NAVENDA NÛÇEYAN – “Avakeriya neteweya demokratîk li Kurdistanê hem ji aliyê teorîk ve û hem jî ji aliyê pratîk ve hebûna Kurd û jiyana wî ya azad a divê mirov li ser zêde bisekine û veguherîne bi awayekî dîrokî û civakî îfade dike. Di asta eşqeke rastî de heqîqeteke fedakirinê ferz dike îfade dike. Di vê riyê de cih ji ti eşqa sexte re nîne, herwisa cih ji rêwiyên sexte re jî tineye. Li ser vê riyê, bi qasî hingivê nisilandî di dîroka mirovatiyê de çi tiştê erênî hebe ji rêwiyê wê re hatiye pêşkêşkirin. Li ser vê riyê, pirsa avakeriya neteweya demokratîk wê kengî bi dawî bibe, pirseke bêkêr e û hewceyî pê nîne. Ji ber ku heta mirovatî hebe wê ev avakerî temam nebe. Heyînên di gerdûnê de çawa her kêlî xwe ji nû ve diafirînin, mirov jî hebûnek e ku her kêlî dikare bi îradeyeke azad xwe biafirîne û lewma avakeriya neteweya demokratîk jî xwediyê wê azadiyê ye ku dikare her kêlî xwe ji nû ve biafirîne. Ji aliyê civakbûyînê ve ne utopyayek û ne jî rastiyek ji vê bi îddîatir heye. Li gorî rastiyên xwe yên dîrokî û civakî Kurdan bi awayekî bi hêz berê xwe daye avakirina neteweya demokratîk. Jixwe bi rizgarbûna ji xwedayê dewleta netewe yê qet jê bawer nekirin û bi darê zorê ketin bin tesîra wî, tiştek ji dest nedan; berevajî ji barekî giran, hem jî ji barekî ew biribûn ber îmha û tinebûnê rizgar bûn. Tevî vê, bûn xwedî derfet û îmkan ku karibin bibin neteweya demokratîk. Ev destketiyeke wisa ye ku çiqasî qîmetê wê bê zanîn ewqasî hêja ye. Kurd divê weke ferd û civak avakeriya neteweya demokratîk mîna sentezeke tevahiya heqîqet, berxwedan û heta baweriyên xwedawendan ên kevin û ji Zerdeştiyê heta bi Îslamê hemû îfadeyên ji kûrahiya dîrok û civakbûnên xwe dawerivî, fêhm bike, qebûl bike, bike malê xwe û bi cih bîne. Dîsa bi qasî tevahiya doktrînên mîtolojîk, dînî û felsefî tiştên zanista civakî ya hemdem dixwaze bide fêrkirin, yek bi yek serîrakirin û şerên berxwedanê hemû û bi awayekî giştî heqîqetên dixwazin bînin ziman, bi gewde û zêhnê avakirina neteweya demokratîk têne temsîlkirin. Ez ne bi tenê xwe car caran ji nû ve diafirînim, ber bi roja me ya îro, hema bêjin min hewl da ez xwe her kêlî ji nû ve biafirînim. Dema min ev kir, ez bi vê rastiyê û weke heqîqet bi îfadeya wê tevgeriyam. Bi vê, min bi awayekî azad xwe kir civakî, min xwe weke neteweya demokratîk (Kurd) berbiçav kir. Min xwe weke modernîteya demokratîk ji tevahiya mirovatiyê re, ji tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn û ferdên wê re pêşkêş kir. Gelo dibe ku der barê siberoj û paşerojê de utopyayeke min a şexsî hebe? Di çarçoveya sînorên temenê mirov de bi hêviya utopyayên siberojê û der barê rabihuriyê de bi hesreta serdemên zêrîn mirov hewl bide bijî, heke mirov hay jê nebe, dibe ku jiyanê bi xwe pûç bike û ji armanca wê dûr bixe. Ya girîng ew e, mirov bi qedr û qîmetê kêliyê zanibe û bijî. Ya herî qenc ew e, mirov kêliyê bê rabihurî û bê paşeroj nejî. Jiyana zanyarane ew jiyan e, rabihurî û paşeroj bi awayekî azad di kêliyê de bîne ziman. Modernîteya kapîtalîst û çanda wê ya koleker mirovî ji rabihurî û paşerojê bêpar dike û dike ku mirov kêliyê bi awayekî heywanwarî biqedîne. Li dijî vê çanda jiyanê ya heywanî ya ferdperestiya kapîtalîzmê, divê ferdê modernîteya demokratîk hesreta rabihuriya serdema zêrîn û hêviyên paşeroja bi utopya bi kêliya komên kominal ên demokratîk re bike yek, xebatê