NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan……
Tam di vê xalê de têkoşînek me jî ya şoreşgerî ku qet naqedê heye. Di nêvenga van nakokiyên hûrûkûr de, di nava aloziyê de jî be, me hewl da şoreşê hinek din pêşve bibin. Ji bo şerê Iraq û Îranê ber bi şoreşê ve biherike, me hewldanek mezin da. Bes xala taktîsyenên me yên partiyê jî sûd wernegirtin mijarek cuda ye. Lê me weke xet bersivek pir bêhempa da vê û me xwest amadekariyan jî pêş bixin. Hinekê pêşketin jî çêbûn. Heman tişt ji bo Şerê Kendavê jî hat hizirîn. Me pir zû got em dikarin ji vî şerî ji bo zayîna Şoreşek Cotmehê ya duyemîn bikin gavek berzbûnê, nexasim bikarin ji rewşa Iraq di navê de dijî Şoreşek Cotmehê derbixin. Lê mixabin li wir jî lewaziya
taktîkî, tênegihiştina pêvajoya şoreşgerî û rast nefêmkirina peywiran, a hewce nepêkanîn derket holê. Li gorî min, ev bû sedem ku pêvajoyek şoreşê ya cidî ji dest biçe.
Wexta di sala 1991‟ê de Şerê Kendavê bi encam bû, nexasim li Kurdistanê şoreşek mercên wê pir amade hebû. Dikariyan bi rêxistinbûnek ji rêzê ve jî ber bi desthilatî ve biçin. Girseyek milet a bêhempa çekdar hebû, rejîmek Iraqê ya Kurdistan beredayî hebû. Bandora hevkaran a sînordar jî nebû. Mixabin ji ber hevalên me yên li wir peywirdar li gorî tê xwestin ne amade bûn, nezanîn gavên wêrek bavêjin, bûn sedem ev firsenda girîng jî ji dest biçe û roj bi roj venêrîna hevkaran pêş bikeve. Her wiha rê ji xurtbûna operasyona DYE ya Hêzên Peywira Hevgirtî re vekir. Tirkiye jî tevlî vê kirin, qaşo li dijî rejîma Iraqê ya dixwaze Kurdan vale bike, lê di cewhera xwe de li dijî PKK‟ya ku dixwaze Kurdistan û Kurdan ber bi şoreşê ve biherikîne torek pir bi hîle û tevlîhev a venêrînê pêş xistin. Di encama vê de, Fermandarê Hêzên Ewrûpa yê NATO, Serfermandarê Giştî yê DYE yê niha, piştî hat Başûrê Kurdistanê rojekê, weke tê zanîn di sala 1992‟ê de li dijî me Operasyona Başûr pêş xist. Du hêzên Kurd ên girîng, PDK û YNK jî beşdarî vê operasyonê bûn. Her wiha heta asta me radest bigirin operasyon bi hev re meşandin. Li hember vê berxwedanî çêbû, lê dîsa jî ji ber sedemên tên zanîn, ji ber nepêşxistina afirîneriya taktîkî em ketin rewşek tengav û em baş dizanin mercên nêzî nîv radestbûnê hat ferzkirin. Me li dijî vê jî berxwedaniyek pêş xist.
Dîsa me nakokiyên herêmê, nakokiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê, nebesî û şaşiyên navxweyî nirxandin û rexne kirin. Bi vî rengî me xwest salên 1993-„94‟an bi şoreşê bidomînin. Pir baş tê zanîn, şêweyek 12‟ê Îlonê hîn dijwartir, pêvajoyek em dikarin bêjin qonaxa wê ya sêyemîne, bi hukumeta niha heyî re û serfermandariya wî re tê pêşxistin. Qonaxa yekemîn; qonaxa 12‟ê Îlona sala 1980-83‟ê ye. Peywira wî jî şoreşgerên çepgir ên muxalefetên Tirkiyê û ger hebin navendên muxalefetên din, berxwedêrên Kurd an jî navendên wan ên netewî tasfiyekirin bû. Ev di radeyek mezin de hat serxistin. Derketina me ya dervî welat û hatina me ya li qada Rojhilata Navîn, baş tê zanîn
bi armanca ev sal bi amadekariyek kûr ve pêşxistin bû. Wexta rejîma 12‟ê Îlonê ya eşkere leşkerî, di sala 1983‟ê de vekişiya, Hukumeta ANAP‟ê polîtîkayên wî jê dewr girt, ango qonaxa Ozal destpê kir. Ji hêla taktîk ve ya rastî Ozal ji şerê ku me dixwest pêş bixin re ne amade bû yan jî ne li bendê bû. Di vir de mafdar jî bû. Ji ber ku ti rejîm, ti
qonax û ti hukumetî texmîn nedikir emê pêngavek wisa bikin.
