NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Tevgera Azadiya Kurdistanê, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ev 40 sale şerê hebûn û azadiyê li ser bingehê berxwedana parastina cewherî ya rewa dimeşîne. Di encama vî şerî de gelê Kurd di qada siyasî û civakî de heta astekî gihaştiye derfetên meşandina têkoşîna demokratîk a siyasî û civakî. Ev jî encameke ya şerê hebûn azadiyê yê derxistiye holê ye. Lê rûxmî vê divê ev jî bê gotin; ger di rewşa niha heyî de Tevgera Azadiya Kurdistanê, Gerîllayê Azadiya Kurdistanê, Şerê Gelê Şoreşger nebe, yekser wê di nava 24 saetan de rêxistinên qadên siyasî û civakî bi erdê re bikin yek û tasfiye bikin.
Aliyeke bingehîn a hedefgirtina rêxistin û saziyên qada civakî û siyasî ya demokratîk ji hêla dewleta şerê taybet a Tirk, ‘’terorîst’’ nîşandana Tevgera Azadiya Kurdistanê, Gerîllayê Azadiya Kurdistanê û Şerê Gel ê Şoreşger e. Dixwazin propagandaya şerê taybet a vê pêşbixin. Bi vê re dixwazin gelê Kurd, her nebe beşekî ji wan bixapînîn, nehêlin piştgiriyê bidin Tevgera Azadiya Kurdistanê, gerîllayê azadiya Kurdistanê û şerê hebûn û azadiyê. Ger karibin bikin li dijî vê bisekînîn û derxin. Aliyeke din jî dixwazin ji bo şerê propaganda û xebatên siyasî û dîplomatîk ên qada navnetewî daneyan di destê xwe de kombikin. Kurd li Tirkiye karîne xwe di qada demokratîk, siyasî û civakî de rêxistin bikin. Di parlementoya Tirk de jî cîhê xwe digrin. Ji bo ‘’Kurd xwe weke siyasî û civakî rêxistin bikin û bînîn ziman li pêşiya wan ti asteng tineye. Lê rûxmî vê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê, gerîllayê azadiya Kurdistanê têkoşîna çekdarî dimeşîne. Rewşeke pêwîst bike têkoşîn bikin tineye. Lê rûxmî vê jî gerîlla hêza xwe diparêze, ji bo li çiya bimîne israr dike, têkoşîna çekdarî jî berdewam dike. Ji bo vê ti sedemeke xwe ya mafdar û rewa tineye. Ev Tevger ‘’terorîst’’ e, ‘’terorîzmê’’ pêşdixe’’. Bi van gotin û propagandayên siyasî yên wiha li dijî Tevgera me û Têkoşîna Azadiyê şerê taybet, şerê derûnî, xebat û êrîşên siyasî, dîplomatîk pêktînîn. Hêzên hegemon ên modernîst, kapîtalîst berxwedana parastina rewa ya cewherî weke terorîst dibînîn, bi vê tawanbar dikin. Divê baş fêm bikin ev tê çi wateyê û em bi rastiyeke pergaleke modernîst kapîtalîst ê çawa re rûbirûne. Em dizanin hêzên hegemon ên modernîst, kapîtalîst ên Ewrûpa li hemberî şerê azadî û hebûna gelê me di nava nêzîkatiyeke çawa de ne. Qaşo dibêjin; rêgezên, nirxên, hûqûqa modernîteya kapîtalîst ên Ewrûpa. Ev tiştên tên gotin ne rastin. Di wateyeke rastî û heqîqî de ti tişteke weke rêgez, nirx, exlaq, hûqûq û feraseta hêzên desthilatdariya dewletên Ewrûpa tineye. Li ser vî bingehî her tiştê bê gotin, sextekarî û dereweke mezin e. Tenê yek tişteke desthilatdarên Ewrûpa heye. Ew jî berjewendiya hêz û dewletên desthilat e. Derveyî vê ti tişteke din a wan tineye. Her tiştê di vê wateyê de bê gotin derew, sextekarî û demogojiyeke mezin e. Berjewendiyên hêzên desthilatê Ewrûpa yên weke bûzê sar hene. Di pêvajoya qomploya navnetewî de her tişt di pratîkê de şênber û zelal bû.
Navenda Gladyo ya li Ewrûpa Elmanya ye. Dewleta Elman xwedî rastiyeke çawa ye, bi kîjan stratejiyên dîrokî tevdigerê û dixwaze xwe bike hêzeke bingehîn ê hegemonîk û ji bo vê çi dike, divê ev bi berfirehî û kûrahî bêne fêmkirin. Dewleta Elman li dijî Rêbertî û Tevgera Azadiyê şerekî bêaman dimeşîne. Li hemberî me di vî astî meşandina şerekî qirkirinê yê wiha topyekûn de dewleta Elman roleke mezin dilîze. Em bi dewleta Tirk re şer dikin, lê li hemberî me tenê dewleta faşîst, qirker û mêtinger tineye. Di vê wateyê de dewleta Tirk tenê şikliye. Esas divê li hêzên pişt vê dewletê, li yên rastî vî şerî didine meşandin, bê meyzekirin, ew bêne zanîn û bêne fêmkirin.
Dewleta Elman çima di vî astî de li dijî Tevgera me, şerê hebûn û azadiya me dijminahî dike? Armanc û hesabên dîrokî yê Elmanya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn heye. Esas jî dijberî û dijminahiya li hemberî xeta me ya Rêbertî ye. Elmanya hêza hegemonî ya bingehîn a pergala modernîst kapîtalîst e. Rastiya me ya Rêbertî, şoreşa Kurdistanê ya pêşbikeve wê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û her wiha li cîhanê bike vê dizane. Ev jî wê ji bo pergala kapîtalîst modernîst encamên çawa bi xwe re bînê fêmdike.
Dewleta Elman li dijî Tevgera Azadiyê û têkoşîna azadiyê destpêkê li Elmanya û li tevahiya Ewrûpayê di nava têkoşîn û êrîşeke çawa de ye em dîbînîn. Nahêle li Elmanya yek Tevgerek Azadiyê bijî, firsend nade yek xebateke legal, siyasî, dîplomatîk, demokratîk, çandî û mirovî jî bê meşandin. Dewleta Elman dixwaze Tevgera Azadiyê di bin qontrola wê de be. Ji ber zanî nikare vê bike dixwaze Tevgereke Azadiyê ya girêdayî xwe rêxistin bike û bikarbîne. Ewên reviyane, xayînan ji bo vê hewqesî kom dike, diparêze û her cure derfetan ji bo wan pêşkêş dike. Dixwaze ji van Tevgereke Azadiyê ya sexte avabike.