NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Pirtûka Rojhilata Navîn ya Şehîd Rustem Cûdî hatiy berhev kirin…
Divê têkoşîna me ji bo cewher parastinê be, ne têkoşîneke şeklî be, ev dihêle şer serkeftî be. Ji bo vê şerê emperyalîzm yê niha li dijî Rojhilata Navîn, meselên şaristaniyê ne. Yanî şerê şaristaniyê dike. Çi dike, bomberdomaneke ideolojîk çandî pêk tîne. Ji bo ku mirovan felc bike, ji kokê wan yê dîrokî qut bike, xerîzan pêş bixe, ferdiyetê pêşbixe, ziakirinê pêş bixe ku mirov bibe koleyê kapîtalîzmê.
Weke çawa niha li başurê Kurdistanê dike, li Iraqê dikin, li ciyên dîtir dikin, bi hinek argomanên ku heta bala civakê jî dikişîne, bi sporê, cinsiyetparêziyê, cinseltiyê, ezeziyê, bi van tiştan dike. Dixwazin felc bikin ku hêza muxalefetê nemîne. Muxalefet çi be, formalîta be. Ji bo kursiyan be, ji bo ketina perlemanê, ji bo ku belediye(şaredarî) bibe ya min, ji bo parê bigire, ne ji bo civakê biguhere. Niha emperyalîzm vî şerî dike. Ev şer ji bo emperyalîzmê stratejîk e, bi prensîb e. Ji bo çi bi prensîb e? Ji ber ku tirsên wê hene. Tiştê ku em behsê dikin Rojhilata Navîn e. Ne cihekî din e, lewre mirov biçûk nabîne. Afrîkayê biçûk nabîne, cihên din biçûk nabîne, hemû jî mirov in. Lê Rojhilata Navîn ne Afrîka ye, ne heta Çîn e. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke stratejîk e. Rojhilata Navîn derfetên madî yên mezin e. Petrol e, Rojhilata Navîn nifûseke ciwan e, ev nifûsa ciwan girîng e. Her demê ev nifûsa ciwan potansiyela şoreşê ye. Welatên ku tê de ciwan zêde dibin şoreş tê de heye. Şoreşa di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn de dijî, berhemê ciwanan e. Ji ber ku ciwan hêza îsyanê ya sereke ye. Asoya ciwanan firehtir e, li gorî kevneşopiyan naxwaze bijî, dixwaze tiştê heyî derbas bike. Dema ku bi astengan re rû bi rû dimîne, şoreşê çêdike. Şoreşa 1968‟an sedemên wê pirbûna ciwanan bû. Ji bo vê dema ku Ewrûpa pîr dibe, Amêrîka pîr dibe, Çîn pîr dibe, maşelah li Rojhilata Navîn ciwanbûn enfilasyon çêkir. Cihek weke Mexmûr nifûsa wê heft hezar e, sê hezar xwendevanên dibistana seretayî hene. Di hemû dîroka cîhanê de tiştek wiha tuneye. Ev hêzek e, wê demê cihê erdnîgarî, derfetên madî, nifûsa ciwan, ev hemû tiştên madî ne, eger ev hemû bi kokê xwe yê dîrokî re bibin yek, wê demê proja şaristaniyê derdikeve, ya alternatîf derdikeve. Yanî hêza moral, peyda bibe, hêza moral, serwerî(serdestî) derûnî, dema ku ev çêbibin wê demê kes nikare zebt û rebtê bide ser Rojhilata Navîn. Bi derfetên xwe yên madî, bi hêza xwe ya ciwan, bi erdnîgariya xwe ya stratejîk, bi hêza xwe ya ku ji şaristaniyê tê, hêza moral, ya ku di kûraniya dîrokê de veşartî ye. Ev hemû derkevin, bi rengekî têkûz di çarçoveya projeyeke komunal, zanistî bi hev re bibin yek, wê çaxê dibe alternatîf. Ji bo ku ev nebe, emperyalîzm di nava têkoşînekê de ye. Şerê li dijî PKK‟ê jî ev e. Em bala xwe bidinê ku PKK‟ê çalakiyeke leşkerî li dijî Amêrîkayê nekiriye, li dijî Fransa nekiriye, li dijî Ewrûpayê nekiriye. Tam berovajiyê wê, Rêbertiyê ji sala 1995‟an de ev got; “êdî dema ku sosyalîst, sing bi sing, enî bi enî şer bikin nema ye, em di nav hev de digerînin.” Rêber Apo ev di sala 1995‟an de analîz kir, SAA‟yî jî vê dizane. SAA‟yî dizane ku carina PKK‟ê cixare qedexe kiriye, vexwarina alkolê bi temamî qedexe ye, dev jê ber de kêfdêrî(narkotîk), her roj raporekî derdixe û dibêje; PKK‟ê tîcareta kêfdêrîyê(narkotîkê) dike, bikar tine, ev hemû ji bo ku krîmînalîze bike, ye. Dizane ku PKK van tiştan nake, dizane ku eger di cih cihan de, çewt şidet hatiye meşandin jî, ji derveyî perspektîfên PKK‟ê hatiye meşandin. Vê jî baş dizane, ji ber ku PKK her demê xwe bi xwe rexne dike. Lê tevî wê jî terorîze dike, kirimînalîze dike, xerab dide nîşan dan. Ji bo çi? Ji bo ku PKK xwedî proje ye. Ev proje li dijî ferdiyetê ye, li dijî berxweriyê(serdariyê), ziyabûnê, li dijî xerîzebûyînê ye, li dijî van tiştê ha komînal e, civakî ye, demokratîk e. Li ser esasê ku hêza madî ya Rojhilata Navîn û hêza zihnî bi hev ve girêbide û bi vî rengî teqandinekî çêbike. Ji ber van sedemên ha êrîşê li ser PKK‟ê dike. Tenê ne PKK, êrîş li ser hemû hêzên ku ji dil û can bi rastî dixwazin civakên xwe temsîl bikin heye.