COLEMÊRG – Artêşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên girêdayî Gever a Colemêrgê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; bi destpêkirina êrîşê re li gund û zozanên Kaport û Memkavayê di navbera gerîlayên HPG/YJA STAR û artêşa Tirk a dagirker de pevçûn derketin. Hat zanîn ku şer bi saetan domiya.
Hate zanîn ku piştî êrîşa dagirkeriyê leşkeran li ser gundê Memkavayê de girt. Leşkeran hemû şênî ji malên wan derxistin û di malan de lêgerîn kirin. Her wiha leşkeran 10 şêniyên gund jî destgîr kirin. Navên çend welatiyên hatine destgîrkirin wiha ne: “Zenûre Ozkaplan, Zîna Ozkaplan, Adîle Ozkaplan, Jiyan Ozkaplan û Îlham Ozkaplan.”
Gundiyên hatine destgîrkirin jî ewil birin Midûriyeta Polîsan a Geverê û ji wir sewqî Dadgeha Geverê hatin kirin. Hat zanîn ku parêzeran xwestin bi destgîrkiriya re hevdîtinê bikin lê destûr nehat dayîn.