TEBQA – Îro li bajarokê Mensûra çalakiya pirtûkxaneya gerok ku pirtûkên fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nava xwe de dihewîne hate vekirin.
Çalakî ku bi dirûşmeya “Dema Dema Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” hatî li darxistin, wê heya 3’ê rojan dewam bike, wê li hemû herêm û gundewarên Tebqayê bigere.
Îro pirtûkxaneya gerok li taxa Cerniye ya gundewarên bajarê Tebqayê de roja xwe ya 3’yemîn de dewam dike. Li sahaya Navenda Çandê ya Tebqayê ji aliyê gel û xebatkarên saziyên sivîl ve rastî eleqekeye zêde hat.
Tê payîn ku Îro êvarê çalakiya pirtûxaneya gerok bigihêjin bajarê Reqayê
Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku pirtûkxaneya gerok 5 rojan berdewam bike.