MÊRSÎN – Di 26’ê Îlonê de li dijî navenda Polîsan a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê di pêşengtiya şehîd Sara û Rûken de bi dirûşmeya “JIN JIYAN AZADΔ çalakiya fedayî hate kirin. Piştî vê çalakiyê gelek kes hatibûn binçavkirin. 6 kes piştî karûbarên binçavkirinê yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Mêrsînê kir. Dadgeriyê 5 kes girtin û derbarê kesekî de jî biryara dersînorkirinê da.
Di lêpirsînek cuda de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê ve tê bi rêve birin, di çarçoveya lêpirsînê de di 30’ê Îlonê de Abdullah Kizilkaya, Abdulhadî Bozan, Neslîhan Orûç, Devrîm Aydin, Bayram Çaglar, Selîm Ekîcî, Veysî Orunç, Arîf Adalî û Ergîn Altuntaş hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyete wan sewqî edliyeyê kirin. Abdullah Kizilkaya, Abdulhadî Bozan û Veysî Orunç bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin û 6 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Dadgeriyê Abdullah Kizilkaya û Abdulhadî Bozan bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.