NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Ev pir vekiriye: Sosyalîzm, ji bilî keda kes, yên wisa yan jî welê mêtîngeriya xwe bi vê rêyê dike hedef, diz îlan dike. Teoriyek xwe ya daneheva semyanê heye. Ji aliyekê ve jî ger daneheva semyanê rast neyê dabeşkirin diziye. Ev jî bi destê dewletan û bi destê taybet dibe, ew jî evqas negirînge. Li vir ya girîng parkirinek girêdayî hilberîna kedê ye. Ya girîng çi bi destê dewletê, çi bi rêya koperatîfan an jî bi rêyek din dibe, hem di hilberînê de hilberînerî, hem jî parkirin weke radeya kedê pêşxistine. Dikare gelek şêweyên vê bên ceribandin. Bi qasî aboriya gelemperî, ewqas aboriyek taybet jî dikare nêzî sosyalîzmê be. Bi qasî aboriya koman, ewqas jî di hejmarek kêm de em ji aboriya kesan bigirin heta aboriyek gelemperî, dikare di nava modela sosyalîst de bê ravekirin. Divê mirov ne hişk be. Her kes kirina karkerek dewleta kapîtalîst nabe sosyalîzm. Ger kes jî xwediyê amûrên hilberînê bin, di bin her şertî de ne kapîtalîzme. Hinekê bûna xwediyê axê, amûr û alavan, bi keda xwe ew hilberandin, belê dikare bibe sosyalîzm.
Bi gelemperbûna amûrên hilberînê ne sosyalîzme. Heta weke di mînaka Rusya de hatî dîtin, ev ketina destê birokrasiyek pir teng, ji avabûna çînek burjuva ya nû re rê vedike. Lewra xeternake. Dibe ku ji kapîtalîzma taybet hîn zêdetir xeternak be.
Li gel vê bi radeya keda xwe ve avabûna kesan, koma kesan jî ji kesan avakirin, di hejmarek kêm de kom bibin xwediyê amûrên hilberînê, dihizirim ku di sosyalîzmê de gengaze. Weke tê zanîn sosyalîzm ne tenê berhemê, di navbera amûrên hilberînê û berhemê de pêwendiyek dijwar heye. Ma çima parvekirina berheman bi şêweya parvekirina amûran pêş nekeve? Hem bûna xwediyê amûran û hem jî berheman dikare bibe sosyalîzm. Li vir ya girîng destnîşankirina asta herî dawî ya hilberîneriyê ye. Ger kedek yekbûyî ya deh kesan di radeyek têrkar de dikare bi amûrên xwe ve berhemdar be, ev dikare bibe bîrîmek sosyalîst. Amûr jî yên wan e, berhem jî yên wan e. Her wiha dê pêvajoya van a guhertina bi bîrîmên din re jî pêk were. Yeqîn dikim li ser van şêweyan rawestîn wê hîn zêdetir aboriya sosyalîst ronî bike. Nêrînên weke; “Em axê pêşî bikin a dewletê paşê dabeş bikin, amûrên hilberînê pêşî bikin ên dewletê paşê dabeş bikin” hene. Ev weke di mînakên pratîkî de jî hatin dîtin, ber bi encamên pir xeternak ve dibe. Li şûna vê bi taybet pêwîste kesên ku di amûrên hilberînê de pispor bûne, misoger berhemdariyê berçav digire û modelên vê yên xerîbî kedê neketine bên dîtin.
Ya rastî sedema nepêkhatina sosyalîzmê, xerîbiya partiyê û paşê jî dewletê beramberî xwe jiyayî ye. Piştî ku di binesaziya jêr de hinek dane pêk hatin ev kiriban sosyalîstî, wê ji neçarî bîrdoziya partiyê re dewlet veguheriya birokrasiyek teng an jî bibûya xwediyê daneyek hûrûkûr û dê ev jî weke çîna jor a kapîtalîstek nû derketiba holê. Jixwe ya pêkhatî jî eve. Ji ber ku hilberîn û parvekirin nebû xwedî kedê, nexasim demokratîkbûna kedê, her ku çû di partiyê de birokratbûn û di destên pir kêm de jî hêza ku kom bûyî di dewletê de jî veguherî serweriya teqez, di encamê de hemû pergala Sovyet bû karker, li kêleka vê jî di astek pir jor de hevbeşiyek burjuva derket holê. Ti hêmanek ku vê jî venêrîne nîne. Her ku çû bîrdoziya sosyalîst, siyaseta sosyalîst û demokrasiya sosyalîst veguherî li paş pîvanên burjuvaziya kapîtalîst û emperyalîzmê an jî weke rewşek qet pêş neketî. Ji ber di derve de gefa emperyalîzmê, di hundur de jî nêzîkbûna tenê giranî da aborî, mirov tenê dan karkirin, nirxên wan ên dilxweşî û demokratîk pêş nexistin, ji rista sendîkayan û heta amrazên dewletê, xirabûn, birokratbûn û burjuvabûn ava dike. Hem jî bi şêweyek pir xeternak û heta serberedayî. Ji ber ku kapîtalîstên taybet zêde girêdayî karê ku dikine û zêdetir jî bi encamên wê ve mijûl dibin. Li vir ew jî tine ye. Tenê raye desteser dikin û nirxên ku kom bûne desteser dikin.
