MEXMÛR – Îro danê êvarê demjimêra 17:00’an de, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şênî û malbatan, ji bo gerîlayê YJA STAR’ê şehîd Mardîn Penaber (Beybûn Kara) merasîmek girseyî hate li darxistin.
Beriya ku merasîm destpêkê bike, deqeyeke rêzgirtin, di şexsê şehîdên Girê Hekkarî de, ji bo tevahî şehîd şoreşa azadiya Kurdistanê hate girtin. Ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mûrat Encû ve belgeya şehîd Mardîn hate xwandin û radestî malbatê hate kirin.
Endamê Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakistan Bîlen axaftin kir û wiha got: ‘’Tiştek bê berdêl çênabe. Dema ku me dest bi vê şoreşê kir, me zanî emê berdêlên herî giranbûha jî bidin.”
Her wiha ji malbata şehîd Mardin dayîk, bav û xwişkê wê axivîn û hestên xwe wiha anîn ser ziman “Min Mardîn bi destê xwe mezin kir û min şand nav refên gerîla, ez Mardîn diyarî Rêber Apo û Mardîn soz da ku ji bo gelê Kurd xwîna xwe bike mertal”.
Merasîm bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin” bi dawî bû.