HESEKÊ – Navê wî Ebdilferîd e, kurê seydayê Mele Ibrahîmê Golî ye, di sala 1932’an de li gundê Sinceqê ji dayîk bûye, piştre li Gundê Giêd malbata wî bi cih dibe, dûvre tê bajarê Hesekê û ta îro li wir bi cih dibe û dijî. Ji biçûkaniya xwe de nexweş dikeve, lê ev nexweşî nabe astengî ku tevlî xebata neştimanî ya kurdî bibe, ew ji nifşê siyasetmedarên pêşî ye ên ku di yekemîn partiya siyasî ya kurdî de li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat kirine. Di sala 1964’an de carekê hate girtin, piştî sê salan tê berdan. Ji biçûkaniya xwe de helbestan dinivîse, zimanê wî di helbestan de zelal û hestekî tenik e. Piranî helbestên xwe di çarçoveya rihê welatparêzî û şoreşgerî de dinivîse. Dîwanekî wî ya bi navê “Helbest û Rûpelên ji Serhildanê” hatiye çap kirin.
Mele Ferîdê Cizîrî di hin hevpeyvînên ku berê pê re hatine kirin de wiha behsa kesayeta xwe dike; “Bavê min Mele Ibrahîmê Golî ye, lê belê ne melakî mirîşo û zekatxwer bû, gelek rêz dida xwendin û zanistê, ji feqên mele Ubeydulah bû. Piştî ku ew çû ser dilovaniya xwe, li cem birayê wî mele Fethullah xwendina xwe bi serî kir û Îcaza feqîtiyê bi dest xist. Dema ku li gundê Sêmitkê Newaf meletî dikir, Seydayê Tîrêj salekê kêm zêde li cem wî dixwîne, Tîrêj behsa wî di dîwana xwe de kiriye û gotiye :”Ez bi xêra mele Ibrahîmê Golî bi ser ketim”.
Bavê min gelekî hez dikir ku ez bixwînim, rabû ez şandim cem xalê min mele Ehmed li gundê Gir Meyir, lê mixabin ji ber nexweşiya xwe min nikarîbû xwendinê berdewam bikim. Hîn ez sêzdeh-çardeh salî bûm, pênc meh û duwazdeh-sêzdeh rojan li nexweşxaneyekê li Libnanê mam, paşê zivirîm gundê xwe Gi’êd, du meh tê re derbas nebûm bavê min koça dawî kir sal 1948’an bû. Lê belê koçka wî (Hucre) vekirî ma û mele Ebdirelîm şûna wî girt. Li wê koçkê civata feqan digeriya, bi taybet êvarên înan, helbestên Cizîrî, Xanî û Cegerxwîn lê dihatin xwendin.
Têkiliya min bi feqan re hebû, min ji civata wan hez dikir, gelek dîrok, helbest û stran digotin û govend digirtin, ez tevlî wan dibûm û dengê min ji bo xwendina helbestê alîkar bû.
Di heman demê de giyanê netewî û welatperwerî li wê koçkê peyda dibû. Ji bilî helbestên Cegerxwîn gelek axaftinên girêdayî doza kurdî li wê koçkê dibûn. Wek nemûne tê bîra min, Mele Ebdilqidûsê hebû, gelek caran behsa bavê xwe Cemîlê Seyda dikir ku ew yek ji leşkerên Şêx Seîd bû, li wê koçkê behsa şoreşê dikir û çawa çêbû, bûyerên wê bi çi awayî bûn. Ew koçke ji bo giyanê kurdayetiyê û tevrakirina hestên netewî û hezkirina helbestê nemûneyeke civakî û zemîneke geş bû û ez pê bandor bûm.”
Piştî salên dirêj bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nasdike û ji bo fêmkirina doza wî ya azadiyê dest bi lêkolînan dike. Piştî demekê dibe yek ji hezkiriyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Ji ber vê jî helbestvanê Kurd Mele Ferîdê Cizîrî carekê ji bo ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bike diçe Şamê. Ew dibe cara destpêkê ku tê de Rêber Apo dibîne. Van kêliyên xwe yên ku bi Rêber Apo re derbas kiriye, ji ajansa Nûçe Ciwan re di dosya beşa duyemîn de parve kir. Hestên xwe yên derbarê Rêber Apo de bi gotina “Min Şoreş di hundirê wî de hîs kir” anî ser ziman.
Destpêkê helbestvan Mele Ferîdê Cizîrî bi danasîna kesayeta xwe dest bi axaftina xwe dike; “Navê min Ebdilferîd Mela Îbrahîm Mela Îbrahîm e. Ez sala 1932 di 4’ê Îlonê de hatime dinyayê. Niha temena min 90 sal temam bûye.”
Kêliyên xwe yên ku bi Rêber Apo re jî derbas kiriye wiha tîne ser ziman;
Hevalekî min ya doctor (Bijîşk) em herdu ji bo çûyîna gel serokatiyê hatibûn vexwandin. Li Şamê mala serokatiyê de serok pêşwaziya me kir. Em li wê derê şevekê man. Wê demê serokatî girîpek dijwar girtibû. Ji ber vê jî nedikarî biaxive, xaziya xwe bi dijwarî dadiqurtand. Wê demê di wê rojê de li Kiwêtê serokên dewletên Misliman li hev civiya bûn. Ne tenê yê Ereban, yê Pakistan, Bengaliya û tevahî dewletên din yên Misliman bûn. Serokatî kêfa xwe ji serdan û mêvantiya me re anîî, ji . Hinekî axivber qirika wî zuha bibû peyvên wî ji hev qut dibû. Me jî nedixwast em hîna zêdetir wî biwestînin. Zivirî ser min û got; “Ev civîna welatê misliman, weke Kurd çi qezenca me tê de heye ?”.
Hecî: Min got; “Wele serokê min ezê çi bêjim, yanê ev kêrî welatê xwe hatine, netewên xwe serwext kirine, demoqrasî û wekhevî li welatê xwe saz kirine ?. Lê ez bi guman im, gotinek Ereban heye min jê hezkiriye.
Serokatî: Ereb çi dibêjin ?
Hecî: Dibêje ‘Ger gel kesekî tiştek nîn be, nikare bide ji bilî xwe’. Ger ew jî bi kêrî welat û gelê xwe ve hatibana, belkî hêviya me jî di wan de çêbiba. Ger dema ne bi vê rengî be, tiştekî ji wan bixwazin ku werîz di qirika me de sist bibe ez namînim.”
Wê demê serok hevokek got, ev siyasetek bû an jî metirsiyek hebû nizanim ema serokatî got “Hafiz Esed peyakî başe”. Min jî got serokê min mijarê me ne ev bû, te derbarê komcivînê de ji min pirsî. Hinekî ji me re axivî û hin gotin kirin. Lê me nedixwast ew xwe zêde biwestîne. Dîtina me ya serokatiyê wiha derbas bû, me xatira xwe jê xwast.
Hevalê min yê doctor jê re got; “Serokê min, rewşa te wisa nabe pêwîste tu derman bikarbîne”
Serokatî: Dermanê çiye ?
Doctor: Du derzî ji bo te lazim in, yek ji bo niha û ya din jî ji bo piştî 12 saetan
Serokatî: Min di jiyana xwe de ne derzî li xwe xistiye û ne jî min heb bikar aniye
Doctor: Wisa çênebe, ma ez jî doxtor im
Serokatî: Hmm, de kêfa te ye
Wê demê hevalek bi me re hatibû, jê re du derzî nivîsî, yek derzî bi xwe lêda û ya din jî got piştî 12 saetan bikar bîne. Piştî vê me xatira xwe jê xwast. Hevalê min em çawa bi rêketin ji min re got; “Heval Hecî, tişta ku te berê di serokatiyê hîs nekiribû, aniha di vê civînê de li te xerîb hat ?
Hecî: Na weleh, tiştek ji bo min xerîb nehatî. Ji ber ku min nivîsandinên serokatiyê xwendine, ji ber vê tiştek wisa nîn e. Şansê me jî ev bû ku serok ji me re neaxivî. Lê belê min tiştekî din hîs kir. Weke serokê şoreşekê ev ber biçave. Weke karê dike jî ne tenê ji bo Kurd e, ew jî ber biçave. Weke rêxistina jinê ew li ser piyan danî, jina Kurd di jiyana xwe bi giştî de nikarîbû bi roleke wisa rabibe. Belkî mislimantiyê ew hat ji mirinê xilas kir. Ji ber ku beriya wê dema keçek ji dayîk dibû ew bi saxî vedişartin. ji bo vê mislimantî li hawara jinê hat. Li gorî min eger pêxember bima wê baştir jin rakiriba.
Doctor: Çima ?
Hecî: Gelek dibêjin jin nîvê civakê ye, lê serokatî got jin civak bi xwe ye, tevahiya civak e. Eger ne jin ba ewê çawa ev netew çêbiba. Lê belê rola wê winda ye û pêlê kirine. Bi aqilê feodal û eşîrtiya kevin nêzîkatiyê jê re hatiye raber kirin. Ji ber vê jî her bi ser xwe de nehatiye. Lê min bi xwe di serokatiyê de dît şoreş di hundirê wî bi xwe de ye. Min di serokatiyê de şoreş hîs kir.
NC// Dîren Bagok