NAVENDA NÛÇEYAN – Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi pêşengtiya jinan a li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bê navber dewam dike.
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilhatê Sûriyê bi çalakiyên cûda qetilkirina Jîna Emînî tê şermezar kirin û serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê silav kirin.
Hunergeha Welat ku bi xebatên çand û hunerê eleqedar dibe, ji bo silavkirina serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stran û klîpek bi navê ʹSerhildanʹ derxist. Klîp li ser rûpelên medyaya dîjîtal ên Hunereha Welat hatiye belav kirin.
Klîp balê dikişîn ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û dîmenê jinan ku laçikan diavêjin. Her wiha siloganên ʹJin, jiyan, Azadî, Merg ber dîktatorʹ tê berz kirin.