DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” basa pirtûkxaneya gerok ku 11 rojan li tevahî herêmên Rizgarkirî geriya, ku hemû pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, dabûn destpêkirin îro bi dawî kirin.
Îro jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiya pirtûkxaneya gerok ku ji bajarê Minbicê ve dest pêkiribûn li Dêrazorê bi dawî kirin. Di pirtûkxaneya gerok ya ciwanan a li bajarê Dêrazorê, hem ji aliyê ciwanan de û hem jî ji aliyê şêniyên bajêr ve xebatê ciwanan rastî elaqeyek zêde hat. Ev jî xwedîderketina ciwanan ya li ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîşan dide.
Di heman demê de her cihê ku ciwan diçinê li wê derê behsa têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Şerê Gelê Şoreşgerî dikin.
Di çalakiya îro û ya dawî de jî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Malêk El-Ûmeyêr Mihemed axivî. Mihemed di axaftina xwe de diyar kir ku wan bi vê çalakiya xwe xwedîderketina xwe ya li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nîşan dan û destnîşan kir ewê heya dawiyê ji bo azadiya Rêberê Gelan têkoşîna xwe bikin.