NAVENDA NÛÇEYAN – Li hember siyaseta tunekirin û înkarê ya ku li ser Kurdistanê tê meşandin, ji diyarkirin û pêkanîna siyaseta neteweya demokratîk, ji rêxistinkirina xebatên siyasî yên li parçeyên Kurdistanê û yên ji devreyî welêt, ji pêşxistina têkilî û îtifaqên gelê me yên bi gelên herêmê û raya giştî ya demokratîk re, ji bo xebatên avakirina civaka demokratîkekolojîk ji çêkirina bîr û baweriya çalakî û rêxistîbûyînê û ji afirandina pergala hiqûqê û rêxistîbûyîna demokratîk berpirsiyar e. Van peywiran bi şêweyê birêxistîkirina komîteyên li jêr dimeşîne.
a- Komîteya Siyasî: Ji meşandin û venêrîna rêxistin û xebatên siyasî yên li parçeyên Kurdistanê û welatên cîran berpirsiyar e. Çawa ku di xeta KCK’ê de ji bo rêxistinên siyasî pêşbikevin dixebite, her wisa alîgirê bi tevgerên siyasî yên nêzîk re têkilî û îtifaqên dostane danîn û pêşxistinê ye jî.
b- Komîteya Ekolojî û Rêveberiyên Cîgeyî: Ji bo rêveberiyên cîgeyî bêne rewşeke demokratîk, azadîxwaz û beşdarvan, dixebite. Bi vê armancê di gund û bajaran de rêxistîbûna komunal pêş dixe. Ji bo pêşvebirina bîr, bawerî, rêxistîbûn û jiyana ekolojîk xebatên ku pêwîst bikin dike. Bi vê armancê li Kurdistanê û di qada navneteweyî de bi sazî û rêxistinên ekolojîk, hawîrdor û rêveberiyên cîgeyî re di nava piştgiri û danûstandinan de ye. Ji bo ku yên nû bi pêş bikevin piştgiriyê dide.
c- Komîteya Hiqûqê: Ji bo pêşxistina pergala hiqûqa dadwer û demokratîk a KCK’ê û avakirina sazî û dezgehên pergala darizandinê yên wê dixebite. Li ser bingehê pîvanên hiqûqa demokratîk û komunal bîr û baweriya hiqûqa
demokratîk pêş dixe. Binpêkirinên hiqûq û mafên mirovan û sûcên şer lêkolîn dike. Li hember vê yekê têkoşînê dide. Ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya pîvanên hiqûqa demokratîk de were çareserkirin, têkoşînê dide. Bi sazî û dezgehên mafên mirovan û hiqûqê re di nava têkilî û piştgiriyê de ye.
d- Komîteya Têkiliyên Derve: Xeta polîtîkaya derve ya KCK’ê derbasî jiyanê dike. Ji bo têkoşîna azadiyê ya Gelê Kurdistanê di qada navneteweyî de bide nasîn dixebite. Xebatên dîplomasî pêş dixe. Ji bo îtifaqên stratejîk û taktîk
avabike dixebite.
e- Komîteya Hindikayî û Komên Baweriyê: Ji bo hindikayî û komên baweriyê bi awayekî azad xwe birêxistin
bikin û wekhev beşdarî jiyana civakî bibin dixebite. Li hemberî hişmendiya ku cudahiyan nas nake, dijdemokratîk û paşverû têkoşînê dide...
Dê berdewam dike….