NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Li Tirkiyê Partîparêzî Dijberî Demokrasiyê Faşîzme Jixwe CHP –Partiya Gel ya Komarê- bi xwe jî piştî komarê tê damezrandin. Ango despêkê komar hatiye damezrandin, paşê partî. Dewletê dadimezrîne, her tiştî digire bin ewlehiyê û dibêje; “Em bi partiyekê taqwiye bikin.” Çiye ev? Ya rast CHP partiyek dewletê ye. Ango partiya dewletê ya tevizandina girseya ye. Gel ji aliyê bîrdozî, siyasî ve şîlo dike, dixe nav lihevkirinê, serî bi wan dide tewandin û rêxistina vane. Wek tê gotin ne partiya rejîma komarê û ya gele. Di nav vê partiyê de gel nîne, endamên wê jî nînin, di despêkê de endamên wê çend paşa ne. Ji aliyê M. Kemal ve partiyek dewletê ya wisa tê damezrandin û ji jor de li ser gel tê ferz kirin. Li ser esasê berjewendiyên xwe bîrdozî û polîtîka xwe li ser gel ferz dike. Mûçe dide, jixwe îro jî wisa ye. Çi DYP, -Pariya Rêya Rast- çi jî SHP –Partiya Gel a Sosyalîstencax bi mûçe, bi berjewêndiya mirova bi xwe ve girê didin û rêve dibin.
Ango dibin partiya dewletê. Di rastiyê de jî partîgîrî, bitemamî diyardeyek cuda ye. Di demokrasiyên burjuwa de jî partîgîrî li ser fedakariyê tê damezrandin. Di despêkê de partîgîrî bitemamî xwe dispêre girseyên gel, dewletên feodal derbas dikin, ger hebin dewletên din wan jî derbas dikin. Li şûna wan komara gel ango ya burjuwa dadimezrînin, demokrasiya wan pêş dixin. Li Tirkiyê bitemamî berevajî ye. Di wan demên gel jê re dibêjin serdemên şerê rizgariyê de partiyên cuda hene. Partiya Komînîst heye, Artêşa Kesk heye. Ev pêşketinên hinekî gelparêzî û asta wan a demokratîk li pêşin. Lê M. Kemal herdu jî çewsandin. Dîsa serîhildana Kurdan hebû. Dikarî ji gavên demokratîk re bibe zemîn. M. Kemal ew jî bêrehm çewsand. Heta kesên mîna Kazim Karabekîr ê ku despêkê bi wî bi xwe re ye û paşê hinek xeletiyan tîne ziman û yên wekî wî hene. Ew jî çewsandin. Bi vî rengî ber bi yek partîbûnê, bitemamî dij demokrasiyê, heta pergala ku jê re tê gotin partiyek yek şefî bûn. Ev partiya şef, pir zêde ji modelê li Almanya heyî faşîstir hat pêşxistin. Hinek sûd ji ezmûnên partiya Sovyet û partiya komînîst werdigire.
Di çalakiya M. Kemal de ji Hîtler, Mussolînî û heta ji Stalîn bandorbûn heye. Rojane pêşketina dişopîne û ji bo Tirkiyê modelek wisa ferz dike. Û CHP dibe modela partiya herî zêde dijberî demokrasiyê, dijberî gelparêziyê ya di dîrokê de herî zêde çewsîner û zextkar. Wek tê zanîn ev model paşê pêşket. Dema bixwazin bişibin dermokrasiyê burjuwa, mîna Serbest Firka, partiya demokrat hinek avanî derxistin holê. Ev jî partiyên dewletê bûn. Bi fermanê hatin damezrandin. Lê dema sînorê xwe derbas kirin hema hatin tasfiyekirin. Piştî darbeya 1960’î Menderes îdam kirin. Partiya demokratîk-Menderes, bi teybet modela demokratîk a dewletê, ji hemû aliyan ve kapîtalîzma di nav dewletê de pêşket, bi alîkariya Ewrûpa û DYE’yê xwestin hinekî lîberal bikin. Modela dewletparêz derbas bikin, di çandiniyê de kapîtalîzmê pêş bixin, hinekî derkevin dervî modela dewletê û xwestin hinekî sivîl bibin. Dema Partiya Demokrat xwest gav bavêje nav sîvîlbûnek cuda, dewleta brokrat ev bi darêzek wisa giran ceza kirin. Avaniya Komara Tirkiyê wisa ye. Avaniya CHP’ê, heta ya DP’ê –Partiya Demokrasiyê- jî wisa ye. Partî hat belavkirin û çû, kes xwedî lê derneket. Ji ber ku partiya dewletê bû hat belavkirin û tu kes
xwedî lê derneket; divê ev baş bê fêmkirin.
