NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Bandora 14. Salvegera Pêngava 15‟ê Tebaxê ya li ser pêşketinên Başûrê Kurdistanê, dê bi berhemên mezintirîn ve pêş bikeve. Li hemberî vê serdana Celal Talabanî dawî li DYE kirî re hinek polîtîkayên ku dixwaze pêş bixe, yeqîn dikim carek din li ser Enqereyê ve biceribînin. Rastiya van polîtîkayan ên rasteqîn tam nayê zanîn, lê dişibin nêzîkbûnên ku Ozal piştî salên 1990‟î meşandî. Bi tasfiyebûna Ozal re, ji ber kûrbûna tengezariya polîtîkayên nû, dev ji hukumeta Çîller berdan û hilweşandin. Hukumeta nû ya hatî damezirandin, texmînek mezin çi di mijara pirsgirêka Kurd de, çi jî li hember bandorên vê yên din ên ku neyekserin, dê nêzîkbûnek nû raber bike. Di vir de biryara çareseriya siyasî ya parlementoya Ewrûpa, dîsa hukumeta Partiya Karker a li Îngîltere, yeqîn dikim ji ber nêzîkbûna xwe ya ji mafên mirovan re, heman tişt kêm jî be ji bo Almanya û Fransa jî derbas dibe, dikare bê gotin dê li ser Tirkiyê bibandor bin. Nexasim bi mehên peşiya me re, dê gav bi gav pêkana polîtîkayên nû bikevin meriyetê.
Bêgum ev gava herî girîng a hukumeta berê, girêdayî operasyona Başûr a dawî bû. Ya rastî ev operasyon, hem hilweşîna hukumeta dawî, hem jî ji bo hukumeta nû di asta ceribandinê de derket holê. Niha baştir tê fêmkirin ku, ev operasyon destpêkirina encamên nû û pêşketinên nû ne. Hukumeta nû ya di bin Seroktiya Mesut Yilmaz de
jî, dê li gorî encamên vê operasyonê yan serkeftî be, yan jî binkeftî be zelal bibe. Hukumeta Erbakan û Çîller nekarîn nûbûnê pêş bixin, an jî ev firsend nehat dayîn. Weke xwediyê evqas şerên qirêj, pêşketinek cuda ji van nedihat payîn. Nikare bê gotin hukumeta nû jî kesayeta xwe derxistiye holê. Lê bi taybet civînên têkoşîna bi terorê yên di rêveberiya Ecevît re tên meşandin hinek serbendan didin. Dixwazin pêvajoyek ji nû ve avabûnê pêş bixin. Di derbarê Başûrê Kurdistanê de jî, nêzîkbûnek li ser vî bingehî mijara gotinê ye. Dibe ku di nûkirinê de bixwazin Celal Talabanî carek din bixin meriyetê. Rola ku dayîn PDK‟ê jî, cerdevanî ye. Li gorî ku niyeta wan a ji nû ve
sererastkirina cerdevaniyê jî heye, dibe ku ev jî girîngiya xwe winda bike. Dê giranî dîplomasiyê bi Talabanî re bimeşînin. Girêdayî vê jî, yeqîn dikim ji bo em hîn zêdetir li Başûr pêş nekevin û şoreş kûr nebe dê tevdîr bigirin.
Gava pêşî ji bo gavên şoreşgerî yên em pêk bînin pêş nekevin, dê agirbesta di navbera van de dirêj û kûr bikin, ev nebe jî, dibe ku bi me re carek din bihizirin ku hevpeyvînekê pêş bixin. Dema pir eşkere dîtin, nikarin me ji cihên ku em lê ne der bikin, dibe ku ceribandinên nerimkirinê esas bigirin. Ev jî îhtîmaleke. Dibe ku bi operasyonek nû re, her du hêzan jî bikin yek, li şûna şerek weke sala 1992‟an nêzîkbûnek siyasî jî esas bigirin. Komara Tirk jî di nav de, yekbûna van her du hêzan û vesazkirina operasyonek leşkeri ji ber sedemên demsalê negengaze. Her wiha rewşa girseya heyî, nakokiyên li herêmê firsendê nade vê. Lewra dê ev xal jî di rojên dawî de zelal bibe. Dê ev jî wesfa gavên me yên ji vir û şûn de û tundiya wê jî diyar bike. Divê taktîka me ya şoreşgerî, li Başûr bi baldarî û berpirsyariyek mezin bê meşandin. Ji bo kûrkirina çeperên ku hatine bidestxistin, divê naveroka nêzîkbûnên leşkerî û siyasî hîn zêdetir bên dagirtin û amadekarî xurt bibin. Bi qasî hewce dike kêfxweşiya hêzên me bilindtir bibe, ewqas jî divê kêm û kurtiyên heyî jî di vê navberê de bên derbaskirin, valehiyên taktîkî bên dîtin û nirxandin, li kur, çawa dikare hewildan û pêşveçûnek bê sazkirin di asta herî kêm jî de be fêmkirin girînge. Pêwîste çalekiyên şaş ên rê ji windahiyên bêmane re vedikin neyên kirin, bi windahiyên herî kêm ve serkeftin esas bê girtin û li ser vî bingehî tevgerek hebe.
