NAVENDA NÛÇEYAN – Armanca pêkanîna komploya navdewletî ew e ku hîn bêhtir di serî de ciwanan tevahî gel bê serî bihêlin. Ji ber vê jî berî her tiştî kesên ku civakan birêve dibin, kesên ku dixwazin civakan şehraza bikin, birêxistin bikin, civakan bikin xwedî îrade; ji aliyê hêzên komploya navdewletî ve tên hedef girtin. Kesên ku pêşengtiya civakê dikin, civakê birêxistin dikin û bi îrade dikin; bi awayekê xwezayî dibin îradeya civakê. Ji ber ku îradeya civakê bingeh digrin, ji aliyê hêzên komploger ve her tim hedef tên girtin. Bê guman ev komploya navdewletî ya li hemberî Serok Apo pêk jî, bi heman aramanca hêzên komlogeran hat pêkanîn. Rêbertî rastiya gelê Kurd, dîroka wê yê jê hatibû dizîn û hatibû wendakirin derxist holê û ji nûve bi gelê Kurd da naskirin.
Kurd xwedî dîrokek çawa ye, xwedî rastiya civakekî çawa ye, hîn bêhtir di vê rastiya civakî de xwedî çandeke bi çi rengê ye û îro ev rastî ji aliyê hêzên serwer ên ve çawa ji vê rastiyê hatiye xistin? Ji bo tu bikaribî cewhera civakek derbixî holê ku bikaribe vegere çanda xwe, dîroka xwe; divê tu destpêkê paşeroja wê bizanibî. Serokatî bi dahûrandina ‘Kurdistan bindest e’ dest bi pêvajoya rizgarkirina gelê Kurd û di şexsê gelê Kurd de dest bi rizgarkirina gelê Rojhilata Navîn kir. Madem ku Kurdistan bindest e, wê demê armanca kesên ku Kurdistan bindest kirin çi bû û dixwestin hîn bêhtir ferasetekî çawa bidin avakirin?
Armanca komplogeran ew e ku civakekî bê pêşeng ava bike. Hîn bêhtir dixwaze di warê zihnî de lêbide. Di dil û rih de lê bide û di warê fîzîkî de jî pûç bike. Ji bo vê jî armanca Serokatî beriya her tiştî li ser vê lêhurbûn da avakirin û xwest hîn bêhtir însan bike hebûn. Ji ber vê jî Serokatî got ‘di sosyalîzmê de israr, di însanbûnê de israrkirin e’. Ji ber ku sosyalîzm ilmê civakê ye, zihnê civakê ye, ehlaqê civakê ye, aqilê hevbeş ê civakê ye. Ji ber vê jî Serokatî herî zêde li ser însan hizirî û însan avakir. Ji ber ku ger însan ava nebe, malbatekî demokratîk jî ava nabe û civakek demokratîk jî ava nabe. Bi vê awayê civakek parastî jî nayê avakirin. Ji ber vê jî însan çawa dikare bibe însan, çawa dikare bibe civak û civak çawa dikare xwe biparêze bê guman li ser vê esasê Rêbertî pêşengtiyeke cewherî kir.
Serokatî bi avakirina rih dest pê kir
Di vê aliyê de her tim serokên sexte hatin avakirin û di bin navê serokên sexte de hêviyên gelan, hêviyên jinan hatin şikandin. Ji ber vê jî Serokatî berî her tiştî xwest xeyalekî ava bike ku bi taybetî jin û ciwan, tevahî gel di bin vê xeyalê de hîn bêhtir lêgerînên xwe ava bikin.
Rastiya gelê Kurd wisa bû ku li ser axa xwe penaberiyê jiyan dikir. Li ser welatê xwe bê welat bû. Di nav civaka xwe de bû, lê bê serî bû. Ji ber vê jî Serokatî beriya her tiştî xeyalê welatekî azad ji bo me da avakirin. Welatekî bi navê Kurdistan û gelekî ku li ser vê axê jiyan dike… Dema ku xeyalê Kurdistanê ava kir her kes li derdora vê xeyalê, rastiya mirov û rastiya civakê hûnand. Xeyal ji bo însanan rihdayîna beden e. Hêvîdayîna bedenê ye. Di bedenê de lêgerîn dayîna avakirin e. Di heman bedenê de îrade dayîna avakirin e. Serokatî jî bi avakirina rihê dest pêkir.
