BEHDÎNAN – HPG’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, “Bi têkoşîna xwe bûn mînakên cewherî yên dilsoziya bi nirxên azadiyê, biryardarî û baweriyê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser gerîlayên ku şehîd bûne ev daxuyanî da:
“Fermandarên me yên pêşeng ên Garzanî hevrêyên me Sîpan û Rahîme 1’ê Îlona 2022’an di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de bi wêrekiyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhekî fedaî, wêrekî, fedakarî, bawerî, îrade û biryardariya xwe di nava şert û mercên herî giran de têdikoşin. Yek ji van qadan jî eyaletên Bakurê Kurdistanê ye. Fermandarên me hevrê Sîpan û Rahîme ku li eyaleta Garzanê têkoşîna azadiyê dimeşandin û gerîlatiya serdema nû dixistin meriyetê, pêşengî ji vê pêvajoya zehmet re kirin. Sekn, têkoşîn û biryardariya li ser serketinê ya herdu fermandarên me yên leheng û fedaî wê ji bo hevrêyên wan bibe mînak û armancên wan teqez bêne bi ser xistin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Sîpan Batman
Nav paşnav: Tûran Ozel
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Zumrete-Siyabend
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Îlona 2022 / Garzan
Nasnav: Rahîme Xebat
Nav paşnav: Şîlan Okmen
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Makbûle-Mehmet Farûk
Dem û cihê şehadetê: 1’ê îlona 2022 / Garzan
SÎPAN BATMAN
Êlih ku yek ji navendên girîng ên welatparêziya li Kurdistanê ye, fermandar û şoreşgerên mezin ji nava xwe afirand û bi vî rengî di dîroka azadiyê ya gelê me de bû xwedî cihekî girîng. Mîna ku beriya destpêkirina têkoşîna partiya me PKK’ê kir, bi tevgera me re jî xelkê me yê Êlihê her tim da ser şopa şoreşgerên mezin, bi wan re dilsoz bû û pêşengî ji têkoşîna me ya azadiyê re kir.
Hevrêyê me Sîpan jî li nava malbateke bi vî rengî ya dilsozê nirxên Kurdîtiyê û welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Vê taybetmendiya derdora lê bû û malbata xwe, di kesayetiya hevrêyê me Sîpan de têgihiştinek afirand. Di salên 1990’î de piştî ku tevgera me li Botan, Amed û Garzanê girseyî bû, vê yekê bandor li derdora hevrêyê me Sîpan jî kir. Bi bandora Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li her qada Kurdsitanê re, hevrêyê me Sîpan jî têkoşîna gerîla nas kir û bû xwedî sempartî. bi taybetî li hemberî têkoşîn û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fedakariyeke mezin dimeşîne, weke ciwanekî Kurd ê welatparêz xwe deyndar dît, gihîşt wê baweriyê ku divê teqez tevlî nava refên gerîla bibe û berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Sîpan destpêkê di şexsê komeke gerîla de ya ku çû gundê wan, gerîla nas kir. Bi bandora sekn, axaftin, ast û hîsiyata koma gerîla ya destpêkê dît, kete bi bandora sekna wan a dilnizm. Ji ber vê yekê wî jî sala 1993’an xwest tevlî nava refên grîla bibe. Lê belê ji ber bûyereke bêşensiyê wê demê nekarî tevlî nava refên gerîla bike. Hevrêyê me Sîpan dûre salên dûr û dirêj wezîfeya milîstiyê kir û xizmeteke mezin ji Şoreşa Kurdistanê re kir. Bi karê xwe kedeke mezin da ku ji bo têkoşîna me ya gerîla mezin bibe, bigihêje gel û gelê me jî li gel êrîşan jî xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derkeve. Ji ber sedemên aboriyê yên malbatê û êrîşên dijmin, neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Li vê derê jî têkoşîna xwe hîn bi biryardarî meşand. Tevî ku dûrî welatê xwe bû, şerê li Kurdistanê hîs kir; hem weke ciwanekî Kurd ê welatparêz hem jî milîsekî wezîfeya bi cih anî. Dema ku kar kir, derfet dît ku partiya me û Rêber Apo ji nêz ve nas bike, xwe di nava felsefe û jiyana Apoyî de kûr kir û xwest hîn bêhtir têbikoşe. Hevrêyê me Sîpan ku bi her awayî xwe da têkoşînê, ji ber ku êrîşên dijmin ên li ser Rêberê me, gelê me û tevgera me giran bû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji bo karibe hîn bêhtir têbikoşe.
