NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hejmara xwe ya meha Îlonê bi sernivîsa “BI RIHÊ HEMLEYA DEM DEMA AZADIYÊ YE, EMÊ FAŞÎZMA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKIN” derket.
Kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî derdikeve, navaroka wê bi vê rengî ye;
Di kovarê de nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan yên derbarê Kapîtalîzm û Parastina Rawa cih digire.
Perspektîva ciwanên şoreşger û jinên ciwan, her wiha portreya şehîdan jî cihê xwe di vê hejmarê de digirin.
Têkoşîna li dijî şerê taybet û gelek nivîsên li ser derbeya faşîst ya 12’ê Îlonê hatine amade kirin.
Di naveroka kovarê de cih ji nirxandinên ser stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî re jî hatiye dayîn.
Hûn dikarin li ser van navnîşanan kovarê bixwînin..
kovara mehane ya Ciwanên Şoreşger Meha Îlonê (ciwanensoresger.com)