Weke tê zanîn Pêngava 15‟ê Tebaxê, li rastî dema ANAP‟ê hat. Dîsa heta dawiya salên 1990‟î, pêvajoyek demdirêj a şerê taybet tê zanîn û binkeftina wê hat meşandin. Gelek şerên taybet hatin ferzkirin. Heta sala 1985‟an polîtîkayek, di sala 1987‟an de polîtîkayek cuda, di sala 1988-„89‟an de jî polîtîkayek cuda hat ferzkirin. Di encamê de nekarîn tevgera me ji pêşxistina qonaxa gêrîla dûr bixin. Bi hilweşîna Ozal û partiya wî re, pêlek şerê taybet a nû hat destpêkirin. Demîrel û Înonû bi gotinek nû ve, ji şerê taybet re bûn rûpoş. Heman weke di sala 1925‟an de li dijî civata wezîrên Fethî Okyar, erkdarkirina civata wezîrên Îsmet Înonû. Ango politikaya tinekirina berxwedanî bi
rêbazên herî tund ve çewsandin esas girtin û wisa êrîş kirin. Ji hêla Kurê wî Înonû ve, bi Demîrel re civatek wezîran-koalîsyonek nû û bi serfermandarek nû re kirin meriyetê. Ev jî pêngavek şerê taybet a siyemîne. Hîn bêrehim û tunde. Pêvajoyên salên 1991-‟92-‟93-‟94‟an bi konsept û plansaziyên vê hukumetê û Serfermandariya Giştî ve hat pêşxistin. Di vir de ya girîng hîn zêdetir vê pêvajoyê bi yekgirtî hemû Başûr û Bakurê Kurdistanê digirt dest bû.
Heta di politikaya Tirk a navxweyî de ev nakokiyek mezine û hêjî didome. Hinek dibêjin; “Emerîka em xistin nava vê nakokiyê. Em neçarin têkil karê Başûrê Kurdistanê bibin.” Ya rastî jî rewş wisa ye. Dema hîn kûrtir tê destgirtin, rastiyekê rave dike. Hukumeta Tirkiyê, ti wextî dev ji Başûrê Kurdistanê bernedaye. Hinek sedemên taktîkî yên devjêneberdanê hene. Feydeyek mezine ku mirov vê rastiyê bibîne. Weke tê zanîn, di sala 1925‟an de li Kurdistanê îsyan hebûn. Dîsa pirsgirêka Musul-Kerkûkê hebû. Heta Şerê Rizgariya Netewî ya Tirk bi Kurdan re hat meşandin û Başûrê Kurdistanê di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de bû. Parlementerên Kurd jî bi nûnertiya vê di Meclîsê de bûn. Piştî ku Îngîlîzan, li Başûrê Kurdistanê û Iraqê neft dîtin, nakokiyên wan ên bi Kemalîstan re zêde bûn. Ji bo çareserkirina vê nakokiyê, pir eşkereye ku Mustafa Kemal weke hevkarek Îngîlîz bi Îngîlîzan re lihev kir. Ferzkariya Îngîlîzan ev bû; “Ger hûn di pirsgirêka neftê de, ji bo qada Başûrê Kurdistanê bibe beşek ji Iraqê ya hewce nekin, ezê jî îsyanek Kurd bidim pêş.” Jixwe li Başûr di vê manê de nêzîkbûnek îsyanek Kurd xwe da der. Dibe ku eleqeyek li hember îsyana Şêx Seîd jî raber kiriban. Kemalîstên ku dema xwe ya herî lewaz jiyan dikiran, ji vê pir tirsiyan.
