NAVENDA NÛÇEYAN – Bêyî hêza Parastina Rawa rewşa civakê û di serî de ciwanan di nava xeteriyeke mezin de ye. Civakê ku ciwanên xwe radestî hêzên serdest kirî, wê her rojên xwe bi êrîşên dagirkeriyê re bide domandin. Yanê ewê her roj bi kuştin, komkujî, qirkirin û gelek rêbazên din yên hov re jiyan bike. Sîstema dagirker û mêtînger di şexsê ciwanan de tevahî civakê dike hedef. Sîstema modernîteya kapîtalîst dixwaze di şexsê ciwanan de tevahî civakê ji Parastina Rawa bê par bihêle û wê ber bi xeta xwe ya helandin û tunebûnê ve bikşîne. Bi taybet li Kurdistanê ji dema avabûna Komara mêtînger û qirker ya Tirkiye yê, polîtîkayên vala derxistina hêza cewherî ya civaka Kurd, di asta herî jor de tê meşandin û bi rêve birin. Gelê Kurd ya ku beriya 50 salan li dijî van polîtîkayên serê xwe tewandibûn, bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re ji nû de rabûn ser piyan.
Îro gelê Kurd û Kurdistanê bi saya PKK’ê û têkoşîna azadiyê, ji bo hêzên mêtînger û qirêj bûne metirsiyek. Bi taybet ciwanên Kurd yên ku di nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirin, ji bo tevahî hêzên dagirker bûne topek ji agir û di dilê wan de teqiyan e. Îro li Kurdistanê di xeta Parastina Rawa de gelê Kurd têkoşîna xwe ya netewî û azadiyê gihandiye lûtkeyê.
Di vê çarçoveyê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê, wê li dijî êrîşên dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê, konferansekê di bin navê Parastina Rawa de, bi dirûşmeya “LI DIJÎ ÎXANET Û DAGIRKERIYÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” li darbixin.
Derbarê konferansa ku were li darxistin de Komîteya Navendî ya Ragihandina Ciwanan spotek amade kirine û di wê spotê de sedem, armanc û naveroka konferansê vedibêjin.
Bi temamî agahiyên derbarê konferansê de wiha ye;
Di bin dirûşmeya ‘LI DIJÎ ÎXANET Û DAGIRKERIYÊ WERIN CENGA AZADIYÊ’ Yekemîn konferansa parastinê yê ciwanên Herêma cizîrê tê li darxistin. Ev Konferens wê 2 rojan berdewam bike.
ROJA YEKEMÎN:
Wê hemû lîstokên xwe parastinê yên wekî; Taykiwando, Lîstokên Gerîla wek (Birê û Govenda 12 Siwarî wê were pêşkêş kirin), her wiha wê helebestên gerîla, govendên çandî were pêşkêş kirin.
Her wiha Fîlma parastina rewa jî wê were pêşandan. Koma stranan jî wê stranên xwe vebêjin.
ROJA DUYEMÎN:
Wê Perspektîvên Rêber Apo derbarê parastina welat de bi awayekî dîtbarî were pêşandan. Her wiha ji bo pêşxistina hişmendiya parastina rewa wê nîqaş, nêrîn û pêşinyar di konferansê de bi pêş bikevin. Di dawiyê de wê bi dîlan û şahiya derçûyîna konferansê were pêkanîn.