ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, ji bo piştgirîdayîna serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengtiya jinan tê kirin xebatên nivîsa li ser dîwaran kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li ser dîwaran gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên li ser jinê nivîsandin. Nivîsên weke; “Pêşxistina Jinê Tolhildana Ji Koletiyê Ye, Jin Jiyan Azadî, Heya Jin Azad Nebe Civak Azad Nabe” hatin nivîsin.
Ciwan û jinên ciwan ve diyar kirin ku wê rêjîma faşîst ya Îranê bi berxwedana jin û ciwanan ve bi binbikeve û gotin; “Mêtîngeriya rêjîma Îranê, tişta ku li hember Jîna Emînî kiriye, tişta herî bê exlaq e. Ji ber vê jî ewê bersivên pêwîst ji ciwan û jinan bibîne. Em jî weke ciwanên Efrînê emê heya dawiyê piştgiriya van çalakiyan bikin.”