RAQA-Tevgera Ciwanên Şoreşger ji vê çalakiyê armanc dike fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bide nasandin û ragihîne beşên cuda yên civakê.
Di çalakiya pirtûkxaneya gerok de, hevserokê Meclisa Giştî ya Gundewarê Bakurê Reqayê Ehmed El Xelîl axivî û got: “Em pêşwaziya ciwanên şoreşger dikin û dengê xwe tev li wan wan dengan dikin ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.”
El Xelîl bang li rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan yekser destwerdanê bikin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê Reqayê Mehmûd El Omer jî got: “Em pêşwaziya wan kesan dikin, yên beşdarî çalakiya me bûne. Çalakiya me ji Minbic û Tebqayê dest pê kir û îro di roja sêyemîn de li Reqayê bi dawî dibe.”
El Omer da zanîn ku armanca wan ji vê çakakiyê, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ew îro bi saya fikrên wî û şehîdan li vir in.
Di dawiya çalakiyê de têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.
Tê payîn ku çalakiya pirtûkxaneya gerok sibe li gundewarên rojavayê Dêrazorê dewam bike.