Bêguman divê em xebatên siyasî û lojîstikê jî bi serve bikin. Perwerdeya hêzên nû beşdar dibin û mayîndebûna vê girînge. Pêwîste em bikevin nava pêvajoyek xebata xwînsar, rêya serkeftinê vekirî û xebatê kûr dike. Ya girîng hêzên me di salvegera 14. a Pêngava 15‟ê Tebaxê de bikarin li hember her cure pêşketinan çi giraniya polîtîk, çi jî giraniya leşkeri ku pêşketinan pêşwazî bikin di astekê de amade bin. Nabe ku em hem siyasî, hem jî leşkeri dev ji çeperan berdin. Paşde gav nayê avêtin. Berovajî ji bo serkeftinek tam pêk were, dê her cure rêbaz bên ceribandin.
Ya girîng li vir nêzîkbûnên yek alî neyên raberkirin, fedekariya tê kirin li ser bingeha lihevkirinekê esas bê girtin çiqas şaş be, sûdên ku lihevkirin jî bidin nedîtin nêzîkbûnek korane û hişke, lewra neçare ev nêzîkbûnên zerarê didin berçav bên girtin. Bi vî rengî taktîkên leşkerî û siyasî yên herî destdayî, weke heta niha bûyî, ji vir û şûn de jî em dikarin bi serkeftî bimeşînin. Divê bê dîtin, ev nêzîkbûn ji destpêkê ve nêzîkbûna herî raste. Ne hûnê bi qaliban xwe bixapînin, ne jî nêzîkbûnek leşkeri ya pir teng esas bigirin. Pêwîste ji nêzîkbûnên teng jortir, nêzîkbûnek xwedî asoyek kûr û girêdayî vê pergala hêza me berçav digire, heqê vê tam didiyê bê pêşxistin. Dê ji vir û şûn de, ji her hêlê ve bi pêşketinan dagirtî derbas bibe. Ev ceribandina sê mehî, di baweriya gel de astek diyarker derxistiye
holê û beşdarbûna ciwanan zêde kiriye. Dikare pêngavek gêrîla ya hîn mayînde jî pêk were. Hûn dikarin li ser pêngava ku hûn van rojan li ser dihizirin hîn zêdetir lêhûr bibin. Divê ev ji her hêlê ve bê wateya pêngavê, şikestinek çênebe. Pêwîste rewşa hêzên beramber jî baş bê dîtin.
