NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên herî demdirêj ên ciwanên Kurd li Ewrupayê ye, di hejmara Îlonê de cih da nivîsên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî.
Edîtorên kovarê di danasîna hejmara nû de wiha gotin; “Dewleta Tirk a faşîst ku di şexsê Rêber Apo de dixwaze hemû gelê Kurd di qirkirinê de derbas bike, bi hemû derfetên xwe gelê Kurd û Rêbertî dike hedef. Di serdemeke wiha de kêliya herî dijwar a şer tê jiyîn, li hemû parçeyên Kurdistanê ev şer belav bûye. Erka sereke jî dikeve ser milê ciwanên Kurd ku têkoşîna Rêber Apo ya li dijî pergala Îmraliyê bibînin, û îradeya xwe li hember van êrîşan bilind bikin.
Li dijî êrîşên qirkirinê em weke ciwanên Kurdistanê bi biryarin ku weke hertim şopa şehîdên xwe yên şoreşê bişopînin. Di van rojên ku em dikevin meha Cotmehê de, hem Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêbertî de li dijî gelê Kurd pêş ket, hem jî Şehîdên Cotmehê nûnertiya hemû şehîdên şoreşê yên ku em mîrasgirên wan in û weke ciwan me têkoşîna wan bi rê ve birin, pêk hat. Meha Cotmehê ku bi rojeva şerekî dijwar bandorek mezin li cîhanê hişt, em kovara xwe derdixin.
Em jî weke Kovara Stêrka Ciwan behsa berxwedana li Zap, Metîna, Avaşîn û hemû qadên berxwedanê dikin ku divê çawa ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bê bersivandin û di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ divê ciwan Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo çawa binirxînin, û ji bo şehîdên Cotmehê me cih daye nivîsan.
Rêhevalên Hêja;
Tevî têkoşîna bi heybet a li Zap, Avaşîn, Metîna û li hemû qadên berxwedanê, em diyar dikin ku em ê weke ciwanên Kurdistanê rol û mîsyona xwe bilîzin û li dora Rêbertiyê bibin yek û heta azadiya fizîkî têkoşînê bilind bikin.