Lewra dema ev merc tev bûn yek, neçar man peymanekê çekin. Li gorî vê peymanê jî; tevî ku di nava sînorên Mîsak-i Mîllî de bû, yek parçekirina Kurdan; du, isyana Kurd a li Bakur bê pişgirî hiştin; sê, ji bo Îngîlîz pişgiriya Kemalîzmê û Mustafa Kemal bi xwe bike Kurdistan parçe kirin. Ev parçebûn heftî sale di meriyetê de didome. Di rastiyê de jî dijberî Mîsak-i Mîllî û pîvanên rizgariya Komara Tirkiyê tê berdewamkirin. Qaşo yek roj nîne nûnervanên Komara Tirk neqîrin ku parazvanên Mîsak-i Mîllî ne. Lê em vê pir eşkere dibêjin; yên her roj Mîsak-Mîllî binpê dikin ew bi xwe ne. Divê bersivekê ji vê re bibînin. Madem evqasî bi Mîsak-i Mîllî ve girêdayî ne, çima Başûrê Kurdistanê wisa hiştin? Jixwe hûrûkûr nakokî pêş dikevin. Nêzîkbûna Ozal bi şêweya; “Divê em bikevin Başûrê Kurdistanê” derket holê. Serfermandarê giştî jî got; “Em nakevinê” û dev ji erk berda. Kenan Evren bi xwe jî dibêje ku Başûrê Kurdistanê çiraveke. Çapemenî hêjî nîqaşa; “Em bikevin Başûr, em vir desteser bikin an na” dike. Nexwe ev pirsgirêka Başûrê Kurdistanê, bi qasî Komara Tirk pirsgirêkek kevne. Ne pirsgirêkek nû derketî holê ye. Jixwe, sînora ne eslî ya di navbera herdu beşan de, tê zanîn ku ne eşîrên cîran, malbat jî parçe kirine. Ev parçebûn temamî bi sedemên stratejik çêbûye.
Bi hevkarê Îngîlîzan Kemalîstan re hesabên herêmê, hesabên neftê û hesabên dij-komînîstiyê hene. Kurtasî, hesabên li dijî gelan hene. Kurdistan li ser vî bingehî hatiye dabeşkirin û di rewşa heyî de jî bi heman sedeman, heman rastiyan û bi heman venêrîna navendên hêzên emperyalist ve ev rewş berdewam dike. Piştre Emerîka beşdarî van bûye. Heta salên 1945‟an hêza cîhanê ya bibandor Îngîlîz bûn. Lê van serdestiya xwe ya cîhanî piştî Şerê Cîhanê yê II. bi destê DYE ve berdan û weke du dewletên bira îro politikaya Başûrê Kurdistanê bi Kemalîstên Tirkiyê re weke berê dimeşînin. Derdorên ku Almanya yan jî Fransa jî îdare dikin hene. Lê di rastiyê de ev areste dikin. Almanya, weke di Şerê Cîhanê yê I. de bûyî, her tim li pişta faşîstên Tirk bû. Lê Tirkiye ne tenê hevkariya bi Almanya re esas digire. Kemalîzm di rastiyê de rejîmek wekaleta Îngîlîz û Emerîka bû.
Her çendî bê gotin Kemalîzm li dijî vê wekaletê derketiye, li gorî gelek daneyan em dibînin, Kemal bi xwe di Kongreya Sêwasê de wekîlê Îngîlîzan bû. Ev wekalet hinek din hat pêşxistin, bi şêweya Komara Tirkiyê ket meriyetê. Îngîlîzan û paşê Emerîkiyan, nexasim Kemalîstan ti carî ji dervî qadên xwe yên serdest nedîtin. Ji bo em ji
rewşên roja me şaşwaz nebin vê dibêjim. Lewra dîrok, ji bo baş dîtin û fêmkirina îro pir hewce ye. Hinek dewletên emperyalîst bi şêwaza faşîzantiya rastgir, hinek jî bi şêwaza lîberal pişgirî dan Kemalîzmê. Jixwe di roja me de jî pişgiriya xwe didomînin. Lê belê niha nakokiyên cidî pêş ketine. Wextekê Iraq qraltî bû û wekîlê Îngîlîzan bû. Niha ev merc bi temamî hatine derbaskirin. Nexasim bi Şoreşa Tîrmehê ya sala 1958‟an re, Iraq ket pêvajoyek nû. Dîsa Kurdan di pêvajoya pey vê re dest bi pêvajoyek îsyanê kirin. Li Başûrê Kurdistanê ji salên 1960‟î ve, rewşek Kurdistanê ya cuda rû da. Şahîtiya Îranê hat hilweşandin. Jixwe rejîma Şahtî jî weke rejîmek wekîlê Emerîka bû. Îro Şoreşa Îslamê ya Îranê, rejîmek serî li dijî Emerîka radike, serî li dijî Rojava radike. Sûrî, bîst-sih salên dawî li hember Îsraîlê bi şêwazek herî berfireh welatek li ber xwe dide. Di alema Ereban de dij-emperyalîzm û dij-siyonîzmê gurbûnek heye û ev jî, tevî hemû astengiyan didome.
