TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” basa pirtûkxaneya gerok ku wê li tevahî herêmên Rizgarkirî bigire, ku hemû pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, dan destpê kirin roja duyem de berdewam dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bajarê Minbicê ber bi Tebqayê re derketin rê. Pirtukxane îro li bajarê Tabqayê bigere û pirtûkên Rêber Apo ji gel û ciwanan re bên belav kirin. Disa di derbarê Şerê Gelê Soreşgerî û fikir û ramana Rêber Apo’de xebatên zanistî werin pêşxitin. Piştî ku pirtûkxaneya gerok ya ciwanan gihîşt Tebqayê ji aliyê ciwanan de hate pêşwazî kirin û derbarê çalakî û Şerê Gelê Şoreşgerî de daxuyanî hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Desteya Werzîş û Ciwan Mehmûd El- Yetim ve hate dayîn û El- Yetim wiha got;
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Tebqa yê, ji bo piştgirîya Rêberê mirovahiyê Abdulah Ocalan, hemleya Şerê Gelê Şoreşgerî dest pê dikin.
Ev çalakî jî wê sê rojan berdewam bike, wê li Mensora dest pê bike û Cirniyê heta bajarê Tebqa yê berdewam bike.