BEHDÎNAN – Di 5’ê Îlonê de li devera Xelîfanê ya herêma Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk a dagirker êrîşî komek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir. Di encama êrîşê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî birîndar bibûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya her pênç gerîlayên êrîş wan hate kirin eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;
“Di daxuyaniya xwe ya 7’ê Îlona 2022’yan de me ragihandibû ku êvara 5’ê Îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrîşekê, li gorî agahiyên gihîştin me di vê êrîşê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin birin ku dest li cihê bûyerê werdan. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku divê bûyer bê lêkolîn kirin û zelal kirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine birin, bêne radest kirin.
Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftina xwe ya 22’ê Îlonê de ku li çapemeniyê hate weşandin, diyar kiribû ku têkildarî bûyera li Dola Balîsanê agahiyeke nû nîne, gelê me û raya giştî li bendê ne ku ev bûyer bi encam bibe, her wiha li gel vê bûyerê aqûbeta du komên gerîla yên sala 2021’ê ketin kemînê, nayê zanîn. Fermandarê me di vê axaftinê de bi taybetî destnîşan kir ku ew cara dawî dibêje; “Em li bendê ne ku PDK cenazeyên hevalên me yên şehîd ên her sê koman, her wiha hevalên me yên birîndar û girtî bi selametî teslîmî me bike, ev yek daxwaza herî maqûl e û divê bi cih bê anîn.
Têkildarî vê bûyerê PDK’ê heta niha tu daxuyanî nedaye û daxwaz jî bi cih ne aniye.”
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin, wiha ne;
Nasnav: Armanc Zîlan
Nav paşnav: Alî Firat Çagar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Beşbînnaz-Zeynel Abîdîn
Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan
Nasnav: Aşîkar Colemêrg
Nav paşnav: Vedat Aksaç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Farûk
Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan
Nasnav: Rêzan Botan
Nav paşnav: Emîr Yûsûfî
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Necîbe-Nîzam Mûhammed
Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan
Nasnav: Karo Kobanê
Nav paşnav: Ferdîn Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Banê
Dayik-Bav: Nesrîn-Hesen
Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan
Nasnav: Zanyar Pava
Nav paşnav: Arman Heyderî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah
Dayik-Bav: Kale-Mûhammed Nezîf
Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan