RIMÊLAN – Yekemîn konferansa parastinê a ciwanên herêma cizîrê bi bernameya xwe di roja dûyemîn de dest pê kir.
Bernameya roja dûyemîn bi sînevizyona ku ji parêznameya Rêberê gelan Abdullah Ocalan di derbarê parastina rewa da hatiye amedekirin destpê kir, piştî wê nirxandinên fermendarê Hêzên Parastina Gel HPG’ ê Yeşar Çiya li ser rewşa siyasî û leşkerî ku niha li Kurdistanê diqewime û rola ciwanan di vî şerî da, ji bo ciwanan hat pêşkêş kirin.
Piştî nirxandinên Yaşar Çiya, rapora salane ya parastina ciwanên Herêma Cizîrê hat xwendin û nîqaşên li ser sekna ciwanên şoreşger li beramberî rastiya Rêber Apo hatin dest pêkirin.
Hêjayê gotinê ye ku ev nîqaş bi xalên cuda hîn jî berdewamin.