên jêr, sazî û rêxistinan bi rêkûpêk raporan digre û di rewşên ku pêwîst dibîne de giştînameyan diweşîne. Dozgerên Dadgeha Îdarî ya Dadîpeywîrdar dike.
c- Serokê Konseya Rêveber, ji pêkanîna peymanê, ji kordinekirin û bi rêxistinkirina hemû xebatên Konseya Rêveber û vesazkirina têkiliya Konseya Rêveber bi Rêberiyê û Kongra Gel re berpirsiyar e. Ji bo ku hemû rêxistinên di nava pergala KCK’ê de, di nava aheng û hev du temamkirinekê de xebatên xwe bimeşînin dixebite. Li ser meşandina xebatên bingehîn ên siyasî û dîplomatîk ên bi welat ve girêdayî disekine û di çarçoveya erk û peywîran de bi cih tîne. Biryarên Kongra Gel ên salane û ên dema navber bingeh digre û li gorî vê yekê hemû plansazî û biryarên demî û siyaseta ku were meşandin, bi Konseya Rêveber re diyar dike. Dema ku pêwîst bê dîtin ji bo civînê bangî Konseya Komuta ya Hêzên Parastina Gel dike û serokatiya civînê dike. Li ser meşandina xebatên Komîteya Rêbertiyê disekine û dişopîne. Li gorî pêdiviyan ji nava Konseya Rêveber cîgirên Serok têne peywirdarkirin.
d- Konseya Rêveber çar mehan carekê bi piraniya zêde (ji nivî zêdetir) dicive. Serokê Konseya Rêveber serokatiya civîna konseyê dike. Bi daxwaza Serok an jî ji 3’yan 1’ê endaman Konsey dikare zûtir jî bicive yan jî civîna xwe paş ve bixe.
e- Konseya Rêveber li ser bingehê navendên qadan û kordînasyonê xwe birêxistin dike û xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend ev in: Navenda Qada Bîrdozî, Qada Siyasî, Qada Civakî, Qada Aborî, Qada Parastina Gel û kordînasyonên li gorî her çar parçeyên Kurdistanê û qadên ji derveyî welat hatîne damezirandin û kordînasyonên jin û ciwanan e. Têkîlî û xebatên di navbera navendên qadan û kordînasyonan de ji aliyê Serokê Konseya Rêveber ve tê kordînekirin.f- Di rewşa ku bi hin sedemên cuda ji çaran yekê Konseya Rêveber kêm bibe, li ser navên ku Serokê Konseya Rêveber pêşniyar kirine, di civîna giştî ya salane ya Kongra Gel a asayî de an jî di civînên Dîwana Serokatiyê û komîsyonên daîmî yên dema navberê de endamên nû têne hilbijartin.
g- Dema ku Konseya Rêveber, komîteyên wê û kordînasyonan hewceyî bi polîtîkayên bingehîn û saziyên nû dît, vêca ji bo derxistina biryarên pêwîst, bi pêşnûme pêşkeşkirinê serî li organên Kongra Gel didin û bi wî awayî pêktînin.
h- Bingehên xebat û xebitîna Konseya Rêveber bi rêvebirnameyekê tê sererastkirin.
Dê berdewam bike……