ÇEWLIK – Li çoltarên mezraya Xîşxîşok û gundê Heznawe yên navçeya Kanîraş a Çewlikê bi wesayîtên zirxî û helîkopteran êrîşên dagirkeriyê hate destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa Tirk di saetên serê sibehê de bi helîkopteran leşker danîne herêma operasyonê. Hat ragihandin ku heya niha li herêmê tu şer derneketiye û êrîşên dagirkeriyê berdewam dike.