NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendakarên zanîngeha Tehranê ji bo jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, ku ji aliyê polîsên dij bê hîcabiyê ve hatî qetil kirin daketin qadan û meşeke girseyî li darxistin.
Xwendekaran di meşa xwe de hêrs û bertekên li dijî sîstema zayendperest ya rêjîma Îranê anîn ser ziman û bi hev re siloganên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di dema ku xwendakeran çalakî dikir de polîsan êrîş kirin hewl dan ku çalakiyê asteng bikin, lê belê xwendekar nesekinîn çalakiya xwe berdewam kirin.