Komplogeran vê yekê tehammul nekirin. Ji ber vê jî Serokatî herî zêde li ser jin û ciwanan lêhûrbûn kir. Sedemê vê yekê çi bû? Rêber APO got ‘me bi ciwantî destpê kir, emê bi ciwantî serbixin’. Ciwan pêşeroja civakê ne. Heman demê rastiya jin rastiya dayîkê ye. Rastiya dayîkê rastiya civakê ye, rastiya jiyanê ye. Ji ber vê Rêbertî her dû ling ji xwe re esas girt û dest bi pêvajoya meşa azadiya gelê Kurd kir. Xwest destpêkê kakil ava bike. Armanca Serokatî ev e. Ger te cewher ava kir, wê şêweyê xwe bigre. Çawa ku dema kanî diteqe êdî ew kanî bi xwe biryara herikandina xwe dide, diherike û rêya xwe dibîne; Serokatî jî ji bo gelê Kurd bû kaniyek û xwest bibe rêya serxwebûnê, rêya azadiyê, rêya wekheviyê bide avakirin ku hebûna vê civakê derkeve holê û ev heqîqeta veşartî were dîtin. Ji ber ku Kurd rastiyekê veşartî bû, rastiyekê wendayî bû, rastiyekê ku kesekî nikaribû pênase bike û nas bike bû. Bê guman hedefa komployê ev yek bû. Weke me li jor jî da diyarkirin, dixwest bi avakirina serokên sexte hêviyên gel bişkîne. Ji ber vê jî komploya ku li ser Rêbertî hat pêkanîn, komploya ku di serî de jin û ciwan, li ser tevahî civakê hatiye pêkanîn e.
Hebûna berxwedanê vala derxistina pêngavên komplogeran e
Çawa ku Rêbertî dibêje ‘em bi Mazluman bûn partî, bi Egîdan bûn artêş û bi Zîlanan ber bi azadiyê ve diçin’, bê guman meşa ku Rêbertî destpêkir û berxwedana Rêbertî ji bo gelê Kurd bû rêgez. Bû rêgezê berxwedanê, bû rêgezê serhildanê, bû rêgezê li xwe xwedî derketinê, bû regezê ku bi Rêbertî hebûna xwe biparêze. Rêbertî bû mertalekî zihnî, mertalekî rihî û mertalekî fîzîkî ji bo me. Ji ber ku di şexsê Rêbertî de êdî rastiyekê hat avakirin.
Gelek caran ev komplo vala hat derxistin û hîn jî meşa Rêbertî meşa têkoşînê ya li dijî komployê ye. Mirov nikare bêje ve komplo bidawî bûye, lê mirov nikare bêje ev komplo weke ku hêzên komploger dixwestin jî pêkhatiye, bi encam bûye. Ji ber ku hebûna dagirkeriyê hîn bêhtir li ser hêzên demokratîk, li ser hêzên xwedî hebûn, pêkutiya leşkerî û siyasî ye. Ger ev pêkutî hîn jî heye wê demê tê wateya ku komploger hîna li ser kar in. Ger rûxmê vê dagirkeriyê gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê, ji zindanan heyanî çiyayên azad ên Kurdistanê berxwedanekê bê hempa dide meşandin tê wateya ku komploger bi ser neketine û li hemberî vê îradeyê wê biser jî nekevin. Ji ber ku hebûna berxwedanê, têkoşîna vala derxistina pêngavên komplogeran e. Di vê wateyê de gelek caran komplo vala hat derxistin, lê hîn jî ev meşa me ya berxwedanê ya li dijî komployê berdewam e.
Ev bîst û dû salan ji ser komploya navdewletî derbas bû û ev bîst û dû salên ku ji ser komployê derbas bû, bû cihê ku her kes li beramberî Serokatî xwe bigre dest. Êdî berxwedana me gelemperî bûye. Ji her çar aliyên Kurdistanê bigre heyanî Asya, ji wir heyanî Ewropa, heyanî Efrîqa li her derê li dijî komployê berxwedanek tê meşandin. Bi pêşengtiya felsefeya Rêber APO, bi berxwedana gelê Kurd ê ku li derdora rastiya Serokatî kom bûye ev rastî derketiye holê. Lê ev rastî hîn negihiştiye asta têrker ê ku komployê bin bixe.