Tirkiye bi xwe jî hat guhertin, êdî Kemalîzm tê derbaskirin. Şerê taybet a dawî, hinekê zehmet jî be şerê Kemalîzmê yê li ber xwe dayînê ye. Jixwe DYE bi xwe jî pir rehetî dibêje Kemalîzm dê nekare li ber xwe bide. Li şûna Kemalîzmê, em ji nêzîkbûnên Îslamî bigirin, heta nêzîkbûnên burjuvaya demokratîk ên nû alternatîfên cuda tên
fikirîn. Ozal xwest nêzîkbûnekê biceribîne, berdêla vê jî bi canê xwe da. Lê hilweşîn leze û wexta mirov li nîqaşên rojane dinêre jî, wê bê dîtin neçare lêgerînên nû berdewam bikin. Dema em li roja me dinêrin, rewş hîn şênbertir çawa ye? Ya rastî binre binre ya ku bingehek xwe ya dîrokî ku pir kevin heyî, lê ji hêla rojaneyî ve jî nakokiyên heftî salî tevê derdixe holê, rastiyên dema nû jî dinirxîne Şoreşek Kurdistanê jî mijara gotinê ye. Ya hatî guhertin û pêş ketî ne tenê mercên objektîfin. Pir eşkere ye gelê Kurdistanê jî êdî ne gelê Kurdistanê yê berê ye. Bi gelê herêmê re jî guhertinên kûr hene. Di encamê de li Îranê rewşek pir cuda, li Iraqê pir cuda û li Tirkiyê pir cuda heye. Li Kurdistanê jî gihaye qonaxek şerê germ, rewşek şerê şoreşgerî ya kûr heye. Em pir baş dibînin, têkilhevbûna dîrokî bi mercên şênber re yekbûnek saz kiriye. Sînor ji hêla hêzên emperyalist û mêtînger ve hem li gorî berjewendiyên wan ên stratejik hem jî qaşo bi destûra gelan hatine destnîşankirin. Jixwe ne pêkan bû ku bi cureyek din jî çêbe. Berjewendiyên stratejîk cardin emperyalîst û mêtîngeran digihîne hev. Lê her wiha tîne beramberî hev jî. Bi rejîma
Iraqê re DYE û hevalbend wî nakokiyek dijwar dijîn. Ev nakokî, bi rewşa heyî re zû bi zû derbas nabe. Xwestin bi şer derbas bikin û rewşa şer didome. Nakokiyên emperyalîst û hevalbend wî bi Îranê re jî dijwarin. Ber bi astek şer ve bilind dibin û asayî jî dê hewl bidin bi şer çareser bikin.
Hevalbendên wî Tirkiye yê pê bawerin, ji ber bi sedemên di nava vê şêweya herêmê de bi mêtîngerên berê yên hevalbend ve tê bîranîn, her tim nakokiyê dijî. Êdî Tirkiye nikare îtîfaqên mêtîngerî yên heftî salî li ser Kurdistanê saz kirîn weke berê bidomîne. Êdî nikare rewşa xwe ya beriya salên 1990‟î bi Iraqê re heyî cardin bidest bixe. Lewra ev tengezariyek mezine. Statukoya Komara Tirkiyê heta salên 1935‟an bi Pakta Sadabat re, dîsa îtîfaqa heta salên 1955‟î bi CENTO re saz kirî, dema pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê, wisa dixwiyê dê carek din bê sazkirin. Herî dawî Wezîrê Karê Derve yê Îran, Tirkî û Sûrî, xwestin civîna bilind a sê alî pêş bixin û di rewşa heyî de ew jî pêk nayê. Lewra Komara Tirk li herêmê, mehkume ku bi tena xwe li ser Kurdistanê bilîze. Ev rewşa bi tenê jî lîstinê, Îranê û alema Ereban jî pır cidî aciz dike. Jixwe helwesta Tirkiyê ya di Şerê Kendavê de li hember Iraqê, di alema Ereban û Îranê de rê ji nerazîbûnê re vekir. Herî dawî bi Operasyona Başûrê Kurdistanê re jî, hemû alema Ereban
û Îran qet nebê bûn xwedî helwestek rexneyî. Lewra ev operasyon jî her ku diçe Tirkiye tecrîd dike. Ji ber ditirse dijberiyek pir tund pêş bikeve, DYE jî pir eşkere pişgiriyê nade. Lê nabe ku Tirkiye jî nekeve Başûr.
Li Başûrê Kurdistanê şerê şoreşgerî, pirsgirêka desthilatî û li vir rola PKK‟ê ya dîrokî çiye? Pirsgirêka Başûrê Kurdistanê, ji hêla dîrokî ve pirsgirêkek Tirkiyê ye. Komara Tirkiyê bi peymana emperyalîzma Îngîlîz re tawîz ji sînorên Mîsak-i Mîllî da, ev jî cewhera pirsgirêkê ye. Ev pirsgirêk ti carî ji holê ranebû, her di nava xwe de berdewam dike.