NAVENDA NÛÇEYAN – Dewlet, bi rêya sîstema perwerdê bi pêkanîna berovajî kirina heqîqet,têgeh û zanabûnê zihniyeta xwe bi xwe cih dike, kesayet ji cewher tê vale kirin, civakbûnê belav dike. Şaristaniya dewletî, hê ji despêka xwe ve, herêma perwerda civakê diziye; jin,ciwan û zarokên dest daniyî ser bi kêşana wan ya perestgehan, kolekirin,helandin û ajankirinê aniye rewşekî berdewam. Dewleta koledar ya ku şêweyê despêkê yê şaristaniya dewletiye, bi cewherê xwe jinê û civaka exlaqî-polîtîk ya pala xwe dida jinê xistiye bin kontrola xwe,bi berovajîkirina zihniyet û mejiyê civakê, pala xwe dide bi dest xistina çanda aborî-manewî û xistina civakê ya bin desthilatiya xwe. Di vê çarçuveyê de armanca perwerdê helandina civakê, herwiha jibo artêşê, dewletê û malbatên desthilat xulaman derxistine. Perwerdeya pêvajoyê di bingeh de pala xwe dide avakirina îdeolojîk, berovajîkirina
heqîqetê, tirsandin,jiber kirin û şîddeta vekirî. Perwerde li perestgehan, li qesran û li artêşêde tê pêkanîn. Bi zorê dest tê danîna ser zarokên bi tendurist,jinan, xortên ciwan û yên kêrhatinên wan yên girîng heyîn, vane digrin perestgehan, nava yekineyên koleyan û hinekan ji digrin qesran. Beşek mezin ji vane, di mercên herî giran de, heya mirinê weke kole tên dana xebitandin. Îro, di serîde ji piramîdên Misrê û baxçeyên li hewa(asmali) yên Babilê bigre, jimarek zêde bermayên dîrokî yên tên zanîn encama heya mirinê bi karanîna sed hezaran karkerên koleye. Zilamên bi tendurist û ciwan tên girtina nava yekineyên koleyan, li beramberê civakê tên dayîna şer kirin, di pêşbirkeyên gladyatoran de, di helandin,xapandina gel de û di şahiyên desthilatdaran de bi awayek hovîtî bi destê hevdû tên qirkirin. Beşek ji jin û zarokan, di qesir û perestgehan de, di perwerdeyên zêdere derbaz kirinê tên vegûhertin, beşek jî li malên desthilatdaran bi şêweyê kole xizmetê dikin. Piraniya wan ji tên anîna rewşa koleyên seksê. Mirovên zû têdigehin û di pileyek girîng de kêrhatinên wan heyî, di perestgeh û qesran de di perwerdeyek taybet re tên derbaz kirin û weke karmendê dewletê yên veguhertin. Perwerdeya li perestgehên Sumeran, perwerda herî orjînal û herî bi bandore.
Li rexa vekirî li cih cihan rêbazên zor û şîddetê tên karanîn jî, têgeha desthilatî ya belavî herêmên fireh bûyî û têde çewisandina veşartî bi giraniye, bingehê dewleta feodale. Çêbûna wê ya îxtîdarê, pala xwe dide beşên desthilat yên di herêmên burokrasiya leşkerî, xwediyên erdê û baweriyên olî. Dewleta feodal, bi rêyên girtina leşkeriyê û îştirak dayînê, civakê bi xweve girê dide, zeviyên ji hêla çandiniyê ve binirx, kaniyên mehdenên dewlemend û herêmên bazirganî digrin bin desthilatiya xwe. Gelên desthilatiya wan na pejirênin û gelên welatên ji dervey desthilatiya wan dimînin talan dikin, dibin navê destketiyên (ganimet) şer dest di deyne ser zarok, jin, nirxên aborî,lawiran, dema vane hemûyan dike jî ol jibo xwe weke amêra bingehîn ya rewa û desthilatiyên herêmî ji weke cihgirên xwe yên bingehîn dide karanîn. Armanca sîstema perwedê ya dewleta feodal, civakê jibo xwe anîna rewşa hertiştê (biat) jibo wê bike. Ol weke amêra îxtîdarê kartîne û herwiha bi rêbazên talan, dizî, tirsandin, ruşwet û seza kirinê armanç dike kû civakê bi xweve girê bide. Hêzên desthilat yên feodal, di dagirkirin û talanan de beşek ji jin û zarokên bi dest xistîn weke kole bikartênin, beşek jî digrin artêşên bişaftî û têxin leşker, beşa din jî bi perwerdeyên taybet yên li qesir û kulliyan (külliye) di helênin, jibo li dijî gelê xwe û çandan bikarbênin, tênin rewşa
fermandar, karmendê dewletê û ajan. Desthilatên dewleta feodal, xwe û zarokên xwe, li cem zanîngeh û kulliyeyan, ji hêla perwerdevanên taybet ve, di qesran, şatoyan û qesran de perwerde dikin.
Dê berdewam bike……