ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “BI RIHÊ CIWANTIYA VIYAN Û NÛJIYANAN, EMÊ ŞERÊ AZADIYÊ BI SERBIXIN” 2’yemîn konferansa xwe li darxistin.
Konferansa jinên ciwan bi beşdariya sedan jinên ciwan, sazî û yekîtiyên sivîl li hola Mîtan a navçeya Ehdasê, bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir.
Dîwana konferansê ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan Zelal Mihemed, Leyla Mistefa û Cûdî Elî pêk hat.
Di destpêkê de jinên ciwan perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya derbarê girîngiya rola jinê di civakê de xwendin, ew jî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Hec Ebdo ve hate xwendin. Piştre jî rapora 2 salan hate xwendin. Her wiha jinên ciwan piştî wê sinevizyon temaşe kirin.
Dûvre endamên dîwanê, geşedanên siyasî, bûyer û pêşektinên li herêmê rû didin, hewldanên ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin, meşandina berxwedan û pêşxistina têgeha şerê gelê şoreşgerî li hember planên dagirekriyê yên li herêmê, bi beşdaran re gotûbêj kirin.