MEXMÛR – Di saetên êvara 29’ê mehê de jinên Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi awayek girseyî li ber avahiya Malbatên Şehîdan kombûn û meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên ku di êrişên cuda de hatibûn qetilnkirin hatin hildan û her wiha siloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana Rojhilat” hatin berz kirin. Meş heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.
Piştî ku meş gihîşt ber avahiya NY, li wir beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta Jîna Emînî de ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê Mamoste Bêrîvan Demîr ve hat dayîn.
Bêrîvan Demîr di destpêka axaftina xwe de qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û wiha got: “Emê hertim bi rêxistin û yekbûna xwe li gel xwişkên xwe bin, emê vê desthilatdariya zilamsalarî bi ked, têkoşîn û çalakiyên xwe têk bibin. Divê em jinên ku li Ewrupa xwe azad dibînin lê ew di bin sîstemê de diperçiqin, divê em wana rizgar bikin ji wê sîstemê. Em hemû jinên ku niha li kolanan têkoşînê dikin silav dikin û piştgiriya wan dikin.”
Piştî daxuyaniyê têkildarî serhildana Rojhilat kurte şanoyek li ser kefiyê hat nîşandan. Beriya ku kefiye were şewitandin sêdar hat danîn û kefiye bi sêdarê ve hat şewitandin.
Meş bi siloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.