NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Şêwazê jiyana 12’ê Îlonê heta dawî kedxwariye û bêy ku bixebite desteserkirinê esas werdigire. Kesayetên siyasî di holê de ne. Meclîsê wan bitemamî girêdayî xeleka ferman-fermandariyê ne, ango bitemamî meclîsê xapandinê ne. Cihê erêkirina biryarên ji aliyê Desteya Ewlekariya Mîllî ne. Hikumet jî ne hikumetek çalake, berdeste. Karê cuda yê propaganda, karê gel xapandinê dimeşînin. Yê li ser karin hêza ferman-fermanderê şerê taybet, fermandariya giştî, Desteya Ewlekariya Mîllî yan jî têkeliyek veşartî ya tova vê ye. Civakê bi şerekî derûnî yê dijwar birêve dibin. Demogojiyek mezin serwer kirine. Bi pergalek mîna kûçikê Pavlov bi aboriyê ve girê dane, tu çiqasî li pê bibezî ewqas nan ji te re heye! Bitemamî rejîmek meymûn kirinê ye. Em dizanin jiyanek şoreşger a milîtanî jî dixwazin pêş
bixin. Bi şêweyekî pir alî, eşkereye ku şerekî mezin pêş dixe û vebijêrkek din jî nîne. Çiqas şoreş pêş bikeve wê perda biqetîne, rûpoşa bixe; rastî çiye wê derxe holê. Me hinekî derxist holê, ji vê jî zêdetir em dê di dema pêşiya me de derxin holê. Ev rastiyên hatin diyarkirin ji nêz ve bi rastiya şerê me ve girêdayîne. Ji aliyekî ve dewlet welatparêz û gundiyê herî ji rêzê qetil dike û kedkaran tîne rewşa nikarin bijî, ji aliyê din ve komên mîna Dev-Yolê, ger di nav dewlet û civakê de bi asanî dikarin xwe rêxistin bikin, divê mirov têkiliya vê bi şerê taybet re bibîne. Ma rêxistinek ewqas rehet, bala şerê taybet nekişîne dibe? Ma yê ku nizane rejîma şerê taybet di her qadê de bi şêwazekî dijwar xwe birêxistin dike, heta yek bi yek takê civakê hewl dide jiyana wan bixe bin venerînê heye? Tevî ku rewş ev e ji dervî zanyariya rejîma şerê taybet gelo xwe birêxistin kirin gengaze? Ger her yek ji van hêza dikarin wisa xwe birêxistin bikin, wê demê ev hêz dostê şerê taybete, berdewamiya wî ye û ji wî pêk tê. Di vê mijarê de di derbarê beşên cor bi cor ê çepê Tirka de fikarên me yên cidî hene. Çi çalakgerê wê be, çi jî çepgirê xwe yê wisa be, hemû jî heta dawî bi dewleta xwe ve girêdayî ne û corê çepgirên heta dawî naxwazin zirarê bidin dewleta xwe ne. Ji van re nabêjim çepgir jî. Ev, hinek rêxistinên taybet ên dewletê bi rûpoşê çepgiriyê ne, ji bo pêşwazîkirina hinek pêdiviyan hatine teşwîq kirin û lewra mirov dikare wek hinek rêxistinên ne yekser piştevaniya wan tê kirin binirxîne. Hinek ji van veşartî dikin, hinek vekirî, heta hineka ji wan jî dikin çalakger. Her çalakiya ku dewletê bihêz dike, dîsa têkoşîna xwe ya vekirî nîne, di demên herî xeter yên mirin-mayînê de jî têkoşîn nakin, rêxistinên wisa yên çepgir biguman tên pêşwazîkirin. Rêxistina ku di dema herî zêde de kedkar tê de tên çewsandin û mêtingerkirin de dengê xwe nake, ma wê kengî dengê xwe derxe? Divê ku mirov biguman li yê wisa binêre. Hêzên xwe li beramberî rêjîma 12’ê Îlonê çepgir dibînin gelo çi kirine? Li beramberî rêjîmek gel û kedkaran heta dawî dieciqîne helwest û têkoşîna wan çiye? Rêxistinên qaşo herî zêde bersiv didin van pirsan biguman tên pêşbazîkirin. Rewşa şênber ji nêz ve nizanim, lê ger rêxistinên wisa hene, yan wê ev xwe derxin der û xwe bi şerê şoreşgerî biselmînin, pêş kedkaran bikevin şerê wan ê çînî, şêrê wan ê civakî û qet nebe şerê wan ê aborî li gorî heq kirine bimeşînin, yan jî wê nikaribin xwe ji rêxistinên biguman, herî kêm ne çalak, oportonsît rizgar bikin. Em naxwazin pêşwext van sîxur ragihînin, lê divê mirov vî aliyê wan jî li berçav bigire. Em baş dizanin hinek derdorên heta dawî reformîstin, bi taybet hêviya xwe bi binketina şoreşê, pelçiqandina PKK’ê ve girêdane hene. Divê ev derdor li xwe dîqat bikin. Tevî hemû niyetên me yên baş û helwestê me yê piştevaniyê didin jî, li beramberî dewletê ti derketinek wan nîne û teqez naxwazin ji pergala 12’ê Îlonê jî rizgar bibin. Tevî vê jî ji kirina wêjevaniya çepgiriyê, heta qaşo xwe wek çêkerek rêxistinî diyarkirinê jî şûn de namînin. Çima wisa dikin? Ma pir ne vekiriye ev ne ji bo eciqandina şoreşê, heta piştî eciqandina PKK’ê razandineke? Xwediyê nêzîkatiyên wisa divê ku ji nû ve rewşa xwe di berçav re derbas bikin. PKK nayê eciqandin. Ger linav biçe jî wê mîrateya wê ji kê re bimîne mijarek din a nîqaşê ye. Li şûna rêxistinên qaşo şoreşger yên wisa, rêxistinek şoreşger ya bihêztir dikare bê damezrandin. Herweha PKK bi hemû hêza xwe li ser piya ye û ji leza pêşketina xwe tiştek ji dest nedaye. Wê teyîsîna vê ya şoreşgerî li ser Tirkiyê jî her roja derbas be derkeve holê. Ger îro bi rastî jî ev rêxistin ji şoreşgeriya xwe bawerin, li dijberî PKK’ê bin jî, divê girêdana xwe bi PKK’ê re deynin holê û bibînin. Têkiliya hebûna wan bi xwe bi PKK’ê re çiye? Dixwazin bibin dost yan dijmin? Mil bi mil dixwazin şer bikin, yan jî li benda eciqandina wê ne? Di van mijara teva de pêdivî bi vekirîbûnê heye. Heta ku vekirî nebin, em ê jî wan wek yên di tariyê de digerin, teyrê berate xwurên mîrata şoreşgeran yan jî xafîl, oportonîstên dixwazin ji zahmetiyan sûd werbigirin û yên ev xistine aqlê xwe binirxînin. Bi vî rengî nirxandina me jî rast û di cih de ye. Ger hebin yên wisa pêdiviya wan bi vekirîbûnê heye. Berevajî wê nikaribin xwe ji bi vî rengî rexnekirinê û heya biguman nirxandinê rizgar bikin.