NAVENDA NÛÇEYAN – Niha li heremê şerê cihanê yê sêyemîn rûdide. Ev rastiyek e. Û di heman demê de dem dema kaosê ye. Di van deman de kê xwe bidê, ango xwe baş bi rêxistin bike, ew ê biserkeve. Îro eşkere bûye ku em jî li herêmê hêzek in û hem jî hêzeke ku dikare ji civakê re bibe bersiv in. Dibe ku qasî dewletan hêza me ya aborî, leşkerî tune be. Dîsa dibe ku sîstem bi xwe dewletî be û ew hemû rêxistinkirî bin. Ev derfetên wan in, lê ew ji ber ne li gorî xwezaya civakê ne, ji bo civakê nikarin bibin bersiv. Ango ew wek sîstem ji rêderketî ne. Di xwezayê de hebûna tiştekî ancax dikare li gorî xwezaya wî tiştî be, mumkin dibe. Ango her tişt, ji bo hebûna xwe biparêze, divê li gorî xwezaya xwe be. Xwezaya mirov jî axlaq û polîtîka ye. Di sîstema dewletparêz de ev her du tişt jî tune ne. Ango di vê sîstemê de mirov û civak tune ne. Ji bo vê jî eger qira mirovan neyê, mirov neçar in, li derveyî dewletê bin. Em jî xwe disipêrin nirxên mirovbûnê, ango exlaq û polîtîka yê. Ji xwe em bala xwe bidinê tevî hemû kêmasiyên me jî ji ber em hebûneke li gorî xwezaya civakê ne, tevî hemû êrîşan em hîn jî hene û sîstemê ser û binî hev dikin. Bi kurtasî em bizanin ku em li ser rêya rast dimeşin û eger em xwe ji pirsgirêkên ji rêzê rizgar bikin, asoya xwe fireh bikin em dikarin cihanê jî biguherînin. Divê her kadroyê/a PKK’ê bi vî çavî li xwe binêre. Divê herkes bizanibe ku rastiya mirov vê derfetê dide mirov. Ev tiştekî ku nehatiye dîtin jî nîn e. Rêbertî û şehîdên mezin bi her awayî hêza mirov berbiçav kirine. Di şexsê xwe de sîstem têkbirine û sîstemeke nû afirandine. Û niha em xwedî derfet in ku di şexsê xwe de sîstema kapîtalîst û dewletparêz têkbibin û sîstemeke alternatîf a gelan înşa bikin. Her tişt di destê me de ye. Zanist jî di demên kaosê de dibêje, tiştên pir biçûk dikarin encamên pir mezin derbixin. Ji vê re dibêjin ‘bandora perperikê.
Ji ber ku dijmin di konfederalîzma demokratîk de tunebûna xwe dibîne, wek sîstema modernîteya kapîtalîst bi awayekî pir dijwar êrîşan pêş dixe. Di derbarê PKK û Rêbertiyê de sîstema kapîtalîst bi her awayî yek deng e, yek hêz e. Sîstema Îmraliyê jî ji xwe tê vê wateyê. Zextên ku li ser rêxistina me, gelê me û Rêbertiya me tên pêşxistin, hemû di cewher de sîstemîk in û di çavkaniya wan de modernîteya kapîtalîst bixwe heye. Ev dijbertî û dijminatî jî çavkaniya xwe ji serbixwebûna xeta îdeolojîk a PKK’ê digre. Ji ber ku PKK rastî jî hêzeke ku dikare sîstema civakê ya li derveyî dewletê înşa bike ye, wek dijmin tê dîtin. Di PKK’ê de têkçûn û mirina xwe dibînin, ji bo wê jî hewl didin ku PKK’ê û xeta wê bi her awayî tesfiye bikin. Ev hewldana tesfiyekirinê ne tenê li Kurdistanê, li her derê
didome. Îro ji bo Kurd di çarçoveya xeta azadiyê de nebin xwedî statu û xeta PKK’ê ji bo civakan giştî nebe mînak çi ji destê wan tê dikin. Bi taybet jî dewleta Tirk jî di nav de hemû dewlet, dixwazin li şûna Kurdên azad, Kurdên ku bi sîstemê re bûne yek bihêz bin. Li ser vî esasî jî li her derê hewl didin ku PDK’ê, li hemberî PKK’ê bihêz bikin. Temsîliyeta gelê Kurd bidin PDK û Barzanî. Ev şerê xeta azadî û îxanetê niha bi awayekî pir gur û eşkere diqewime.
