NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya Navdewletî ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, li ser tevahî civak û netewa Kurd hatî pêşxistin, komployeke ku ji her aliyê xwe de xwedî armanc û wateyekî cuda ye. Di dîroka şaristaniya dewletê de çiqas komplo hatbin pêşxistin jî, weke komploya ku di şexsê Rêberê Gelan de hatî pêşxistin, tu komployekî din nehatî pêşxistin.
Komploya ku di 9’ê Cotmehê de hatî bi pêşxistin jî armanca wê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Sûriyê bû. Gava yekem li dijî daxwaza çareseriya siyasî ya Rêber Apo, gefên eskerî û hakîmiyeta li ser sînorê Sûriyê bû.
Fermandarê Hêzên Bejahî yê artêşa Tirk ê demê Atîlla Ateş, di 16’ê Îlona 1998’an de li Hatayê, ji ber hebûna Rêbar Apo a li Sûriyê, rêveberiya vî welatî tehdît kir û xwest ku Rêber Apo teslîm bigire. Piştî vê tehdîdê jî, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê tevgera leşkerî hate destpêkirin. Ger ku Rêber Apo ji Sûriyê derneketiba, wê Tirkiyê bi desteka NATO, Îsraîl û Emêrîkayê, li hemberî Sûriyê tevgerên nû bidaba destpêkirin.
Ji ber siyaset û polîtîkayên cuda, herî dawî di 9’ê Cotmehê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyê derdikeve. Di 1998’an de dema ku Rêber Apo ji Sûriyê derdikeve, diçe li Yûnanistan, Rûsya û Îtalyayê dimîne. Lê her sê welatan jî, ji ber zextên Emêrîka, Îngilistan, Îsraîlê û ji bo berjewendiyên xwe, destûra mayînê nadin Rêber Apo.
Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo bi cihbûna li welatekî, di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi dawî dibe. Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker, dîlgirtina Rêber Apo weke serkeftina xwe nîşan dabe jî, eşkere bû ku komplo bi piştgirya NATO û serkêşiya Emêrîka hatiye pêşxistin.
9 meh piştî komployê, Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe, hêzên di operasyonê de cih girtine eşkere kir. Rêber Apo bi vê rengî behsa wê pêvajoyê dike; “Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hate bi rêve birin.
Piştî ku ez ji Sûriyê derketim, însiyatîf ket destê NATO’yê û ya rast, çûna min a Yûnanistanê jî, di bin kontrola hêzên NATO’yê de pêk hat.”
Serokwezîrê berê yê Tirk Bulent Ecevît, di 2005’an de rola Emêrîkayê ya di komployê de îtîraf kir û got; “Bê Emêrîkayê girtina Ocalan ne mimkûn bû. Emêrîka Ocalan radestî me kir, lê sedema wê çi ye, ez nizanim.”
Di nava salên borî de, berdevkekî Wezereta Karên Derve ya Îsraîlê û rayedarên Yûnanistanê jî rolên xwe yên di pêşxistina vê komployê de îtîraf kirin.
Bi dîlgirtina Rêber Apo re dîlgirtina tevahî civaka Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin hedef. Lê belê ev Komploya Navdewletî, bi bersiva Rêber Apo ya bi pêşxistina paradîgmaya Netewa Demoqratîk re, bi berxwedana Gerîla û Tevgera Azadiya Kurdistanê re, bi avabûna şoreşa Rojava re pûç bû.
Li ser vê esasê Ajansa Nûçe Ciwan derbarê komploya 9’ê Cotmehê de, bi malbatên ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re mane, malbatên ku 20 salan bi keda Rêber Apo ya li Rojava re hatine xwe perwerde û rêxistin kirine re dosyayeke taybet daye destpêkirin.
Di beşa yekemîn ya dosyayê de dayîka bi navê Weqfa Îbrahîm ji me re axivî ye. Weqfa di axaftina xwe de hesretên xwe yên careke din dîtina Rêber Apo anî ser ziman.
