RAQA- Bi silogana ”Li di jî îxanet û dagirkeriye werin cenga azadiye” çalekiyen ciwanan bênavber berdewam dikin. Bi xastek û armanca fikrê Rêberên gelan Abdullah Ocalan belavbikin û civakê perwerde bikin pirtûkxaneya gerok bênavber bajaran digere.
Pirtûkxaneya gerok li bajarê Minbiçê bi kelecanekî mezin destpêkiribû û ketibû tevgerê. Li gund û kolanê Minbiçê bi pêşwaziya gel û ciwanan hatibû xwedî derketin. Pişt re derbasî bajarê Tapqa bibû li virjî bi şeklekî girseyî hatibû pêşwazî kirin. Îroj jî pirtûkxaneya gerok gîhîşt bajarê Raqa li Raqa bi girseyekî mezin a ciwanan û gel hat pêşwazî kirin. Pirtûkxaneya gerok li bajarê Raqa sê roj gund û kolanan bigere û bi armanca pirtûkên Rêberên Gelan belavbike xebatê xwe rêve bibe, piştre derbasî bajarê Dêrazorê bibe.
Derbarê çalakiya pirtûkxaneya gerok de Berdevkê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Mazlûm Kobanê wiha axivî: “Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê em bixêrhatina pirtûkxaneya rêber Ocalan a ku li herêmên rizgarkirî, Minbic û Tebqa dest pê kir û vaye îro li Reqayê ye, armanc ji vê hemleyê bilindkirina asta têkoşîna ciwanan û pêkanîna azadiya rêber Ocalan e. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tev li vê hemleyê bibin ku dê 3 rojan bidome.”
Mazlûm Kobanê soza domandina têkoşîn û xebatê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.