NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbarê Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de ev nirxandin kiribû; “Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilîstan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin (Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de bihata weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an derket asta herî bilind.”
Derbarê vê roja lanetkirî ya 9’ê Cotmehê de jî ciwanên herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn. Ciwanan diyar kirin armanca ku ji komployê dikirin, nikarîbûn pêkbînin, planên wan hemû vala derketin.
Ciwanan bi temamî wiha ji ajansa me re nirînên xwe anîn ser ziman;
KOMPLOYA WAN VALA HATE DERXISTIN
“Navê min Kendal Rojava ye, ez endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Reqayê me. Armanca sereke ya pêşxistina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Xwastin bi vê komployê felsefeya Rêberê me kilît bikin. Lê belê planên komplogeran bi binketin û vala hatin derxistin. Raste rêberê me dîl girtin, lê nikarîbûn roja me tarî bikin. Vaye îro Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî komploya ser Rêber Apo helwestên xwe yên hişk nîşan didin. Hemû hêzên hegomanîk bi armanca ku îdeolojiya rêberê me têk bibin, li dijî Rêber Apo û tevgerê ve ketine nava êrîşan. Lê heya vê kêliyê jî hemû planên ku xwastine pêk bîne vala hatine derxistin. Bangawaziya me ji bo tevahî gel û ciwanan, bi taybet jî ciwan û jinên ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ewe ku ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi erkên xwe yên pêwîst rabin.”
BI SAYA FELSEFEYA RÊBER APO EM LI SER ESASÊ BIRATIYA GELAN JIYAN DIKIN
“Navê min Emîne Cebara ye, ez endamê Yekîtiya Wezîşê ya bajarê Reqayê me. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployeke ku berdewamê planên Osmaniyan bû destpêkir. Xwastin bi vê komployê tevgera azadiyê û felsefeya Rêber Apo tune bikin. Lê emê weke ciwan heya dawiyê jî li dijî komplo û dagirkeriyê ve derbikevin. Êdî felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye. Îro em li ser esasê biratiya gelan jiyan dikin, tu ferq di nava gelê Kurd û Ereb de nîne. Armanca sereke ya ji vê komployê tunekirina felsefeya Rêber Apo bû. Bi taybet em weke jinên ciwan ji bo vala derxistina vê komployê emê bi her rê û rêbazê li berxwe bidin. Wê dewleta Tirk a dagirker têk biçe û komploya ku li dijî me tevahî gelan daye destpêkirin wê pê re biçe.”
EMÊ TU CARÎ TUNE NEBIN
“Navê min Mehmûd, ez endamê Tevgera Xwendekarên Demoqratîk im. Komplo di destpêka Cotmeha 1998’an de li dijî rêberê me destpêkir. Armanc ji vê komployê ew bû ku rêberê me û tevgera azadiyê tune bikin. Lê bi saya felsefeya Rêber Apo û berxwedana PKK’ê em îro jiyan dikin, û em tu carî tune nabin. Nimûneya wê jî şoreşa Rojava ye, şoreşa ku hêştî tevahî ol, gel, ziman û pêkhate bi yek destî di bin banekê de bi hevre jiyan bikin. Ev hemû bi saya felsefeya Rêber Apo ye, emê tu carî radest nebin. Bê Serok Jiyan Nabe!”
RÊBER APO ŞOREŞA ROJAVA BI PÊŞXIST
“Navê min Îmad e, ez cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger de digirim. Em destpêkê li ser komploya li dijî Rêber Apo di destpêka Cotmeha 1998’an de bi pêşketî biaxivin. Armanc ji komployê ew bû ku rêberê me û îdeolojiya wî ve tune bikin, lê nikarîbûn bighîştina armancên xwe. Bi taybet hêzên kapîtalîst nikarîbûn vê armancê xwe pêk bînin. Nimûneya wê jî şoreşa Rojava ye, şoreşa ku Rêber Apo bi pêşxistî. Destkeftiyên şoreşa Rojava jî bi saya keda Rêber Apo û ciwanên Kurd ve hate ava kirin.”
NC// Hozan Can