Ji destpêka PKK’ê heya niha, hêzên modernîteya kapîtalîst xwestine PKK’ê bikişînin nav sîstemê, lê wexta dîtine ku wê di vê de bi sernekevin, îcar jî hewl dane ku PKK’ê bi rêxistinên dîtir tesfiye bikin. Di vê pêvajoyê de rola herî xirab jî wek rêxistinbûneke gladyoyê PDK’ê lîstiye. PDK’ê ji xwe re xeta netew-dewletê û li ser vî esasî jî xeta hevkariya dijmin û ixanetê esas girtiye. Bi vî awayî PDK heta dawiyê nav sîstemî ye û ji wan e. Ji bo wê jî dixwazin li Kurdistanê xeta PDK’ê her tim serdest be. Niha di çar perçeyên Kurdistanê de xeta ku dixwazin pêş bixin ev xet e. Di serî de dewleta Tirk hemû dewletên dagirker jî vê dipejirînin û têkiliyên xwe bi PDK’ê re xurt dikin. Da ku bikaribin PKK’ê tesfiye bikin, eger nikaribin tesfiye bikin jî qet nebe ji hêza çareseriyê dûr bixin. Ji bo vê jî çi pêwîst be dikin. Bi taybet jî di rewşa Rojava de mirov vê rastiyê pir baş dibîne. Ji bo Rojavayê Kurdistanê, konfederalîzma demokratîk ango jiyan û sîstema bêdewlet bisernekeve, bi hemû beşên xwe di nav liv û tevgerê de ye. Ên dijber jî di vê xalê de bi polîtîkayeke hevpar tevdigerin. Dîsa li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirinê yên bi navê
KCK’ê tên meşandin, hesasiyeta dijmin a di derbarê înşakirina sîstemê de nîşan dide. Ê ku van operasyonan dide kirin jî, bi hemû beşên xwe modernîteya kapîtalîst bi xwe ye. Ev demeke dirêj e, li Tirkiyê hemû siyasetvanên Kurd bi îddiya endametiya KCK’ê ne tên girtin. Heya niha di vê çarçoveyê de tê gotin ku nêzîkî heyşt hezar kes hatine girtin. Yên ku hatine binçavkirin jî bi deh hezaran in. Ev binçavkirin û girtin hatin asteke wisa ku Midurê Emniyeta Stenbolê got: “êdî me dawiya KCK’ê anî.” Ango ‘me tune kir.’ Dîsa tê gotin ku ‘KCK ji alî MÎT’ê ve hatiye damezrandin.’ ‘KCK dewleta paralel e.’… û hwd. Bi vî awayî him nahêlin xwe rêxistin bike, him jî reş dikin da ku di mêjiyan de nakokiyan çêbikin. Hewl didin qet firsendê nedin rêxistinbûna civakê. Ji ber ku dizanin civaka birêxistî, tunebûna wan e.
Bêguman ev êrîşên modernîteya kapîtalîst jî bandorê li ser karê înşakirina sîstemê dike. Lê, em dizanin ku ew dijmin in û ev heft hezar sal in, ew êrîşî civakê dikin û wê nesekinin. Baş e, em ê li bendê bin ku ew êrîşên xwe rawestînin? Gelo, Rêbertiyê peywireke ku tenê dikare di nava şert û mercên aram de pêk bê, daye pêşîya me? Nexêr, karê înşakirina konfederalîzma demokratîk ji bo hemû deman derbasdar e û divê bê kirin. Em nikarin taloqî demên pêş bikin, benda hin guhertinên siyasî bisekinin. Ev ê jî bibe xwe xapandin. Di halê heyî de di destê me de tiştekî amade tune ye û em dixwazin sîstemeke li derveyî dewletê nîşanî hemû mirovahiyê bidin û bi vî awayî cihanê bihejînin. Divê em ji vê nerevin û di heman demê de bi lêwaztiyên xwe bi vê tişta pîroz jî nelîzin. Eger sekna me li gorî vê mîsyonê nebe, wê demê ew hêvî jî dikarin vemirin. Em milîtanên Rêbertiyê ne û di terzê Rêbertiyê de ji pirsgirêkan û zehmetiyan rev tune ye. Berovajiyê vê, çûna ser hemû pirsgirêkan û çareserkirina wan heye. Mirovên ku xwe kirine hêza çareseriyê ji pirsgirêkan narevin. Ji xwe Rêbertî dibêje “tişta ku min nakuje, min
xurtir dike.” Ji ber Rêbertî ji pirsgirêkan nareve, wan çareser dike, bi van çareseriyan bi xwe jî xurt dibe. Lê, ji ber ku em pirsgirêkan çareser nakin û her tim bi wan re dijîn, pirsgirêk me xurtir nakin, pirî caran me lewaztir dikin. Ev sekin li dijî terzê Rêbertiyê ye. Ji milekî ve Rêbertiyekî wêrek, ji milê din ve jî sekna kadro ya newêrek. Em bizanibin ku îdare kirin, denge avakirin, ji tiştan re çav girtin, deng dernexistin, lîberalîzm, ji berpirsiyartiyê rev, îstîfa kirin,
şîkayet kirin… û hwd taybetmendiyên berbiçav ên kesayeta revok in. Di vê seknê de civakî ango rêxistinî tevgerîn tune ye, dewsa wê berjewendiyê şexsî esas girtin heye. Ev jî ji xwe tê wateya ezezitiyê.
Halbûkî di PKK’ê de terz, cesaret û çareserkirin e. PKK çavkaniya pirsgirêkan dimirçiqîne, bi pirsgirêkan re najî. PKK ji ber radîkal e, wisa tevdigere. Ji xwe tişta ku dihêle PKK li derveyî sîstemê be jî ev e. Naxwe PKK jî wê navsîstemî bûya. Bi kurtasî ev sîstema ku em behsê dikin, wê ancax bi hewldaneke pir mezin bê înşakirin. Û ev înşa jî divê bi hêza civakê bê kirin. Ne mumkin e tenê bi hêza kadroyan pêk bê. Hewldanên ku civakê li derveyî karên înşayê dihêlin jî çewt in û desthilatî ne. Kadroyên pêşeng divê bi civakê re seferberiya vî karê pîroz bi serbixe. Felsefeya ku konfederalîzma demokratîk xwe disipêrê ji her kesî aktîfbûnê dixwaze. Ango di vê têgihîştinê de ji her kesî re karên bêhejmar hene. Tenê mirov bixwaze. Di nava sîstema dewletê de bêkarî heye, naxwe di xwezayê de tu hebûn tune ye ku kar neke.
Dê berdewam bike….