NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
-Gotina te ye heval…
-Te û karxezala min we çi kir, heya em hatin?
-Heya ku hûn zivirîne, bi pirsan ez perîşan kirim. Ji her mijarekê pirs ji min kir.
-Ez bawer dikim ku Sîsê bi pirsan tu gêj kiriye. Doh şev me hemûyan fîlmê heval Bêrîtan temaşe kir. Her ji min û bavê xwe re digot; dema ez mezin bûm, ez ê wek şehîd Bêrîtan bibim gerîla, ez ê wek şehîd Bêrîtan bibim keçek azad… Heval, doh te sezdek çawa dît? Tu ji xizmeta me kêfxweş bû an jî tu ji xizmeta me bêzar bû?
-Na, xwişka min Zînê! Ez, ji we qet bêzar nebûm. Bayê ku doh dihat, ew bayê dijwar em hemû bêzar kirin. Lê, kesî ji me nedikarî wî bayê dijwar bide sekinandin. Ew tiştekî xwezayî bû. Lê belê, tiştên ku ez zêde pê aciz bûm, rewşa mala Rehîm bû. Ez bi xwe tu caran nezewîcim. Lê belê, mirov wexta kesên wek Rehîm dibîne, fêm dike ku yên du caran dizewicin, ka di çi halî de ne…
-Halê wan ne tu hal e, heval. Halê wan rezîlî ye. Di malbata Rehîm de kes kesî guhdar nake. Heya dawî ji hev dihesidin, heya dawî ji hev bê bawer in.
-Ji ber vê yekê, ez bawer im, di mala wan de her pevçûn, nerehetî û hesûdî heye…
-Ji wan jî zêdetir. Dibêjin ka wê kî ji wan zû bimre da ku mîras ji yên dîtir re bimîne…
Li ser vê gotina Zînê, heval matmayî ma û ji Zînê pirsî:
-Ango dixwazin Rehîm û Rehîma zû bimirin ku mîrate jî bi wan bimîne, ne wisa xwîşka min?
-Belê heval, heman wisa ye. Berî vê bi çend rojan, kurê herî biçûk ê Medîneyê ji jinbava xwe re gotiye:
-Înşellah tu zû bimirî! Ew sindoqa ku, tiştên giranbiha yên wek zêr, zîv û dolar tê de ne ji me re bimîne…
-Ewqas li hemberî malê dinyayê çavbirçî, ewqasî jî ji hevdu re hesûd in?
-Erê welleh! Ewqas ji hevdu re hesûd in, ewqas li hemberî malê dinyayê çavbirçîne ku jiyana wan li wan dibe jehr. Heval, ez bixwe rojekê jî nikarim tehemûla wê jiyanê bikim…
Êdî qala jiyana yên ku bi du jinan re dizewicin, di wê jiyanê de têkiliyên wan, di van têkiliyan de hesûdiya wan û li hemberî malê dinyayê çavbirçîbûna wan heval bêzar kir. Bîzê heval ji wê jiyanê vebû. Ji ber vê çendê, heval xwest bi wan re li ser mijareke dîtir biaxive û dîtinên wan bistîne:
-Beriya vê bi çend rojan, ez li mala dostekî me bûm. Zilamekî kinc-cilên wî ne utîkirî û qermiçî li kêleka min li ser kursiyê rûniştibû. Çavên zilam tim yek girtî, yek jî vekirîbû. Piştî kêliyekê zilam bi carekê got zirm û ji ser kursiyê ket xwarê. Dilê min pir bi wî zilamî şewitî… Ew zilam paşê rabû xatirê xwe ji me xwest û çû… Lê belê, ji her halê wî ve diyar dibû ku zilam gelekî li ber xwe ketiye…
-Gelo te ji dostê we pirsyar kir ka ew zilam ji kîjan miletî bû, heval?
-Belê, kekê Zana, min pirsyar kir; zilam yekî Cihû bûye…
-Cihûyên li Îsraîlê bi meşa xwe, axavtina xwe, bi her tiştekî xwe ji Cihûyên li Îranê cuda ne. Cihûyê li vî welatî wek parsekan in. Ne bi çev ne bi roj, ji jiyana xwe ne bi ewle ne. Ne xwarina wan xwarin e, ne jî vexwarina wan vexwarin e… Ez bawer dikim, ew cihûyê ku li mala dostê me te dîtî, ew ê ku li kêleka te ketiye xwarê, ji tirsa serê xwe, wê çevê xew nekiriye… bi roj xilmaş bûye, li ser kursiyê pix kiriye xewê, lewma ketiye…
Heval, wê rojê ji bo ku xatirê xwe ji wan bixwaze çûbû serdana mala Zana û Zînê. Ji ber ku wezîfeya heval li wê derê êdî bi dawî bibû. Heval berê xwe da her çar kesên ku li derdora wî rûniştibûn;
-Êdî, ez ê ji vir biçim. Wezîfeya min a li vir xelas bû. Ez hatibûm ku xatirê xwe ji we bixwazim.
-Çima te çend rojan berê ji me re negot ku tê biçî? Me hinek pêdiviyên ku li çiya ji bo te pêwîst bin, ji bo te peyda bikirina…
-Gelek spas, kekê Zana. Min hemû pêdiviyên xwe amade kirine; kincên gerîla, çûtik, parke û hwd.
-Te pêlav jî ji bo xwe peyda kir?
-Belê.
65
-Wê wextê, tiştekî ku em bêjin namîne…
Dê berdewam bike….