Ez serokê xwe ji vir heya Îmraliyê silav dikim
Navê min Weqfa Îbrahîm e, ez cihê xwe di serok komîntiyê de digirim. Silav û rêz ji vê derê heya Îmraliyê ji serokê me re, serokê me serokekî herî hêja û bi nirx e. Xwezî dîsa ew roj hatiba em biçûna sahaya Rêbertiyê û me ew li wê derê bidîta. Ji bo ku em careke din serokê xwe di nava xwe de bibînin hêviyên me pir xurtin. Ez serokê xwe yê li Îmraliyê silav dikim û çavên wî maçî dikim.
Her gotineke serokatiyê bîranînek e
Ez bi xwe di sala 94’an de çûm sahaya serokatî. Dema ku em çûne em pir heyecanlî bûn, wisa li me hatibû ku me nedikarî bersiva pirsên serokatiyê bidin. Serokatî nêzî 4 saetan ji me re bê navber dahorandin û nirxandin dikir. Her gotineke wî bîranînek tê de hebû, her hevokek ku digot jî sed wateyên xwe hebûn. Serokatiya me serokatiyekî ji rêzê nîne, sedema kombûna ewqas dewletan li ser serê wê jî, ji ber vê yekê bû, tirsa wan ji serokê me hebû. Ger ne tirsiyabana serî li îxanet û dijmantiya ewqas dijwar nedidan. Ji dema ku girtine heya roja îro serokê me di bin îşkenceyê de ye.
Tenê em dikarin serokê xwe azad bikin
Dewleta Tirk ji dîroka xwe de heya roja îro hertim dijmantiya hov dike, li hember serokatiyê jî hov e. Lê hemû dinyayê çavên xwe jê girtine, kes nabîne û naxwaze bibîne ku çidike. Dewleta Tirk di dîroka xwe de tu berhem bi xwe çênekiriye, tu destkeftiyên wî nînin, her xwe li ser gelan daye jiyan kirin. Di dîroka me de jî çiqas şoreş çêbûne hemû bi rêbazên cuda cuda hatin bi bin xistin. Xwastin li serokatiyê jî wisa bikin. Ji ber vê jî bi riya dostên xwe firoş û xayînan serokatî teslîm giritn. Para hemû dewletan û hêzên navnetewî di vê komployê de heye. Qaşo dibêjin mafê mirovan, ka mafê mirovan li kuderê ma ye ?. Serokekî weke Serok Apo bi hezaran însanan xwe ji bo wî şewitandine, 40 milyon Kurd di bin serokatiya wî de jiyan dikin, her roj bi hezaran însan li qadane daxwaza azadiya wî dikin. Ka mafê mirovan vê jî nabîne ?. Eger em bi xwe li serokê xwe xwedî dernekevin, kes ji bo serokê me tiştekî din nake.
Hêviya me ya dîtina serokatiyê hertim heye
Ev bû 24 sal Rêber Apo di wê giravê de bi tena xwe jiyan dike, kesek jî nabêje bê ka çima ev serok di wê derê de, di nava şertên zor û zehmet de jiyan dike, çima di bin îşkenceyeke wisa de ye, çima ewqas zilemeke mezin lê tê kirin. Ji ber vê jî pêwîste weke gel em vê ji xwe bipirsin, em benda tu kesî din nemînin. Emê bi xwe serokê xwe azad bikin. Em hertim bi hêvî ne ku, emê serokê xwe di nava xwe de dîsa careke din bibînin.
Tunekirina serokatiyê, tunekirina Kurdiyatî û Kurdistanê ye
Rêberê me ne rêberekî normal e, di şexsê serokatiya me de li tevahî gelê Kurd û însaniyetê îşkenceyê dikin. Ger ew serokatiyê tune bikin, ew me tune dikin, Kurdiyat û Kurdistanê tune dikin. Ji ber vê jî weke gelê Kurd divê em destê xwe bikin yek serokê xwe azad bikin, li partî û şehîdên xwe xwedî derbikevin. Heya ku em Rêber Apo azda nekin, em nikarin mafê xwe bi dest bixin.
Em ne Kurdên berê ne, em însanên xwedî soz in
Em êdî nasnekinin, em ne Kurdên berê ne, em însanên xwedî soz in. Me sozek daye serokatî û şehîdên xwe ve, emê heya dawiyê li ser şopa wan bin. Heya dilopek xwîn canê me de hebe, emê ji bo azadiya serokê xwe têkoşîn bikin û serokê xwe azad bikin.
NC// Dîren Bagok