KOBANÊ – Li Zanîngeha Kobanê bi tevlîbûna dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yek ji kadroyê pêşeng ê PKK’ê û berxwedêrê greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê şehîd Alî Çîçek bi çalakiyekê bi bîranîn.
Civînê ciwanan bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.
Piştre jî li ser navê ciwanan Hebûn Mihemed axivî. Hebûn Mihemed bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê û taybet kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên ketibûn Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an. Hebûn Mihemed qala kesayet û têkoşîna şehîd Alî Çîçek kir ku yek ji pêşengê Rojiya Mirinê bû ku di encama grevê de şehîd bibû.
Piştî axaftinê jî sinevizyonek li ser kesayet û têkoşîna şehîd Alî Çîçek hate nîşandan.
Civîna ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.