NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Firat Çaplik a HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir wan li Torbaliya Îzmîrê bi sabotajê fabrîkeyek şewitandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 17’ê Îlonê de di destê sibehê de me bi teknîkeke taybet a sabotajê fabrîkeyeke kozmetîkê ya li Taxa Yazibaşi ya Torbaliya Îzmîrê şewitand. Şewat li temamî fabrîkeyê belav bû. Pê re agir berê xwe da fabrîkeya pakêtkirina beharatan û qada tankên LPG’ê lê hene. Piştre li ser hev teqîn çêbû. Wesayîtên li hewşa fabrîkeyê jî ketin halê ku êdî nayên bikaranîn.”