Hevrêyê me Sîpan sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û dawiya dawî xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê ku bi hesreta wê bû. Tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke rojan herî kêfxweş a jiyana xwe pênase kir û bi moral û kelecaneke mezin beşdarî nava jiyana gerîla û çiyê bû. Piştî ku tevlî nava gerîla bû, ya ku destpêkê bala wî kişand têkiliyên hevrêtiyê bû. Gelekî kete bin bandora vê rêbaza têkiliyê. Lewma her tim hewl da bibe şervanekî baş ê Apoyî û hevrêyekî baş ê hevrêyan. Hevrêyê me Sîpan ji ber tecrûbeya xwe ya jiyanî û têgihiştina xwe ya rêxistinî di demeke kurt de gelekî bi pêş ket, bû gerîlayekî şareza û fermandarekî pêşeng. Hevrêyê me Sîpan nêzî 3 salan li herêma Metînayê gerîlatî kir, di vê pêvajoyê de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin, xwe di rê û rebazên gerîla de kûr kir. Di heman demê de her tim li ser parêznameyên Rêbertî de xwe perwerde kir, kesayetiya xwe bi pîvanên Apoyî ji nû ve nirxand. Bi vê kûrbûnê re guhertinê girîng di kesayetiya xwe de çêkir, bandora sîstema dewletperestî û kapîtalîzmê ji ser xwe avêt, hewl da taybetmendiyên modernîteya demokratîk di kesayetiya xwe de şênber bike. Piştî ku partiya me nas kir, piştî ku fedakariyên mezin ên hevrêyên me yên şehîd ên ji bo gelê me nas kir hevrêyê me Sîpan xw deyndar dît û ji bo bibe hêjayî vê yekê her tim xwest biçe qadên şerê giran.
Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re piştî ku bi serkêşiya dewleta Tirk a qirker êrîşên giran li ser gelê me hatin kirin, hevrêyê me Sîpan soz da ku gelê me li dijî her cûre êrîşan biparêze û bi vî rengî demeke dirêj li dijî çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê şer kir. Hevrêyê me Sîpan di asta fermandariya pêşeng de pêşengî ji gelek pêngavên li dijî çeteyan kir û di têkbirina van çeteyên bûne belayê serê mirovahiyê, bû xwediyê ked û fedakariyeke mezin. Di pêngavan de yên cihê xwe di nav de girt bi kedkarî, fedakrî û dewlemendiya taktîkî bû fermandarê pêşeng, ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû mînak. Ji ber şehadeta gelek hevrêyên xwe di şer de, hevrêyê me Sîpan hîn bêhtir xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve kûr kir û gihîşt wê baweriyê ku tenê bi vî rengî dikare dilsozê armancên şehîdan be. Wezîfeyên fermandariya Eyaletê û Qadê da ser milê xwe û ev wezîfe jî ji xwe re kir bingeha xizmeta hîn zêdetir a ji bo gelê me. Hevrêyê me Sîpan ku xwe bi temamî da azadiya gelê me, ji bo vê jî hewl da di her karî de serketî be. Rewş û encameke berevajî vê yekê ti carî li xwe neanî û ji xwe re kir hinceta têkoşînê. Bi qasî serketina xwe ya di şer de bi sekna xwe ya dilnizm bû nîşaneya herî şênber a fermandariya mînak. Her wiha bi taybetmendiyên xwe yên gelparêz her tim li pêş bû, ji bo gelê me hîn bêhtir bi şoreşê ve girê bide û xwedî li azadiyê derkeve kedeke mezin da.
Piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê, hevrêyê me Sîpan careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku xwe ji wir didît û tevlî pêvajoyeke perwerdeyê bû. Bi kûrbûna xwe ya li perwerdeyê, ders ji pratîka derbasbûyî derxist û xwe ji wezîfe û berpirsyariyên dema nû re amade kir. Bi taybetî berxwedana dîrokî ya Rêberê me yê li Îmraliyê bandor lê kir û hewl da mesaja têkoşîna xurt û mezin a vê bexwedana Rêberê me bi cih bîne. Li ser vê bingehê ji bo bersivê bide êrîşên berfireh ên dijmin ên li ser gelê me û tevgera me, ji bo parçekirina tecrîda giran a li ser Rêberê me xwest ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Sîpan xwe di rêbaz û taktîka dema nû de kûr kir, bi îrade û biryardariyeke mezin derbasî Bakurê Kurdistanê bû û wezîfeya Fermandariya Eyaleta Garzanê hilda ser milê xwe. Hevrêyê me Sîpan ku herêma Garzanê û xelkê herêmê baş nas dikir, bi coş û moraleke mezin derbasî vê qadê bû ku serketinên mezin biafirîne.
