NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hewlêrê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hinceta êrişê ji aliyê dadgehê ve bi cezayê darvekirinê hatin ceza kirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya Er û Dag di di roja 5’emîn de berdewam dike.