weke azadî bihesibîne û divê di alternatîfbûnê de bi ser bikeve. Ji ber wê pêdiviya zêde ya dîrokî û civakî, heta niha ez ji bo nasnameyeke kolektîf û azad a Kurd û nasnameya neteweya demokratîk xebitîm. Ji bo kêliyekê be jî firsenda min ji bo jiyana ferdî çênebû. Ji niha û pêve jî wê firsendek wisa çêbibe nebe, ez nizanim. Lê ez dibînim, ji gel û dostên me bi mîlyonan mirov mîna ku ti karekî bê kirin nemaye aware û beredayî digerin. Ez ji vî şêwazê jiyanê pirr bi hêrs dibim. Ez ê ji vî şêwazî re nebêjim, şêwazê jiyanê yê herî rezîl û bêberpirsiyarî, ez ê bibêjim ev înkara jiyanê ye. Ji vî şêwazê dij-jiyanê divê her ferd û kom ji sedî sed bibihure. Min timî diyar kiribû ku di jiyana gerîlla de jî awaretiyên bi vî rengî gelekî pêk tên û ez ji vê jî gelekî bi hêrs dibim. Eger mîllîtanekî çekdarî afirînerekî bê sînor ê jiyana azad be, di asta eşqê de ji bo vê jiyanê bi xwestek be û bi qasî ku li parçeyekî çiyê-deverekê destanan binivîsîne zana, biaqil û bi îdea be, divê derkeve çiyê. Kesên bi qasî turîst û çiyageran ji heyecan û îradeyê bêpar bin, eşkere ye ku wê nikaribin bibin gerîllayên çiya, daristan û çolan. Min timî digot, mirovên wisa aware û bêkar jiyaneke bi vî rengî çawa dikujin. Min digot, her kî dibe bila bibe kesê xwe xistibe rewşa aware û bêkaran wî kesî bênamûsiya herî mezin kiriye, rezîl û bêrûmet bûye. Min ev jî gotibû: Ma morî û mêşa hingiv a bêkar heye? Morî û mêşên hingiv kengî bêkar dibin, dimirin. Ew jî bêkarmayînê bêrûmetî dihesibînin û bi mirinê bersivê didin. Di şertên avakirina neteweya demokratîk de ji bo her mirovê me, ji gedeyê heft salî heta bi pîr û kalê heftê salî, ji jina wî heta bi mêrê wî, asta perwerdeya wî çi dibe bila bibe, ji bo her kesî karek pêkan e. Ji bo her kesî di asta îbadetê de kar an jî karên hem pêre mijûl bibe, hem pê xwe biparêze, hem pê xwe xwedî bike, hem jî pê xwe zêde bike, bi cih bîne û bi wî kar an karan xwe azad bike. Hema bila bi
tenê ji îrade û bîreweriya neteweya demokratîk hindik be jî par û nesîbê xwe girtibe! Mînak ez bûma, ez ê biçûma gundê xwe, Çiyayê Cûdî, qûntara Çiyayên Cîlo, dewrûbera Gola Wanê, çiyayên Agirî, Mûnzûr û Çewlîkê, keviyên Zê, Firat, Dîcleyê, deştên Ûrfa, Mûş û Îdirê, riya min bi ku biketa bila biketa, mîna ku ez ji keştiya Nûh a ji nava tofana xeternak derketî ez ê daketima, mîna Brahîm ji Nemrûdan, Mûsa ji Firewnan, Îsa ji Împaratorên Romayê, Muhammed ji cehaletê reviya ez ê ber bi xwesteka Zerdeşt a cotkariyê û dostaniya heywanan ve (vejeteryenê pêşî) biçûma, min ê bi îlhama ji wan û rastiyên civaka wan bigirta biçûma ser KARÊN XWE. Hejmara karên min dûrî aqilan wê zêde bûna. Min ê yekser bi kominkariya gund dest pê bikira. Mirov kominek an kominên gundan ên nêzî îdealê pêk bianiya wê çiqasî karekî bi coş, azadker û tenduristî bûya! Mirov komin û konseya kolanê an bajarekî pêk bianiya û bixebitanda wê çiqasî afirîner û azadker bûya! Mirov li bajêr akademiyek, kooperatîfek, komina fabrikeyekê pêk bianiya ma wê rê li ber çi venekirana! Mirov kongre û meclîsên giştî yên demokrasiyê pêk bianiya, li wan biaxiviya, kar bimeşanda wê çiqasî rûmetbilindî û serbilindî bûya! Çawa tê dîtin, sînorê hêvî û
hesretan tineye û li pêşiya pêkhatina wan ji bilî ferd bi xwe ti astengiyeke ciddî tineye. Ji bo pêkhatina wan a divê hebe, hema bi tenê hinekî namûsa civakî û hinekî jî eşq û aqil e!”
Bi dawî bû….