NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Bi darbeya 12’ê Îlonê re di çêkera şoreşê de guhertinên derketin holê, bi taybetî jî partî, lîderî û heta di derbarê veguherîna kesayet de xalên divê mirov bi girîngî li ser raweste me vekirin. Bûyera li Tirkiyê em hewl didin fêm bikin pergala serdest a Tirke; em dikarin ji vê re bêjin dîroka Tirk jî. Pergala serwer ya Tirk divê çawa ji nû ve bê nivîsandin? Bawerim di rojên dawî de li ser vê mijarê semîner tên li darxistin. Ji aliyê beşên rastgir û çepgir ve dixwazin dîroka Tirk ji nû ve binivîsînin. Wek em dizanin, dîroka fermî dîroka berevajîkirina rastiya ye. Ev dîrok bi rastiya Tirkî re, rastiya netewa Tirk re, bi taybetî jî eşkereye ku pir zêde girêdana xwe bi rastiya siyasî re nîne. Girêdana heyî jî, heta radeya dawî bi armanca siyasî ye; bitemamî di derbarê rewakirina çewsîneriyê de ye. Ev rewş li ser civakê rê ji encamên xapîner û bi taybetî jî nerînek cîhanî ya aliyê wê yê şoven li pêşe vedike. Li ser vê bingehê faşîzma 12’ê Îlonê jî ji bo radestgirtina civakê û rûbirû kirina jiyanek ji nav nayê derketine. Herweha ji bo civak rêyek cidî ya ji navderketinê nebîne, bi nêzîkatiyek dîrokî yan jî di derbarê çêkera dîroka fermî ya leşkerî,
siyasî, civakî, bîrdozî û rêxistinî rast fêm nekirinê re têkildare. Rêjîma 12’ê Îlonê pir vekirî ev pirsgirêk derxist holê. Yên di hizirandinê de hinekî xwedî îdane, mînak kesên wek zanistvanê hêja Îsmaîl Beşîkçî, hinek rewşenbîrên wêrek jî zêde dibin. Bawer dikim ku di demên pêşiya me de wê pênaseyek rast a dîrokê û pênaseyek rast a serdestiyê bê kirin. Lewra şêwazê xwe birêxistinkirina dewletê, ji aliyê siyasî, leşkerî û bitaybetî jî aliyên veşartî mane li ser bingehekî rast bên ronîkirin. Li ser vê bingehê jî wê rastiya 12’ê Îlonê baş bê fêmkirin. Niha rewşa siyasî ya li Tirkiyê bitemamî di nav aloziyê de ye. Gel baweriya xwe bi ti partiyê nayîne, ne baweriya xwe bi rastgir, ne jî bi çepgira heye. Ji ber ku xebitîna wan hemane; partiyên dewletê ne. Zû bi zû xwe parçekirin û mîna ku partiyên nû ne nîşandayîna wan jî êdî fêda xwe nîne û baweriya gel bi vê jî nemaye. Tenê ez vê nabêjim. Ev rewşek temaşevanek ji rêzê jî dikare bibîne û bêje ye. Lê belê bingehên vê yên dîrokî ku bi qasî tu nikarî bi çavdêriyekê rave bike kûr hene.Berî her tiştî girêdana pergala Tirk a siyasî bi pergala leşkerî re heye. Em di vê baweriyê de ne ku me ev bi çalakiya xwe derxistiye holê. Tenê ne jiyana leşkerî û siyasî, jiyana şoreşa dijber xwe dispêrê û me rastiya dîrokî ya li pişta wê jî tahlîl kiriye. Dîsa rastiya dewletê ya veşartî, siyaseta Tirk, partiyê wê yên siyasî çawa ava bûne, serweriya xwe çawa li ser gel pêş xistiye jî me derxist holê. Ev hemû niha tenê di asta pirs de jî, ji raya giştî re teysandina me pêşketinek biçûk neyê dîtine. Ev kirbandina çalakiya me ya şoreşgerî li ser raya giştî ya Tirkiyê û çêkera rewşenbîr pêşketinek pir girînge. Ji vê jî wêdetir şerê me bi artêşa wê re, dîsa bi hemû partiyên siyasî re, ji çepgir û rastgirên xwe hesab pirsîna me, li Tirkiyê çekerek siyasî çawa heye bi awayekî raya giştî bibîne daniye holê. Nemaze divê mirov dîrokê bi şêweyekî rasteqîn binirxîne. Pêşketinê rojana encax li ser vî bingehî bên fêmkirin. Dîsa pirsgirên di civakê de zêde dibin, ger tê xwestin rêyek ji buhranê derketinê bê nîşandan pêdivî bi analîzek rast heye. Dîsa ger em bixwazin rastiyên ji aliyê şerê şoreşa dijber û şerê me yê şoreşgerî ve derxistine holê bi xetên giştî bînin ziman, rejîma Tirk yan jî serdestiya Tirk wek pir tê îdakirin, ne serdestiyek xwedî ezmûnên pir pêşketî yê dewletê, nizanim di dîrokê de wisa şopa xwe hiştiye, nizanim împaratoriyek wisa ava kiriye û bi vî rengî di cîhanê de rehê xwe belav kiriye. Di dîroka Tirkan de hebûna girêdanên êl-eşîrên ji çolên Asya Navîn paşverûtir, ji aliyekî de mercên neyênî yên demsalê, ji aliyê din ve xwe gihandina qonaxek diyar ya civaka komînala seretayî, lewre derketina holê ya hinek pirsgirêka, bi zêdebûna hejmara niştecihan re, hema