BEHDİNAN – Hedefa artêşa Tirk a dagirker ev bû ku Zap, Metîna û Avaşînê dagir bike. Di vê pêvajoyê de artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê her cure çekên teknolojiya dawîn bi kar dianî. Di heman demê de gelek caran çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer jî bi kar anî.
Saziyên navneteweyî yên ku çekên kîmyewî qedexe kiribûn bêdeng in. Artêşa Tirk sûdê ji vê bêdengiyê werdire. Dîmenekî din derket holê ku bê ka artêşa Tirk çawa sûcê şer dike. Li Girê Şehîd Pîrdoxan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Metînayê ku çend meh in şerekî giran lê heye, artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dîmenê van êrîşan hate qeydkirin.
Ji du aliyan ve dîmen hatine qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk berê bi bombeyên taktîk nukleer dixwaze tunelên şer biteqîne. Dengê teqînê ji çend kîlometreyan tê bihîstin. Leşkerên artêşa Tirk piştre li ser hesabê ku tunela şer texrîb kirine, diçin têketina tunelê kontrol dikin. Piştre gelek leşkerên Tirk çekên kîmyewî yên ku gaza jehrî jê diçe, li tunelan bi cih dike.
Bicihkirina çekên kîmyewî bi beşdariya gelek leşkeran bi baldarî tê kirin. Piştî ku çekên kîmyewî tê bicihkirin leşkerên Tirk ji herêmê derdikevin. Çekên kîmyewî yên di nav tunelê de ji dûr ve tê çalakkirin û gazeke jehrî ya reş jê diçe.