NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla…
-Cemedaniya te heye?
-Na, min kefiye peyda nekir. Lê, li wan her du bajarên ku li ser rêka min in, ez ê yekê bikirim.
Zana, destê xwe avêt cemedaniya ser milê xwe:
-Gerîlla bê cemedanî nabe. Cemedanî hinek caran ji bo gerîla lihêf, hinek caran doşek, hinek caran jî pêşgîr e.
Sîsê cemedanî ji dest bavê xwe girt, anî da dest heval.
Heval rahişt cemedaniya di destê Sîsê de. Bi destê Sîsê jî girt û rabû ser piyan:
-Êdî, divê ez biçim.
Hîna zû ye, şîve li cem me bixwe, piştre biçe…
-Ez çiqasî zû biçim wê ji bo min ewqas baştir be. Divê ez hinekî amadekariyan bikim…
-Tu dizanî…
Heya ber deriyê hewşê bi heval re derketin. Li ber derî, Zana û pismamê wî, yê ku ji tava rojê nexweş ketibû, bi hemû hêza xwe heval hembêz kirin. Zînê jî bi hemû heza xwe destê heval guvaşt.
Heval, xwe bi ser hinarikên rûyê Sîsê re xwar kir, her du hinarikên rûyên Sîsê maç kir. Peyv ji gewriya Sîsê bi zorê derdiketin;
kite kite…
-Ox…ir…a… xê…rê be, ser…kef…tin…He…val
Dê berdewam bike….