Hevrêyê me Sîpan ku baweriya xwe ya bi şoreşê û azadiya Rêberê me timî dianî ziman, bi têgihiştina ku ev yek tenê baweriyê pêk nayê, derbasî qada Garzanê bû. il qada Garzanê di encama têkoşîneke derwêşane û fedaî de li hemberî êrîşa dijmin heta nefeda xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.
RAHÎME XEBAT
Hevrêya me Rahîme Xebat li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbat û derdora hevrêya me Rahîme, bi destpêkirina têkoşîna me ya azadiyê re bi baweriyeke mezin bi tevgera me ve hate girêdan, baweriya xwe pê anî ku têkoşîna fedakarî ya şehîdên me yên leheng wê gelê me azad bike. Ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî welatparêz û xwedî hişmendiya Kurdîtiyê mezin bû, hevrêya me Rahîme jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Bi taybetî ji ber şehadetên xizmên xwe, bala hevrêya me Rahîme hîn bêhtir çû ser têkşoînê û xwest ku hêza mirovan a bêteredût ber bi şehadetê ve dimeşe, ji nêz ve nas bike. Li ser vê bingehê bi ciwantiyê re tevlî nava têkoşîna me ya şoreşê bû, bi giranî cihê xwe di nava karên civakî de girt. Di karê xwe de rastiya me ya gel ji nêz ve nas kir. Di heman demê de şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me kir û li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me Rahîme ku hêrsa xwe ya li dijî dijmin kir hinceta têkoşîneke bi zanebûn, têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Êrîşên qirker ên bi destê çeteyan ên li ser gelê me, şehadetên ji ber van êrîşan ên li nava gelê me û hevrêyên me, bû sedem ku hevrêya me Rahîme ji bo têkoşîneke hîn radîkal berê xwe bide nava refên gerîla. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Rahîme ji qada Mêrdînê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û navê fermandara efsanewî ya Botanê Şehîd Rahîme li xwe kir, biryardariya li ser şopa têkoşîna azadiyê ya jinê ya bi berdêlên mezin hate afirandin, ji xwe re kir destpêka têkoşîna şoreşgerî. Li qada Mêrdînê ku ji wir tevlî nava refên gerîla bû, demeke kurt ma û piştre derbasî qada Bestayê bû. Li vir beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeya wergirtî derfet dît ku tecrûbeyên leşkerî yên bi salan ên Bakurê Kurdistanê werbigire, bi alîkariya hevrêyên xwe di hunera gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me Rahîme jiyana gerîla weke jiyaneke hest û parvekirinê nirxand û diyar kir ku ev jiyan tenê yên dijîn dikarin fêhm bikin, sira wê jî di vir de ye. Hevrêya me Rahîme piştî perwerdeyên wergirtî derbasî qada Cûdî bû û heta sala 2017’an li vê qadê ma. Bi coş û kelecaneke mezin tevlî karên pratîkî bû, bi têgihiştina lêdana derbên mezin li dijmin tevlî her karî bû. Li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re her kêliyên li nava refên gerîla bi berpirsyariya hêjayî şehîdan bibe, derbas kir. Ji bo serxistina şerê me yê azadiyê yê li dijî dijmin gelekî hewl da û xwe perwerde kir. Xwest ku perwerdeya wergirtî yekser bixe pratîkê, encamên ji pratîkê wergirtî jî kir mijara perwerdeyê û timî xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me Rahîme 3 salan li Cûdî li dijî dijmin gelek çalakî kir. Bi taybetî xwest ku barê hevrêyên li Berxwedana Xwerêveberiyê sivik bike. Bi vê armancê her kêliya xwe bi kûrbûna li ser çalakiyên li dijî dijmin derbas kir, ji aliyê rê û rêbaza leşkerî ve bû xwedî danheviyekê.
Hevrêya me Rahîme sala 2017’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji pratîka 3 salan a li Bakurê Kurdistanê dersên pêwîst wergirt û ji bo tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike beşdarî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo dersên pêwîst ji pratîkê werbigire kete nava kûrbûneke mezin. Di encamê de jî kêmasiyên di şer û taktîkê de tespît kir, ew fêhm kir û ji xwe re ki tecrûbe. Hevrêya me Rahîme di pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêberê me bi kûrahî fêhm bike, li pêşberî pîvanên jin a azad kesayetiya xwe ji nû ve nirxand û hewl da taybetmendiyên berhema mejiyê serweriya mêr ji ser xwe biavêje. Hevrêya me Rahîme di dema perwerdeyê de xwe hîn baştir fêhm kir, kûrbûna xwe li ser esasê ‘xwebûnê’ kir û di vê mijarê de jî gelekî bi pêş ve çû. Her wiha li ser hilanîna tola hevrêyên şehîd bûne, bi taybetî jî yên li Berxwedana Xwerêveberiyê şehîd bûn, timî kûr bû. Hevrêya me Rahîme zanî bû ku tola şehîdan bi tevlîbûneke rast û rêbazeke encamgir dikare bê hilanîn û hewl da ku rêbaza şerê dema nû bi her awayî fêhm bike. Li gel taktîka şer a dema nû her wiha di mijara bikaranîna teknîka vî şerî li cihê rast, xwe perwerde kir û bû gerîlayeke YJA Staê ya profesyonel. Hevrêya me Rahîme piştî perwerdeyê derbasî qada Heftanînê bû, li vê qadê demekê ma û di serî de qada Xantûrê li gelek qadan tevlî çalakiyên li dijî dijmin bû, bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Rahîme cihê xwe di nava gelek wezîfeyên cuda de girt û her tim berê xwe li Bakurê Kurdistanê bû. Ji ber ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me û tevgera me xwedî girîngiyeke stratejîk e, daxwaza xwe ya ji bo têkoşîna li vê qadê zêde kir.
Hevrêya me bi biryardarî û îdîayeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê, vê carê weke fermandareke pêşeng a YJA Starê derbasî qada Garzanê bû li vê qadê dest bi pratîkê kir. Dema ku derbasî qada Garzanê bû, diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye û ji bo vê armanca xwe jî bi her awayî tevlî kar bû. Her wiha têgihişt ku şoreşa li Bakurê Kurdistanê pêk were wê ya tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn be, wê azadiya gelên bindest misoger bike û bi armanceke pîroz li dijî dewleta Tirk a qirker şer kir.
Hevrêya me Rahîme di têkoşîna xwe de ya ji bo vê armancê, berê xwe da serketinê û ji bilî serketinê pîvaneke din ji bo xwe qebûl nekir. Bi kesayetiya xwe ya durust û ji dil têkiliyeke xurt a hevrêtiyê danî. Bi rêbaza xwe ya têkoşer û sekna xwe ya ku ti carî ji rastiyan tawîzê nade, bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Di 1’ê Îlona 2022’an de li qada Garzanê di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Em soz didin ku xwedî li bîranîna hevrêya xwe Rahîme derkevin û armancên wê teqez bi têkoşînê bi ser bixînin.
HEVRÊYÊN ME EYLEM Û BAHOZ ŞEHÎD BÛN
Fermandarên ciwan ên gerîlatiya me ya serdema nû hevrêyên me Eylem û Bahoz 4’ê Tîrmeha 2022’an li qada Kato Jîrka di êrîşa dijmin de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên pêşeng bi îdîa û hêviyeke mezin li qada Botanê bi mîsyon pêşengiyê rabûn û li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi sekna xwe ya milîtanî bûn mînakên Apoyî. Her kêliya xwe ji bo azadiya gelê me û Rêberê me bi kûrbûnê û kedê derbas kirin. Bi vê sekna xwe karakterê têkoşînê yê dema heyî diyar kirin. Em jî weke hevrêyên wan, em ê dilsozê bîranîna hevrêyên xwe Eylem û Bahoz bin û soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Eylem Mazlûm
Nav paşnav: Evîndar Kavak
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Vezîre-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka
Nasnav: Bahoz Mijînî
Nav paşnav: Mucahît Tok
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Fatma-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka
EYLEM MAZLÛM
Herêma Mêrdînê bi biryardariya xwe ya bi salan a li ser parastina çanda Kurd, bi berxwedana xwe ya ji bo azadiya welatê me Kurdistanê her tim bûye xwedî cihekî taybet. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa êrîşên dijmin, lê xelkê me yê Mêrdînê yê berxwedêr ti carî ji nirxên xwe tawîz neda, di têkoşînê de israr kir. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re xelkê me yê Mêrdînê jî cihê xwe li gel PKK’ê û gerîlayên azadiyê girt, bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava vê têkoşînê kir û bi sedan şehîd da, bi vî rengî pêşengiyê ji têkoşîna me re dike.
