NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku di konfederalîzma demokratîk de her ku diçe ber bi meclîsên jorîn ve çûyîn heye, hin kes pergalê dişibînin sîstemeke hiyarerşîk. Di bingeha vê tegihîştinê de ruhê sîstemê fêmnekirin heye. Tişta di vir de girîng ev e: tu yê civakê çawa bi rêk û pêk bikî? Tu yê civakê çawa bi hevdu ve girêbidî, tu yê gundekî çawa bi bajarok ve girêbidî, tu yê bajarokan çawa bi bajaran ve girêbidî, tu yê bi giştî ew civaka li derveyî dewletê çawa bi rêxistin bikî û bi hevdu ve girêbidî? Eşkere ye eger modelek neyê peydakirin, rêxistinbûna civakê wê ji ber xwe nebe. Modela konfederalîzma demokratîk esnek e, li gorî pêdiviyan ji bo guhertinan her tim vekirî ye. Lê tişta di vê têgihîştinê de naguhere ev e, divê yek kes jî li derveyî rêxistinbûnê nemîne, divê her kes bi xwe polîtîkayê bike, divê her kes ‘xwebûn’ê bidest bixe. Sîstema konfederalîzma demokratîk ne sîstemeke hiyerarşîk e. Mafê axaftin, nîqaşkirin û biryar girtinê yê gel e. Dibe ku her tim meclîsên jorîn di nava civînê de nebin, lê komun her tim dicive, kar û barê xwe dike, ji bo wê jî yê her tim siyasetê dike komun bi xwe ye. Dîsa wexta delegeyek çû meclîseke jorîn wê li gorî nîqaş û biryarên ku meclîsa lê hatiye tevbigere. Tu delege nikare bi serê xwe tevbigere, divê meclîsa xwe temsîl bike. Gel sînorê delegeyan diyar dike, axaftinên delegeyan gel diyar dike. Mînak Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê jî, Konseya Rêveber jî nikarin bi serê xwe tevbigerin. Divê ev rêveberî li gorî biryarên kongreyê tevbigerin. Konsey ne hêza biryar derxistinê ye, hêza pêkanînê ye. Yanê mecbûr in li gorî biryar û nîqaşên ku di kongreyê de hatine pêşxistin tevbigerin. Li KONGRAGEL polîtîka tên diyarkirin, konsey jî wan polîtîkayan pêk tîne. Em bala xwe bidinê ya bihêz kongre bi xwe ye. Her kes ji alî KONGRA GEL’ê ve tê sînordarkirin. Çarçoveyeke ku hatiye diyarkirin heye û ev di hemû meclîsan de heye. Ê ku rêveberiya komunê jî sînordar dike kê/kî ye, dîsa gel bi xwe ye. Loma, ev sîstem demokrasiyeke rasterast pêk tîne. Lê di sîstemên dewletî de yê siyasetê dike ne gel e, nûner e. Ew nûner jî ji xwe diçin dikevin nava çerxa dewletê û li gorî berjewendiyên desthilatdaran tevdigerin. Di vê sîstemê de gel di derbarê jiyana xwe de her tiştî nikare nîqaş bike û biryarên pêwîst bigire. Hin kes li ser navê gel her tiştî diyar dikin. Yanê gel tê diyarkirin, birêvebirin, gel bi xwe xwe birêvenabe. Tiştên ku di konfederalîzma demokratîk de wek jêr-jor
dixwiyên, di cevher de bi hev re ne, yek in. Ango herdu jî gel bixwe ne. Di vir de jêr-jor tiştekî çinî û tebeqeyî tune ye, tenê çarçoveya berfirehbûna sînorê rêxistinbûnê diyar dikin. Ango jor, li gorî jêr rêxistinbûneke ku sînorê wê berfirehtir e. Cudahî hemû ew qas e. Hemû jêr-jor an wek hiyerarşiyê girtina dest, di cewher de kêrî sîstema heyî
tê. Di vê zihniyetê de rêveberî wek hiyerarşiyê destgirtin heye. Em bala xwe bidinê Rêbertiyê got: ‘dewlet birêve nabe, idare dike; lê civak birêve dibe.’ Peyva ‘rêveberiyê’ bi vî awayî heya dawiyê peyveke polîtîk û gelêrî ye û divê rêveberî bi xwe jî her hebe. Ji ber ku rêvebertî di cewhera hebûnê de heye. Ahenga di nava madeyê de, ahenga di nava mirov de, ahenga di nava civakê de, bi awayekî giştî jî ahenga di nava xweza û gerdûnê de bi rêveberiyê çêdibe. Rêbertiyê, ji bo civakê rêveberî wek ‘mêjiyê civakê’ pênase kir. Di civaka xwezayî de jin-dayîkê rêvebertî dikir, lê şêwazê rêvebertiya wê, ne desthilatdar bû, ne hiyerarşîk bû, rêvebertiya wê li gorî xwezaya civakê bû. Ango sîmbîyotîk bû, li ser esasê hevdu temamkirinê bû. Bi kurtasî otorîteyeke demokratîk bû. Lê di şêwazê