Pêşbazî jî wisa çêbû û ya pêk hatî jî wisa bû. Her ku çû hemû rêgezên sosyalîzmê ji çav ketin. Di nava dewletê
de ji bo armancên komek birokratên ku kûr bûyîn bû amûr. Ne pêşî li ked û kedkarên xerîb ketîn hat girtin, ne enternasyonalîzm û ne jî şoreş berçav hatin girtin. Her tim gotin; “Berjewendiyên Sovyetê.” Berjewendiyên Sovyetê jî, vaye qevdek birokrat û şarezayên teknîkê yên partiyê ne. Vaye niha jî vê semyanê parve dikin. Rêjeya birokrat îro vê daneya mezin dixwe, tine dike. Hem jî pir beredayî û xirabkarî. Dikarim ceribandinên ku me jiyane berçav bigirim û pêşketinên hîn balkêştir bilêv bikim. PKK weke çi partiyê bê nirxandin bila be, her partî di encamê de tevgerek kedê ye. Hêza mejiyê hinek mirovan tê cem hev, çi bi navê vê çînê, çi jî wê çînê, çi bi navê netewekê yan jî kêmnetewekê derbasî çalekiyê dibin. mînak, ger bi navê burjuvayan şoreşek bê kirin, ev partiyek hilberînere. Wê li gorî çîna xwe rakin asîmanan. Wê rista xwe ya dîrokî bilîze û partiyên wisa jî pirin. Hinek jî bê ku xizmetê ji nakokiyên çîna xwe re bikin, şoreşê ber bi serkeftinê ve bibin, dibin komek çeteyên teng ên berjewendiyan û her tim jî bi şêweyek xembar dawiya wan tê. Bêguman partiya kedê pir cuda ye. Ked, nexasim di nava mercên netew û civakî ya hejar de, mînak di nava rastiya Kurdistana me de ava dibe û ger tu naxwazî naveroka vê ya kedkar xirab bikî, heman weke tu nebatekî her du roj av bidî û jiyana wê ewle bikî xwe neçarî vê dibînî, bi hestiyariyek wisa ve lê nêrîn hewce dike. Nexwe dê ew partî ji dest biçe û veguhere dijberî te. Ev quralek giştî ye. Di şoreşa Îslamê de ji bo xirab nebin, têgehek weke têkoşîna nefsê ya mezin derxistin holê. Menqibeyên arif û ewliyan hene. Yên di
hemû jiyana xwe de li dergehan êşê dijîn hene.
Wateya vê jî eve: Bidestxistina giraniya bîrdozî ye. Ger bandora van şoreşan heta roja me hatiye, çavkaniya xwe ji pêkanîna rêbazên wisa digire. Ji bilî dewletê, gelek dergehên wisa bîrdozî hene. Jixwe van dergehan şoreşa Îranê pêş xist. Hêjî gelek dergeh pir rehetî ber bi şoreşê ve diherikin. Ev cihên ku giraniya bîrdoziyan lê heye. Li dijî malê dinê ne û çav bernadinê. Her tim li gorî rêgezan dijîn. Vaye, di sosyalîzmê de saziyên wisa pêş neketine. Her tişt di nava partiyê de û her ku çûye di bin fermana komek teng de maye. Lewra qetla bîrdoziyê pêk hatiye.
Ji ber ku ger her tişt di rewşa xizmetkariya wê kêliyê yên polîtîkayên siyasî û aborî de bin, rêgez û qural namîne. Di Îslamiyetê de jî ji dervî erkên dewletê Şeyhûlîslam hene. Lê belê di ceribandina Sovyetê de cîh ji van re nehatiye dayîn. Her wiha, dema rexneyek cuda pêş diket, weke gunehek mezin dihat dîtin û ji serdema navîn xirabtir bi ser de diçûn. Hema bêje nîqaşên bîrdozî hatine qutkirin. Nîqaş ji asta nîqaşên mezhebên serdema navîn paşketîtirin. Heta dikare bê gotin nîqaş cemidîne. Yek deng û yek vîn derxistine holê. Elbet ev jî dijberî xwezaya mirove.