Avakirina Konfederalîzma Demokratîk, têkbirina komployê ye
Bê gûman bidestxistina me ya serkeftinê, wê bibe binxistina komployê. Niha di navbera modernîteya kapîtalîzmê û modernîteya demokratîk a ku Rêbertî pêşengtiya wê dike şerekî pir dijwar ê fikrî, siyasî heye. Şerê taybet jî weke feraseta komplogeran li ser kar e û dixwaze emrê pergala kapîtalîzmê hîn bêhtir dirêj bike. Li hemberî vê jî bi pêşengtiya gelê Kurd û heta dostên gelê Kurd tevahî gelên azadîxwaz di nav berxwedaniyê de ne ku ev komploya li ser tevahî civakên azadîxwaz hatiye pêkanîn, bin bikeve, civak û dîrok bigihe cihê ku heq kiriye. Bê guman binxistina komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê bi avakirina pergala me ya demokratîk ve girêday e ku Rêbertî vêya weke Konfederalîzma Demokratîk binav kir. Dema ku me bi giştî pergala xwe ya Konfederalîzma Demokratîk ava kir wê demê emê bikaribin bêjin Komploya 15’ê Sibatê têk çû.
Heya ku zarokekî jî diqîre û dibêje ‘berxwedan jiyan e, teslîmiyet mirin e’, heya ku ev qêrîn jî hebe komploger nikarin bêjin me gelê Kurd bin xist û wê nikaribin li hemberî vê îradeya ku di gelê Kurd de hatiye avakirin jî bin bixin. Divê li hemberî komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê nêzîkbûnê me ew be ku her kesekî destê xwe dêyne ser wijdana xwe û erkê xwe yê welatparêzî, însanî, civakî, erkê xwe yê li hemberî dîrokê bi cih bîne. Ji heft salî heyanî heftê salî erkê her kesî/ê ye ku li derdora konfederalîzma demokratîk kom bibe, li saziyên xwe xwedî derbikeve û pêşeroja xwe di saziyên xwe de bibîne. Bi vê awayê emê bikaribin Komploya Navdewletî vala derbixin û serkeftina xwe jî mîsoger bikin.
Ger em dil û mêjiyê xwe bikin wargeha azad ti şansê komplogeran nîne
Niha hêzên herî herikbar ên li hemberî komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê li berxwe didin hêza jin û ciwana ye. Jin bi taybetmendiyên xwe ti caran nebûye şîrikê komplogeran, lê zilam bi taybetmendiyên xwe gelek caran bûye şîrikê pergala zilam ê ku dagirkeriyê dike. Ji ber ku jin û ciwan ti caran bi vê pergalê re nebûne yek, pergala Rêbertî hîn bêhtir xwe dispêre jin û ciwanan. Felsefeya kapîtalîzmê dibêje ‘destpêkê li jin bixin’. Rêbertî jî bi felsefeya xwe got ‘destpêkê jin rizgar bikin’. Li dijî pergala vê komployê jî Rêbertî artêşekî serbixwe ya fedaiyan da avakirin. Ev yek di dîroka şoreşan de cara yekemîn pêk hat. Bi vê awayê Rêbertî got ‘artêşa jin xweşikbûna xeyalên min e’. Li ser vê esasê jin him di aliyê leşkerî de, him di aliyê siyasî, birdozî de hîn bêhtir kir xwedî îradeyek pir mezin û ev îrade jî îro hêviyekî pir mezin da tevahî jinê berxwedêr, serhildêr ên tevahî cîhanê. Him li çar aliyên Kurdistanê û him jî li tevahî cîhanê bû çavkaniya hêz û îlhamê.
Îro jî di bin dirûşmeya ‘em jina azad û civaka azad diparêzin’ de pêngava azadiyê hatiye destpêkirin. Jin xwe bi felsefeya Rêber APO diparêzin, bi rêxistinkirina îradeya jina azad, demokratîk û serhildêr diparêzin. Jin di nav berxwedaniyekê pir mezin de ne. Ji ber vê jî dijmin herî zêde ji hêza jin ditirse.
Divê li hemberî Komploya Navdewletî, him weke jin, him weke şoreşger û him jî weke welatparêz em bi hişmendiya demê tevbigerin. Divê li dijî komploya 15’ê Sibatê em dil û mêjiyê xwe bikin wargeha azad. Ger em dil û mêjiyê xwe bikin wargeha azad ti şansê komplogeran nîne. Îro jî em dizanin ku li wargehên azad di şexsê Esmeran, Rûsteman de gerîlayên azadiyê li dijî dagirekira faşîzmê bedena xwe kirin mertal û nehiştin dagirker pêş de werin. Em jî dibêjin azadî tiştekî mekansal nîne, bi dil û mêjî ve girêdayî ye. Banga min ji bo tevahî jin û ciwanan ew e ku her kes li derdora saziyên xwe kom bibe, erkên xwe yên welatparêzî, erkên xwe yên şoreşgerî, erkên xwe yên binxistina pergala kapîtalîzmê pêk bînin. Soza me jî ev e ku heyanî serkeftina şoreşê û binxistina Kompoya Navdewletî emê têkoşîna xwe bilind bikin.