Hevrêya me Eylem jî weke ferdeke ji vî xelkê têkoşer li navçeya Stewrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Xalê hevrêya me Eylem hevrêyê me Lokman salên 1990’î tevlî nava partiya me bû û sala 1999’an şehîd bû. Vê rewşê bandor li jiyan û paşeroja hevrêya me Eylem kir û biryardariya wê xurtir kir ku li ser şopa xalê xwe bimeşe. Di ciwaniyê de gelek caran firsend dît ku hêzên me yên gerîla bibîne; kete bin bandora sekna jiyan, şêweyê têkiliyan û qîmetê ku gerîla dide mirovan. Piştî ku hîn bû çavkaniya vê kûrahiya îdeolojîk a sekna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê felsefeay Rêbertî ye, destpê kir ku hîn bêhtir Rêbertî bixwîne. Hevrêya me Eylem her ku Rêbertî xwend ku hêviya gelê Kurd û gelên bindest e, hîs kir ku bêhtir nêzî çavkaniya azadiyê dibe. Hevrêya me Eylem ku dilê wê ji aliyekî ve ji bo azadiyê lê dida, li aliyê din jî li hemberî komkujiyên li gelê me dihate kirin, bi berpirsyariya xwe zanî bû. Bi taybetî gihîşt wê baweriyê ku divê hesabê komkujiyên li Şengal û Rojava ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li gelê me hatin kirin bê pirsîn û têgihişt ku ev yek jî bi têkoşîneke radîkal dibe.
Hevrêya me Eylem li ser vê bingehê sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû, li Qendîlê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeyê re ji xwe re ki armanca esasî ku ji aliyê leşkerî ve xwe ji pêvajoya şer re amade bike. Ji bo vê jî hîn bû ku gelek çekan bi kar bîne, di rê û rêbaza gerîla de xwe kûr kir. Her wiha tevî ku berê Rêbertî xwendibû jî li çiyê dît ku perwerdeya îdeolojîk hîn bêhtir bandor li jiyana wê kiriye û ev yek ji bo wê bû hêzeke mezin. Bi taybetî weke gerîlayeke jin li hemberî şert û mercên giran ên çiyê şerekî mezin ê îradeyê da û bi demê re bi çiyê re bû yek. Ev yek ji bo wê bû moralek. Hevrêya me Eylem bi çiyê re xwe ji nû ve afirand û yekemcar bi rastiya xwe hesiya.