Ger hêjî bilindbûnek kapîtalîzmê ya diyarker heye, sedema vê ya herî bingehîn “demokrasiya” ku pêş xistiye. Mînak, kapîtalîzmê faşîzm pêş xist, lê zêde pişta xwe nedayê. Jixwe ger faşîzm pêk were, zêde siûda pêşketina jiyîna kapîtalîzmê jî nepêkane. Ancex di pêvajoya dîrokek taybet de, bi armancên taybet derxistine holê û paşê
jî hatine derbaskirin. Her çendî demokrasiya burjuva pir hatibe tengkirin jî, pîvanên wê esasin. Ev jî kapîtalîzmê dide jiyîn. Sedema vê jî eve: Hinekê mafê axaftinê dide kedkaran. Hinekê mafê xwe ravekirinê dide tebeqe û komên cur be cur. Ev jî rê ji hevrikiyê re vedike û pergalê dide jiyîn. Ev di sosyalîzmê de çênebû. Jixwe demokrasiya sosyalîst û hevriktiya sosyalîst qet nehat hizirîn. Lê belê pêwîst dikir ji kapîtalîzmê zêdetir demokrasiya sosyalîzmê bihata pêşxistin. Demokrasî çiye?
Hewce dikir asta xwe ravekirina gel, di fikir û polîtîkayê de saziyên vê yên pir cuda hebûna. Di van xalan tevan de bi rastî jî pêwîst dikir ev sazî, partiyê derbas bikin û bi şêweya partî nepejirandinê de bûna. Ji ber ku di sosyalîzma zanistî de partî piştî qonaxekê amûrek neçare bê derbaskirin. Ji kur ve lê bê nêrîn bila be, di teoriya sosyalîst de evqasî pêşketina dewletê, rewşek nayê pejirandine. Weke dewleta Sovyetê yek şaneya ku dewlet neketî navê nemayî, biyanîbûnek pir xeter û jirêderketine. Evqasî bihêzbûna partiyê, redkirina teoriya sosyalîzmê ye. Jixwe ev jî redkirina demokrasiya sosyalîzmê ye. Bihizirin, tiştek ku mirov êdî ji bilî zikê xwe bihizire nemaye. Neçare ku her tim reş û spî li cîhanê binêre. Pirrengî tine, hêvî tine û hevriktî tine bûye. Ev jî hêza xebatê şeht dike. Encam jî, hilweşîne. Ji hevbeşiyê re erê, ji xebata li ser vîna şirîk re jî erê, lê ewqas jî însiyatîfa kes û însiyatîfa koman hewce dike. Nexwe bi şêwaza boriya “rabe-raze” ve baxivin, an jî bêdeng bin nabe. Misoger ev berçav nehatiye girtin û nehatiye serxistin. Her tim ew dane guhdarkirin. Feraseta “Teqez dewletê pêk bîne! Qet deng dernexe! Welatiyê herî baş, welatiyê herî zêde bi dewleta xwe ve girêdayî ye! Şaş an jî rast!” Polîtîkayên wisa hene, li dijî gelan û kedkarane, ew jî teqez pêk anîne. Li vir bîrdoziya xulamtî serdeste û civakek ku vê jî dijî, misoger nabe sosyalîst.
Her çendî ne li gorî tê xwestin jî be, dikare bê gotin Lenîn pir sosyalîst bû, ango kesayetek pir pêşketî bû.
Di ol‟an de rêber û heta têgeha murşît pir girînge. Tê gotin ger “Pîr û murşît” nebin, nizanim wê cemaet çi bike. “Mele çi bike, dê cemaet jî wê bike.” Li gorî min vir jî rewşek wisa heye. Stalîn pêkhînerek pir çors bû. Bi rastiyên giştî ve tevdigeriya, lê kesek bal nedida ser ziraviyan. Ya rastî zêde nehatiye fêmkirin ku, kesayetek çiqasî di zanebûna hîmdarên sosyalîstiyê de ye, çiqas xwe dahûrandiye, çiqas xwe ji xisletên feodalî rizgar kiriye.
Jixwe pêwîste di wan mercan de tiştek din jî ji Stalîn neyê payîn. Stalîn nekarî li ser demokrasiya sosyalîst raweste. Heta ev hemû yên di dema Lenîn de jî hatine kirin- weke wurşedarî dîtin. Nekarî dengên wisa ji her cihî derdikeve di nava ahenga demokrasiya sosyalîst de bi yek bike. Got; “Bêdeng be!” Dibe ku di destpêkê de bi armanca taktîk bû. Jixwe hemû hewldanên Stalîn ên destpêkê weke taktîkin, lê paşê di asta rêgez de pêş ketin. Nekarîn ji bin derbikevin. Xavî wisa destpê kir. Bi rastî jî bi Lenîn re şîretên wisa hebûn. Îtîfaqên veşartî ji holê radikir. Digot pêwîste amûrên ku li ser vîna mirovan hukum dikin bên parçekirin û ev pêk jî aniye. Zexta li ser gelan şikandiye. Azadiya feqîran nas kiriye. Hînkera wî heta dawî ji vê re vekiriye û ev di radeyek bilinde di nava pêkanînan de diyar kiriye. Ser jî xistiye, lê belê ev tam bi sazûmanî nebû, ji hêla demokrasiyê ve nebû dewlet an jî dewlet li ser bingeha demokratîk nehat damezirandin. Ya rastî di gotina Lenîn de demokrasî dewlete.