desthilatdariya hiyerarşîk de xwe ferzkirin heye, xwe kirina çavkaniya her tiştî heye, wekî qadirî-mûtleq tevgerîn heye. Di sîstema konfederalîzma demokratîk de meclîsên jêr hene, meclîsên jor hene. Meclîsên jorîn li ser meclîsên jêrîn dikarin biryaran bigirin, an jî biryarên ku meclîsên jêrîn girtine qebûl nekin. Di vê sîstemê de eger biryarên meclîsên jêrîn li gorî berjewendiyên giştî nebin, wê demê ew biryar ji alî meclîsa jorîn ve tên betalkirin. Mînak KONGRA-GEL li ser navê gelê Kurd giştî biryaran digire, lê dîsa li gorî peymanê Rêbertî dikare van biryaran qebûl neke, betal bike. Ji ber ku ev sîstem ji mêjiyê Rêbertiyê derketiye. Ev sîstem berhema Rêbertiyê ye û armanceke vê heye. Eger ev sîstema, li gorî armancên xwe biryaran negire, mînak projeya reforma sosyal di kongreyê de bû biryar, mudaxile li beramberî biryarên ne li gorî xetê hat kirin û ev biryar hatin betalkirin. Bi nêzîkatiyeke pozîtîvîst mirov binêre, divê kesekî nikaribûya mudaxileyî vê biryarê bikira. Ji ber ku ev proje li
kongreyê bûbû biryar. Kongre jî li ser navê gelê Kurd organa biryardayînê bû. Organa di asta herî jor de gel temsîl dikir bû. Baş e, gelê Kurd wê di xwe de dînamitê biteqîne, wê koka xwe biqelîne? Wexta kongreyê ew biryar girt, mêjiyê wê sîstemê (Rêbertiyê) ev biryar qebûl nekir. Pirsgirêk, ne ew tişt e ku vaye kongreyê biryar girt, çima ev biryar tên xerakirin. Eger te biryarê şaş girtibin bi awayekî xwezayî wê ew biryar bên betalkirin. Di hemû liv û tevgeran û biryaran de tişta herî esasî pîvanên exlaqî û polîtîk in. Biryar û tevgerîn divê li gorî van pîvanan bin.
Ji bo meclîsan jî rastiyeke bi vî awayî heye. Berpirsiyartiyên meclîsa gundekî cuda ye, berpirsiyartiyên meclîsa bajarekî, herêmekî, parçeyekî, welatekî… cuda ye. Pirsgirêkên ku pê re mijul dibin, cuda ne. Mirov dikare bibêje ku pirsgirêkên ku gundan eleqeder dikin cuda ne, yên ku bajaran eleqeder dikin cuda ne. Lê, ji bo civakeke zindî bê
înşakirin, divê hemû meclîs hevdu temam bikin. Mînak ava gundekî ji bo bajêr pêwîst e, belkî qet haya gund ji vî tiştî tune be. Lê wexta meclîsa bajêr ji bo vê pirsgirêkê nîqaş kir û ava gund kete rojevê divê di navbera gund û bajêr de hevdu temamkirinek çêbibe. Madem komunalbûn, civakîbûn esas e û li derveyî dewletê çareserkirina
pirsgirêkan esas e, wê demê divê gund jî ava xwe bi bajêr re par ve bike. Di vê xalê de meclîsa jorîn ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, dikare derbarê gund de jî biryaran bigire. Rêbertiyê sîstema xwe şibande pîramîdê. Di pîramîdê de jêr yanê, gel pir berfireh e. Lê ev gel ne ew gelê ku tê birêveberin e, heya dawiyê bi rêxistinkirî ye û bi xwe hêz e. Saziyên gel bêhejmar hene. Organên polîtîk ên ku gel bikaribe tê de polîtîkayê bike hene. Lê sîstemên dewletî tam jî berovajî vê ne. Ango pîramîdên serserikî ne. Di vê pîramîda serserikî de qada desthilatdaran pir berfireh e, lê di
qada herî jêrîn de ji gel re tiştek namîne. Ango di wê sîstemê de gel tune ye. Gel tenê dikare di wê sîstemê de nûneran ji bo dewletan hilbijêre. Ji bo wê yekê jî Rêbertiyê ji bo demokrasiya wan got ‘lîstoka demokrasiyê.’
Di vê sîstemê de gel bi her awayî li derveyî rojevê tê hîştin. Ji bo sîstema xwe ya desthilatdar rewa bidin nîşandan, bi dek û dolaban, bi derewan, bi lîstokan hişê gel dadigrin û erêya pêwîst ji gel digirin. Di cewher de bi demokrasiya temsîlî gel koka xwe diqelîne, ji ber ku tu eleqeya gel bi amadekirina qanûnan û bi girtina biryaran tune ye. Em dêhna xwe bidinê di nava sîstemên dewletî de rêxistinên gel ên bi xwe tune ne, komun (meclîs) tune ne. Ji ber ku dewlet hêza xwe ji parçebûn û bêrêxistinibûna civakê digire, naxwaze di civakê de rêxistin jî pêş bikevin. Qaşo li ser navê gel, di derbarê her tiştê gel de biryaran digire. Hemû derfet jî ji bo ev rewş berdewam bibe, tên bi kar anîn. Bi vî awayî dixwaze xwe di pozîsyona şivantiyê de civakê jî di pozîsyona keriyê de bigire. Lê di konfederalîzma demokratîk de tersî wê derbasdar e. A herî jorê (Kongra Gel) xwe dispêre, gelekî heya dawiyê birêxistî. Ango jêr bi her awayî birêxistî ye.
Dê berdewam bike…..