Piştî vê partiyên di sala 1960’î de hatine damezrandin hene. Dîsa CHP heye. Partiya Dadê heye; ew jî ne cuda ye. Piştî cûntaya 27’ê Gulanê dixwazin dîsa gel nerm bikin. Di wê demê de hinekî nakokiyên çînî pêşketine. Kapîtalîzma çandiniyê, kapîtalîzma bazirganiyê pêş ketiye. Dîsa pîşesazî hinekî pêş dikeve; çîna karkeran, gundîtiya hejar, ciwanên rewşenbîr derdikevin holê. Ev tev arasteyî tevgerîna civakî, her ku diçe tevgerîna şoreşgerî dibin. Ji bo çewsandina van, ji cewher derxistinê çepgiriya girêdayî dewletê tê pêşxistin. AP –Partiya Dadê- hinekî berê xwe dide lîberalbûnê, lê dîsa girêdayî dewletê ye û partiyek dewletê esas werdigire ye. Piştî sala 1960’î hewl didin serdestiya dewletê bi şêweyekî din pîlan bikin. Li beramberî vê Ecewîtparêziyê pêş dixin. Çepgiriya Ecewît, ji bo rêgirtin li çepgiriya şoreşger derdixin holê. Demîrel jî lîberalekî sexte yê rêgirtin li pêşketina lîbaraliyê ye. Yek jî MHP –Partiya Tevgera Netewparêz- heye. Divê ku mirov MHP’ê wek partiya fermî ya artêşê rabigihîne. Partiya sûbayên malnişîn, amûra wan a sivîle.
MHP rojane komkujiyan dike. Ev partî bi xwe qetlên artêş dixwaze bi destê xwe bike, zext û îşkenceyan bi xwe dike û xwedî karîgeriyek wisa ye. Çanda MHP’ê li beramberî çepgiriya piştî sala 1960’î pêş ket, dîsa li dijberî tevgerên rizgariya netewî yên pêş ketin, ji bo çewsandina van tê avakirin. Ji vê re dibêjin; “Terîtoryal” Bêy ku artêşa fermî têkilî vê bikin, bi amûrên wê yên şerê taybet pergalê temam dikin. Ev di nav NATO de jî heye. Herweha ev ji aliyê Tirkiyê ve bi berfirehî tê pêşxistin. Ji ber zêdebûna bandora têkoşîna PKK’ê vê pêş dixin. MHP, amûra sîvîl a daîreya şerê taybet a di nav artêşê de ye. Rêxistina îşkencê, rêxistina kujernediyara ye. Partiya qirkirina çepan, karker û welatparêzê Kurde. Di gel van ya din jî Partiya Selameta Mîlî –MSP- derdikeve holê. Hemû nîşane diyar dikin ku ev jî partiyek îcada dewletê ye. Em baş zanin ku yên gazî Erbakan kirine generalin; dîsa tê zanîn ku yên fermana partiyê ava bike dane jî ew in.
Çapemeniyê ev nivîsandibû. Bi taybet helandina piştî 1970’ê ya Kemalîzmê û deşîfrebûna MHP’ê heye. Çanda Îslamî heye. Ji bo bandora têkoşîna netewî li ser têkoşîna çînî asteng bikin di nav dewletê de piştî sala 1980’ê ev meyla Îslamî zêdetir derdixin pêş. Ji bilî vê hinek partiyên din jî tên damezrandin, dixwazin pêş bixin. Pêwîst nake em navê van zêde bînin ziman. Jixwe hebûnek jî nedan diyarkirin. Partiyên şoreşger jî hebûn, ev nû pêş ketibûn. Em dikarin ji van re bêjin partiyê karkeran jî. Bi rastî jî van li beramberî dewletê, Kemalîzmê, birdoziya Kemalîzmê û desthilatdariya wê ya siyasî ciwanên canê xwe kirine sîper û derketine holê, yan jî partiyê ciwana ne. Ev partî çiqasî pêşketin, çiqas bûn malê gel mijarek cuda ye. Lê divê mirov diyar bike ku qonaxa partîbûnek nû dan despêkirin û PKK girêdayî pêşketinek bi vî rengî derket holê. Divê ez vê xalê jî bitaybetî diyar bikim. Partîbûna demokratîk a eniya kedê, partîbûna demokratîk-şoreşger a gel, yên ku demokrasiya gel, komara gel xistin rojevê û her ku diçû
partûbûna desthilatiya gel dikirin armanc bûn. Bi taybet cihekî girîng ê vê çêkerê di partîbûna piştî salên 1970’yan de heye.