Piştre derbasî qada Zapê bû, li vir cihê xwe di nava şerê giran de girt, bêteredût tevlî şer bû, bi tevlîbûna xwe ya li nava şer re bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Eylem ku demeke dirêj li Zapê pratîk kir, gelek gavên destpêkê li vê qadê avêt. Ji çalakiya xwe ya destpêkê heta bi agahiya destpêkê ya li ser şehadetê gelek bûyerên destpêkê li Zapê dît. Ji aliyê leşkerî û jiyanî ve di heman demê de bi tecrûbeyeke mezin bi vê qadê ve hate girêdan. Bi taybetî şehadeta hevrêyên wê yên ku bi hev re li dijî dijmin şer kir, bandoreke mezin li hevrêya me Eylem kir. Lewma di her meşê de, li her serê çiyayekî bîranînên hevrêyên wê hatin bîra wê. Ji ber vê yekê jî cîhana wateyê ya hevrêya me Eylem mezin bû û êdî bi rengekî cuda li çiyê û xwezayê nihêrî. Li Zagrosan ku xwedawendan textê xwe lê danîn, weke gerîlaeyek YJA Starê li dijî dewletên zalim ên li dijî çanda xwedawendan şer dikin, kete nava têkoşîneke mezin. Vê yekê hêz û moraleke mezintir da hevrêya me Eylem. Ji bo xwe kir armanca herî bingehîn ku sînorên li pêşiya wê hatine danîn ji holê rake û dîwarên li pêşiya xwe hilweşîne. Bi kedeke bêhempa û hewldaneke mezin ev armanca xwe pêk anî. Hevrêya me Eylem analîz û parêznameyên Rêberê me ku ji xwe re weke çavkaniya jiyanê didît li Zapê xwend, bi vî rengî nehişt ku navbera bikeve navbera wê û Rêbertî. Hevrêya me Eylem her ku Rêbertî xwe tiştên nû hîn bû, her tiştên hîn bû jî veguherand parçeyek ji jiyana xwe. Di tecrîdkirina Rêberê me de weke milîtaneke Apoyî xwe berpirsyar dît û ev rewş qebûl nekir. Ji bo vê jî gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Baweriya xwe bi wê anî ku ji bo vê qada têkoşîna herî mezin Bakurê Kurdistanê ye û xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Lê belê biryar da ku beriya wê di rêbaz û taktîka gerîlatiya serdema nû de xwe nû bike, kûr bike û bibe gerîlayeke profesyonel. Bi vî rengî tevlî pêvajoyeke perwerdeyê bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve perwerde kir û dersên mezin wergirt.
Hevrêya me Eylem ku di asta moral û biryardariyê de têkoşîna xwe bilind kir, berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî qada Botanê bû yek ji qadên destpêkê yên têkoşîna me ya çekdarî ye. Piştî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bû her tim hewl da li refên herî pêş tevlî nava jiyanê û şer bibe. Bi girîngiya qada Botanê ji bo gelê me û tevgera me tevgeriya, têkoşiya û xwest vê têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Hevrêya me Eylem cihê xwe di nava fermandariya herêma Kato Jîrka de girt û weke fermandareke pêşeng a YJA Starê ji bo pêşî li asîmîlekirina gelê me yê Bostsanê bigire kedeke mezin da. Bi çalakiyên ku li qada Katoyê pêk anî, derbên giran li dijmin xist. Di êrîşên dijmin de gihîşt asta şehadetê û cihê xwe di dîroka lehengiyê ya gelê me de girt.
Xelkê me yê Botanê ku bi dilsoziya xwe ya bi xakê, çand û welatê xwe bi salan li dijî dagirkeran sekneke bi rûmet nîşan da, bi destpêkirina Tevgera zadiyê ya Kurdsitanê û têkoşîna fedaî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, bi partiya me PKK’ê re bû yek. Bi hezaran ewladên xwe yên elhegn bi baweriyeke mezin a bi fedaîtiya PKK’ê tevlî nava refên gerîla kir. Derbeke mezin li armanca qirkirinê ya dewleta Tirk xist. Ji ber vê yekê mejiyê qirker di serî de Botanê lig elek qadên Bakurê Kurdistanê komkujî li gelê me kir, bi hezaran gund şewitand, vala kir û bi sed hezaran mirovên me koçber kir. Dijminê ku dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê bi vî rengî dewam bike, li bin guhê berxwedana bi rûmet a gelê me ket. Gelê me ku felsefeya azadiyê ya Rêberê me û berxwedana fedakar a gerîla nas kir, di her şet û mercî de berê xwe da berxwedanê.
BAHOZ MIJÎNÎ
Hevreyê me Bahoz di nava malbateke welatparêz a Botanê ji dayîk bû û neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevreyê me Bahoz li gundê Mijînê ku ji welatparêzên Qilebanê ye ji dayîk bû û bi hîşmendiyekî welatparêziyê re mezin bû. Her çiqas dûrî Kurdîstanê mezin bibe jî bi hişmendiya Kurdbûn û welatparêziyê ku ji malbata xwe girtiye, hîn di temenê xwe ya biçûk de heskirina wî li hember Partiya me û gerîla çebûye. Hevreyê me Bahoz ku di nava têkoşîna azadiya gelê me û şert û mercên ku têkoşînê afirandiye mezin bûye, bi xwezayî xwe jî di nava têkoşînê de dîtiye. Di temenê xwe yê ciwantiyê de bi coş û hêzeke mezin tevlî xebatên ciwanan bûye û tevlî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatiye pêşxistin bûye. Lê berê hevreyê me Bahoz tim li Kurdistan û çiyayên azad bûye û ji bo azadiya gelê me têkoşîna herî bi bandor bi tevlîbûna nava refên gerîlayê re dîtiye.
