Jîna Emînî jineke Kurd a 22 salî, ciwaneke ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Jineke ciwan ji ber porê wê xuya bûye ji aliyê ‘polîsên bêexlaq’ ên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. Piştî mirina Jîna, berxwedana azadiyê ya bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê du hefte li pey xwe hişt. Li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 100 çalakgerên jin-mêr hatine qetilkirin, gelek kes birîndar bûne û bi hezaran jî hatine destgîrkirin. Wiha tê xuya kirin ku ev çalakî wê demek e din bidome. Xwepêşandan ji sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derbas kir û li cîhanê belav bûn. Her kes bi yek dengî bi berzkirina dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Jîna bibîr tînin.
Li Bakurê Kurdistanê jî jin, nûnerên jin û mêr ên siyaseta demokratîk bi heman dirûşmeyê lenet li bêçandiya zilamê serdest dikin û bi helwesteke pir guncav Jîna û vê berxwedana azadiyê hembêz dikin.
Sara Tolhildan jineke ciwan a Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye, ku temenê wê 30 sal e. Gerîlayeke Azadiya Jinê ye.
Rûken Zelal jineke Kurd a Rojavayê Kurdistanê ye, 25 salî ye. Gerîlayeke Azadiya Jinê.
Sara û Rûken du Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne ku li dijî dijminê jinê polîsên bêexlaq yên komara Tirk a qirker û mêtînger li Mersînê çalakî pêk anîne, heta guleyên dawî li ber xwe dane û dema ku guleyên wan bi dawî bûn bi teqandina bombeyên xwe şehîd bûn. Mixabin ev her du Jinên Kurd ên Azad ji aliyê gelek sazî û kesayetên ku Jîna hembêz kirin, ji ber çalakiya wan ên li dijî polîsên tecawizkar ên komara Tirk a qirker û mêtinger jiyana xwe ji dest dane, hatin şermezarkirin. Belê, ev herdu jinên Kurd ên leheng ji ber ku weke Jîna ji aliyê polîsan ve nehatine qetilkirin, li hemberî polîsên bi heman karakterî çalakî li dar xistine hatin şermezarkirin. Bi taybetî ji aliyê heman beş, sazî û kesên ku li Jîna xwedî derketine.
AFRÎNERÊN JIN, JIYAN, AZADÎ TÊNE ŞERMEZARKIRIN
Tişta ecêb ew e; kesên dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikin, afrînerên vê dirûşmeyê Gerîlaya Azadiya Jinê şermezar kirin. Eger neyê zanîn, em bibêjin; Rêber Apo yekem car ev dirûşmeya gerdûnî bi kar anî û Tevgera Jina Azad jî keda Rêber Apo ya herî destan û ciwan e. Ev Têkoşîna Azadiyê ya Jinê ye ku bingeha hemû guhertinên di nava mêr û civaka Kurd de ye. Jîn, Jiyan û Azadî îfadeyên herî kurt û felsefî yên vê ne.
Baş e, yên ku Sara û Rûkenê şermezar dikin gelo nizanin ku têkoşîna van her du şervanên azadiyê yên jinên fedaî ji bo Jin, Jiyan, Azadî ye? Eger nizanibin bila vê jî zanibin. Jinên di nava Tevgera Azadiyê de ne, di serî de di nava Tevgera Azadiyê Jinê de cih digirin. Ji ber vê yekê her jina ku di nava refên Tevgera Azadiya Kurd de têdikoşe, bi qasî têkoşîna azadiya gel, Têkoşîna Azadiya Jinê jî dimeşîne. Ji ber vê yekê, çalakiya Sara û Rûkenê ne tenê li dijî dewleta Tirk a ku komkujî li hemberî gelê Kurd pêk tîne, di heman demê de li dijî polîsên bêexlaq ên ku dest diavêjin jinên ciwan ên Kurd û dijminê jinê hate lidarxistin. Li vir zayend û hişmendiya neteweyî bi hev ve girêdayî ye û li dijî dijminê hevpar xweparastina jinê pêk hatiye.
DEYNDARÊ WAN JINAN E KU XWE JI BO AZADIYA JINÊ FEDA KIRINE
Lewma dema ku mirov rewşa Jîna û Sara-Rûken didin ber hev, tê dîtin ku helwesteke gelekî hevnegirtî tê nîşandan. Halbûkî xwedîderketina li Jîna çiqasî pêwîst û meşrû be, xwedîderketina li Sara û Rûken jî herî kêm bi qasî wan meşrû û pêwîst e. Du Jinên Kurd ên Azad in ku xwe ji bo azadiya jin û gelê Kurd feda kirine. Li şûna rexnekirin û şermezarkirina wan, divê bi minet bêne bîranîn. Ji ber ku em hemû jî baş zanin ku çavkaniya birêxistinkirina jinê û afirandina hişmendiya zayendî ya li nava jinê li her çar parçeyên Kurdistanê, Gerîlayên Azadiyê yên Jin û têkoşîna wan a li ser xeta fedaî ye.
Yên ku van herdu jin ên fedaî şermezar dikin, hinekî li ser bifikirin wê fêhm bikin ku bi rastî jî her tiştên xwe deyndarê jinên azad ên mîna Sara û Rûken e. Naxwe ti wateya qîrîna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ namîne.
MÊR Ê AZADÎXWAZ LI HEMBERÎ JINÊ BI HEDÊ XWE ZANE
Li aliyê mêr jî rewş hîn bêhtir hevnegirtî û tevlîhev e. Em mêr ên ku Jîna kuştin û Sara û Rûken neçar hiştin ku xwe feda bikin, divê hîn baldar bin. Porê xwe yê ku her tim diqusîne, ji aliyekî ve ji bo Jîna dibire, lê li aliyê din jî Sara û Rûken ên xwe ji bo azadiyê feda kirine şermezar dikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ne hevgirtî ye, ne jî li mêr ê azadîxwaz tê. Ji bo mirov bibe mêrekî azadîxwaz divê bi rengekî hevgirtî nêzîk bibin û li hemberî jinê bi hedê xwe zanibe. Bi çi rengî dibe bila bibe, divê hurmet li wê jinê re bê nîşandan ku ji bo azadiya jinê têdikoşe.
Diyar e xwedîderketina li Jîna dema ne li Îranê be dibe ‘çalakiyeke’ bêrîsk û populer, lê ji bo xwedîderketina li Jînayan û Sara û Rûken ên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ afirandin, sekneke hîn azadîparêz û hevgirtî divê.
Çavkanî: ANF/ Îsa Taşçi