Ger emê hîn zêdetir pêşve biçin, -jixwe ev li gelek qadan gengaze, hem heqê me, hem jî erka me ye- lê divê rewşên em xwe bixin tengaviyê, rê ji windahiyên bêmane re jî vekin neyên jiyîn û firsend jê re neye dayîn. Di dîroka têkoşîna me de, carina rewşên wisa ne asayî derdikevin holê. Pêwîste ev şerê Başûr jî qetiyen neye
paşçavkirin, heta dawî nêzîkbûnek bi tevdîr û şiyar bê raberkirin. Gengaze ku bilindbûnek çêbe. Ev jî bi şêwazek herî rasteqîn pêkanîna, hewcedariyek nêzîkbûna Rêbertiyê ye. Hûn di vê çarçoveyê de derbasî sala pêngavê dibin. Elbet bandorên vê yên nav-netewî û herêmî jî hene. Serkeftina vê, weke ku nêzîkbûnên DYE têk dibe, ber bi lêgerînên nû ve jî biriye. Dîsa bû sedem ku dewletên herêmê hîn zêdetir ji aliyê me ve helwestek rêzdar raber bikin. Ya herî girîng jî, astek ku texrîbata mezin a cahiltiya navxweyî, ji hêla dîrokî ve rawestîne derxistiye holê. Lewra heta encam bê girtin, hûnê qîmet bidin nirxa vê, divê hemû yekîneyên me, hemû şervanên me, hemû qadroyên di her asta jêr û jor de bi hişyariyek mezin, bizane çi dike û ji bo serkeftî be hemû hêza xwe seferber bike, şêwaza xebatekê esas bigire û pêdivî bi tempoyek wisa heye. Divê hemû yekîne û çêkera me ya fermandar bizane, ya rastî heta niha rola xwe xurt nelîstin. Kar hinekê jî bi xêra tevdîrên me yên giştî meşiyan. Ji vir û şûn de her yekîne û her şervan dikare bi berhemdariyek bilind ve kar bike û encam bigire. Li ser vî bingehî em bawerin di salvegera 14. a Pêngava 15‟ê Tebaxê de, dê hemû şervanên me xwe ber çavan re derbas bikin, li gorî dahûrînên dawî me pêş xistine, di derbarê cewhera wan de pêşketinek xweser guncav bê dîtin, bi vî şêweyî jiyana xwe jîndar
bikin, qetiyen di şêwaza kevin de oportînîstî nejîn, heta divê qetiyen bi şêwaza kevin jî şer nekin. Vê pêvajoya pêngavê ya pir girîng wisa binirxînin, xwe ji hemû kêm û kurtiyan rizgar bikin, xwe ji şaşiyan pak bikin û bi astek dahûrîna bilind ve guncav veguhertinek kesayetî pêk bînin. Pêşketinên bi vî rengî yên dibe ku di demek din, an jî deh salan de neyên bidestxistin, di nava çend mehan de sazkirin gengaze, vê bibînin û divê ev hêja bê dîtin. Ya girîng ev pêvajo bi şêweyek din neye nirxandine.
Ji hêla gelê Başûr ve jî, sebir û amadekariya salan ve, ji van çil salên ketinê yên bandora wê ya polîtîk bilinde, ber bi pêşketin û kêfxweşiyek şoreşgerî ya bilind ve derketin, ji bo partiya me jî, xwe ji nû ve gihandina wesfek rasteqîn guncave, hem li Başûr hem jî li Bakur siûdek ku em bikarin xwe biselmînin tê bidestxistin. Dîsa em derfetên ku Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê hîn zêdetir mayînde bibe, pêvajoyek kamilbûnê bijî seferber dikin. Kes nikare bi ti hêcetî erzan li ser vê rûne, ji bo nêzîkbûnên xwe yên sivik û xweperest bikar bîne. Divê teqez her kes, ber bi perspektîfên wisa vekirî, ji kî û çawa hatiye, çi dixwaze diyare û êdî di radeyek girîng de derfeta pêkana wê heyî, pêşveçûnek têgihiştî ve biçe. Teqez fermane ku, ev pêvajo wisa bê nirxandin. Li ser vî bingehî, divê hemû
yekîneyên me bi berpirsyarî û hişyariyek mezin ve tişta dikeve ser milê wan pêk bîne. Weke din di salvegera 14. a Pêngava 15‟ê Tebaxê de û di van du salên dawî yên şerê Başûr de hema bêje bi qasî çardeh salên derbasbûyî dê pêşketinan derbixe holê berçav bigirin. Em yeqîn dikin dê wisa aresteyî vê demê bibin û encamê bigirin. Em bawerin, zehmete ku pêvajoyên wisa bên girtin, lê windakirin hêsane. Lewra pêwîste niha her cure peywira milîtaniya şoreşgerî ya ku heta niha her kesî xwestî, lê nekarî pêk bîne, em ji perwerdeyê bigirin heta her cure
çalekiyê, ji pêwendiyên gel bigirin heta xebatên siyasî yên herî berfireh bi şiyarbûnek mezin nêz bibin. Bi windahiyek herî kêm ve û misoger, kêlî bi kêlî şêwaz û tempoyek serkeftinê gengaz dike bi girîngî destnîşan dikim. Li ser vî bingehî, ji ber berpirsyariya mezin, pêwîste ji bilî serkeftinê ti siûdek din nedin. Li gel silavên xwe,
hezkirinên xwe peşkeş dikim.