Hevreyê me Bahoz ku di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bûye, bi hesreta li hemberî welatê xwe Kurdistan û gerîla di demeke kurt de fêrî jiyana gerîla bû. Hevreyê me Bahoz ku bi evîn û azweriyekê kar kir, di her xebatê xwe de bi ser ket û berê xwe da xebat û serketinên cuda. Bi taybetî ji ber eleqeya xwe ya xebatên leşkerî lê hûrbûna xwe bi giranî da li ser taktîkên gerîla. Hevreyê me Bahoz ku ji pratîkên şer ên berê ezmûn girt, ked û hewldanek mezin di pêşxistin û pêkanîna taktîkên nû ên gerîlayan de daye û serketiye. Li ser vê esasê di çarçoveya projeya jî nû ve avakirina gerîla de her tim xwe perwerde kiriye. Ji fêrbûna teknîka leşkerî yê şerê îroyîn, tedbîrên pêwîst ên ku divê li dijî teknîka dijmin bên girtin û di gelek mijaran de xwe pêşxistiye. Lê ketiye wê baweriyê ku di şerê roja îroyîn de tenê bi aliyê leşkerî serketin ne pêkan e û xwe gihandiye wê baweriyê ku divê di wateya îdolojiyê de jî pêşbikeve. Bi vê armancê felsefeya Rêbertî xwendiye, nîqaş kiriye û encamên ku jê derxistiye di kesayeta xwe bi cih kiriye û hedef kiriye ku bibe mîlîtanekî Apoyî. Hevreyê me Bahoz ku xwe li ser esasê îdeolojiya Rêbertî pêşxistiye, bi awayek zû taybetmendiyên pergalê ên li se xwe avêtiye û di bûyîna kesayetek azad de gavên pêbawer avêtiye. Ji ber vê taybetmendiyê xwe ji aliyê hevalên xwe ve hatiye hêskirin û bûye mîlîtanekî mînak. Piştî ku xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de pêşxistiye weke mîlîtanekî pêşeng yê gelê me ji bo di pêvajoya dîrokî ku em têde derbas dibin, bibe bersiva hêviyên azadiyê ya gelê me çûyîna Bakurê Kurdistanê ji xwe re dike armanc.
Li se vê bîngehê ji bo ku bi koka xwe re bibe yek berê xwe dide qada Botanê. Bi bawerî, îdia, bibiryarî û li se bîngehê serketinê derbasî botanê dibe û ewil tevlî xebatên qada Bestayê dibe. Di Bestayê de zêdetir di mijarên şopandina dijmin û fêmkirina tevgerên wan de xwe pêşxistiye û li se vê bîngehê plana çalakiyên ku wê pêkbîne kiriye. Bi tevlîbûna xwe ya sade û fedakar, di amadekarî û pêkanîna çalakiyên li qada Bestayê bûye û ji bo serketîna çalakiyan kedek mezin daye. Hevreyê me Bahoz ku piştre derbasî qada Kato Jîrka bû, di vê qadê de tevlîbûna xwe xurttir dike û hewl daye bibe bersiva pêvajoyê. Tevî hemû teknîkên pêşketî ên dijmin, bi afirêneriya gerîlatiya Apoyî amadekariya çalakiyên nû kiriye û bi nepenî û hasasiyetekî mezin amadekariyên xwe bi serketinê encam kiriye. Bi taybet di çalakiya sabotajê ên afirîner ku li qada Deriyê Qaçê hat pêşxistin de windahiyên mezin daye dijmin û têkneçûna gerîla û israra wê ya di serketinê de carek din jî nîşan daye. Hevreyê me Bahoz mîlîtanekî ku her keliyê xwe bi keda xwe afirandiye, bi vê taybetmeniyê xwe re xwe gihandiye cewhera mîtîtanê Apoyî û bi wêrekî û fedakariya xwe ji hemû hevreyên xwe re bûye mînak.
Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe û bi taybetî ji malbatên hêja yên hevreyên me Sîpan, Rahîme, Eylem û Bahoz re dixwazin ku bi têkoşîna xwe mînaka herî bi cewher a dilsoziya bi bawerî, biryardarî û nirxên azadiyê ne.”