bêje mîna di dîroka pêşketina her qabîleyekê de hatiye dîtin rastiyek îstîla û belavbûnê mijara gotinê ye. Rûtbûna Asya Navîn û ji ber sedema demborîbûna şaristaniya li ber serî ber bi Çînê, ji aliyê Bakur ve ber bi nav Rusya ve, li Başûr ber bi Hindîstanê ve, ji Rojava ve ber bi Îranê ve mirov dikare bêje herîkîna xwe domandine. Sedemên di bin vê herîkînê de wek hatin destnîşan kirinin. Ango mercên demsalê, nifûsa zêde dibe di rêxistinkirina klan-qabîla de ber bi asta jor ve çûyîn serdemên sereke yên civakî û erdnîgarî yê van herikîna ne. Ger bê dîqatkirin, ev qabîle, qabîleyên li ser pişta hespa jiyan dikine. Li ser pişta hespa, ango di wateyekê de şêwazê jiyaneke leşkerî li pêş, şûr di dest de û dixwazin qadê jiyanê ji xwe re vekin. Bi vê armancê êrîşî her derê dikin. Wek tê dîtin pergala serdestiya Tirk ji despêka xwe ve bi şûre, ango asta xwe ya leşkerî li pêşe. Di dîrokê de Roma heye û yek jî Atîna heye. Van piştî hinek pêşketinên diyar û şûn de demokrasî pêş xistin. Ji ber ku Roma û Atîna li cihên ku dewlet lê damezrandin şaristaniyek dikare ristên dîrokî bilîze pêş dixistin. Ew ax ji bo vê guncawin û ti aliyê vê yê ku mirov loma jê bike
nîne. Şaristaniya Atîna, şaristaniya Roma du şaristaniyên herî zêde bandor li ser dîrokê kirine. Heman tişt ji bo mezopotamya jî dikare bê gotin. Şaristaniya Sumer –jixwe despêkirina şaristaniya Mezopotamya dikare bê hesabkirin- bitemamî di çarçoveya hilberîna çandiniyê de derdikeve holê. Belavbûna vê şaristaniyê mînak heta Nîlê dirêj dibe. Ji wir ber bi Ewrûpa ve li ser bingeha bandor kirinê ye. Ev rewş bi şaristaniyên din ên li Mezopotamya re, di vê navberê de bandorek pir erênî û pêşverû li ser qabîleyê Kurdan kiriye. Çanda li derdora Mezopotamya hatiye damezrandin li pêşe. Pêşketinê siyasî, çandî, hiqûqî ku rê jê re vekirine di dîroka mirovahiyê de şopên girîng hiştine. Di mîrên Tirkan de dîtina pêşketinek wisa ne gengaze. Ji ber ku êrîşkar û êrîşberin. Her tim qadê diguherin; rewşek wan a ku bikarin şaristaniyê pêş bixin nîne. Armanca wan lêdan, kuştin û desteserkirine. Baskên wan ên ber bi Hindîstanê, nav Rusya yê û heta Macerîstanê diçin hene. Bi sedên sal li ser Hindîstanê bandora xwe domandine. Êrîşî Çînê kirine, lê serdest nebûne, helîne. Dîsa heta Rojhilata Navîn hatine.
Bi Selçûqiyan dest pê kirine, paşê bi Osmaniyan re meşandine û herî dawî jî bi KT’yê re dewam kirine. Çanda dîrokî ya pergala serdestiya Tirkan wisa ye. Xisleta wê ya sereke talanker û leşkerîbûna wê ye. Em dev ji tevkariya
wê ji şaristaniyê re berdin, şaristaniya heyî jî taxrîb kiriye. Li ser bingehê li ser van xwîn rijandinê serweriyek çors a çînî ava kiriye. Bi ti awayî derfet nedaye pêşketina mafê demokratîk, bi taybetî yê hiqûqî, siyasî û çandî. Pergalek yê heyî berevajî kiriye, sînordar kiriye, mêtingeriya xwe ya çînî talanger, teng û çors serdest kiriye. Mînak, pergala serdest a Tirka Îslamiyet jî li ser vê bingehê li gorî pergala xwe pêk aniye. Halbikî derketina Îslamiyetê li Nîvgirava Ereba, pêşketina wê tevkariyek pir mezine ji şaristaniyê re. Îslamiyet şaristaniya feodal pêş dixe; bi aliyên xwe yên leşkerî, siyasî, çandî û hiqûqî rê ji gelik pêşketinên gerdûnî re vekiriye. Lê pergala serdest a Tirka dema ku tê û xwe li ser hebûna Îslamiyetê dide rûnişkandin, hemû pîvan tên çorskirin, tengkirin, zextek pir çors a çînî tê serwerkirin. Jixwe mîrên Tirk jî di nav vê de ne; li ser wan jî çewsandinek mezin tê sepandin. Bi komkujiyên pir hovane Tirkmenên tên çewsandin, berê xwe didin Torosan, Behra Reş, heta çiyayên Ege yê. Bi zorê canê xwe rizgar dikin. Heta niha jî li van çiyayan Konên wan hene. Divê mijarê de dîroka Selçûqiyan pir bi xwîne. Osmanî biqasî şahzadeyên xwe ketil bike şêweya serdestiya despotîke. Û ev jî bitemamî birêbazên leşkerî pêş dikeve. Împaratoriya Osmanî li beramberî emperyalîzma pêş dikeve dema derfetê xwe yê elavbûnê namîne, sedema hebûna wî ji holê radibe; diçilmise, paşê wek em dizanin li pê hev hilweşîn dest pê dike û hildiweşe.